Here naverokê

Kelhûrî (Kirmaşanî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kelhurî hat beralîkirin)
Kurdiya Jêrîn
Kirmaşanî, Gûranî, Kelhûrî, Feylî, Lekî, Şêxbizinî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm Kirmaşan
Îlam
Xaneqîn
Bîcar
Qurwe
Axiverên zimanê zikmakî 3.000.000
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdh

Kurdiya jêrîn/başûrî (Kirmaşanî) bi Kurmancî û Soranî ve yek ji serzaravayên zimanê Kurdî ye. Kurdiya Başûrî herêmên Kirmanşan, Gûran û Îlamê û li hindek herêmên Başûrê Kurdistanê wek Xaneqîn, Mendelî, Cesan tê axavtin. Binavkirina vê zaravayê wek 'Kurdiya Başûr' nebesî ye. Birastî Kurdiya Başûr dibin hemî zarava û devokên Kurdî yên ji tîpên devokên Kirmaşanî û Lekî. Ev serzarava nêzîkê hev in. Ev dûrayiya navbera xwe ya îroyî ji bandora Lûrî û Farisî ya li ser lekî re deyndar in.

Kurdên Kirmaşanî ji zaravaya xwe re gûranî an tênê kurdî dibêjin. Gelek zimannas vê zaravayê wek 'zarava kurdiya jêrîn' an jî kurmanciya jêrîn bi navkirine.

Zaravaye Kirmaşanî wek zaravayen Kurdî yên dinê li başûrê welat, bi tîpen Erebî tê nivîsandin. Wan salan dawîn de alfabeyeke alternatîf a Latînî ji bo Kirmaşanî li ser înternetê û di çend kovaran de tê bikaranîn.

Devokên kirmaşanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zaravayên Kurdî li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê

Kirmaşanî li gel zaraveyên kurdî yên din

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kirmaşanî Soranî Lekî Kurmancî Zazakî
men, memin, eminmi, minez, minez, mi/min
tû, teto, etotutu, ti, teti, to
men/me kemmin/emin ekem/dekemmin/mi mekemez dikimez kena
men/me çimmin/emin eçim/deçimmin/mi meçimez diçimez şina
ferazor, firefirapir, gelekzaf, gelek
wet, witwût, witwit, vit, gotgot, bêj*/bêt*vat
êrênge, êseêste, henûkeîske, îsenûha, nikanika, enka
hat-hat-het-hat-ame-
hêna, dengdeng, banghina, dengdengveng
kelin, gewragewre, ketkelin(-g)gir, girs, mezingird, girs, pîl
wabawa, vabava
waranbaran, waran, weriştwaran, varan, veştbaranvaran, variş
gen, xêrawgen, xirapgen, xirawxirab, genîxirab

Hindek peyvên kirmaşanî li gel danberheva peyvên kurmancî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
KirmaşanîKurmancî
JinJin
PiyaMirov, peya
BawigBab, bav
DaligDayik, da, dê
BiraBira
Xweşig, xweşkXwûşk
BapîrBapîr
Nenig, dapîrDapîr
MemûMam,Ap
MîmigMet
XalûXal
MîmigXalet,Xaltî
ZawaZava
Vîv(ڤیڤ)Bûk
MemûjinJinmam, amojin
XalûjinJinxal, xalojin
ŞümîmigMêrê metê
ŞümîmigMêrê xaletê
BirajinJinbira
DişDiş
Haw vîvHewî
HawzawaHevling
AmûzaKurmam, pismam
AmûzaKeçmam, dotmam, amoza
XalûzaKurxal
MîmezaKeçxalet
MîmezaKurxalet
MîmezaKeçmet
MîmezaKurmet
BirarzaBiraza
XwarzaXwarza

Girêdanên dêrve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]