Genîna alkolî
Genîna alkolî (bi înglîzî: alcoholic fermentation), di nebûna oksîjenê de piştî glîkolîzê, guhertina pîruvatê bo etanol û karbona dîoksîdê.[1]
Bi gelemperî di hawîrdorek bêoksîjenî an jî kêmoksîjenî de, rêçeya bidestxistina enerjiyê ya ko molekulek endamî elektronan dide û molekulek din a endamî jî elektronan werdigire, wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.[2]
Herçiqas ji bo çêkirina pîruvat û NADH-ê ji molekulek endamî ya wekî glukoz an fruktoz elektron werin berdan jî, di genîna alkolî de elekronên ji oksandina glukozê bo kêmkirina NADH-ê hatine bikaranîn, bi oksandina NADH-ê ji bo çêkirina etanolê tên xerckirin.[3]
Ji gellek corên genînê, genîna asîda laktî û genîna alkolî yên herî berbelav in.
Hin bakterî û karok di hawirdora bêoksîjenî de bi genîna alkolî ATP bi dest dixin. Genîna alkolî ji glîkolîz û karlêkên ji bo hilweşendina pîruvatê bo etanol û karbona dîoksîdê pêk tê. Bi oksandina NADH, ji bo berdewamiya glîkolîzê NAD+ tê dabînkirin.
Karlêka giştî ji bo genîna alkolî ya glîkozê:
- C6H12O6 + 2 ADP + 2 Pi → 2 C2H5OH + 2 CO2 + 2 ATP
Heke li hawirdorê de sukroz hebe, pêşî sukroz tê hilweşandin.Sukroz şekirêk dîsakkarîd e, ji hevgirtina glukoz û fruktozê pêk tê, herdu molekul bi bendê glîkozîdî bi hev re girêdayî ne.
Di gava yekem a genînê de enzîma învertaz bendê navbera glukoz û fruktozê diqetîne, bi vî awayê du molekulên şeşkarbonu peyda dibe.
Paşê her molekulek şeşkarbonî bi rêçeya glîkolîzê tê parçêkirin bo 2 molekulên pîruvatê
C6H12O6 + 2 ADP + 2 Pi + 2 NAD+ → 2 CH3COCOO− + 2 ATP + 2 NADH + 2 H2O + 2 H+
CH3COCOO− pîruvat e, û Pi jî fosfata nêendamî ye.
Bi oksandina NADH-ê pîruvat bi sê gavan tê guhertin bo etanolê û karbona dîoksîdê.
- 1. CH3COCOO− + H+ → CH3COOH + CO2
ji aliyê enzîma pîruvat dekarboksîlaz ve tê hankirin.
- 2. CH3COOH + NADH + H+ → CH3CHO + H2O + NAD+
ji aliyê enzîma aldehîd dehîdrojenaz ve tê hankirin.
- 3. CH3CHO + NADH + H+ → C2H5OH + NAD+
NAD+ ji bo berdewamiya glîkolîzê tê bikaranîn.
Mirovahî bi hezaran salan e rêçeya genîna alkolî li gel tirşkirina hevîrê nan, ji bo çêkirina vexwarinên alkolî yên wekî bîre û şerab bi kar tînin.[4]
Rêçeya genîna alkolî di lêxistina nan de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di lêxistina (çêkirin) nan de genîna alkolî tê bikaranîn. Nanpêj karoka havênê ya bi navê Saccharomyces cerevisiae tevlê hevîr dikin.[5]. Ango hevirtirş bi eslê xwe karoka havênê lixwe digire. Di dema tirşbûna hevîrê nan de, enzîmên karoka havênê bi dekarboksîlasyonê (bi înglîzî: decarboxylation) ji kotahiya pîruvatê molekulek CO2 diqetînin, ji pîruvatê molekulek dukarbonî ya bi navê asetaldehîd (bi înglîzî: acetaldehyde) çêdibe. Asetaldehîd ji aliyê NADH ve tê kêmkirin, bi wergirtina elktronan, asetladehîd diguhere bo alkola etîlê (etanol) û NADH jî dibe NAD+.
CO2 ya hatiye berdan di nav hevîr de wekî peqikên hewayê kom dibin. Hevîrê tirşbûyî ji ber gaza karbona dioksidê tê hilatin û qebareya wê zêde dibe.[6] Dema nan dipije, ji ber germahiyê, ligel gaza karbona dîoksîdê, alkola nav hevîr jî bi şêweyê hilm ji nan dûrdikeve.[5]
Rêçeya genîna alkolî di çêkirina vexarinên alkolî de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di pîşesaziya vexwarinên alkolî de ji rêçeya genîna alkolî sûd tê girtin. Alkola etîlê ji bo çêkirina bîra û şerab (mey) tê bikaranîn. Ango alkola nav vexwarinên alkolî bi genîna alkolî peyda dibe.[6]
Dema çêkirina şerab an jî bîrayê, karokên havênê di nebûna oksîjenê de, şekir (glukoz an fruktoz) hildiweşînin bo pîruvatê. Paşê pîruvatan jî hildiweşînin bo karbona dioksîd û asetaldehîdê. Asetaldehîd ji aliyê NADH-ê ve tê kêmkirin û diguhere bo etanolê, NADH a oksandî jî dibe NAD+.[3]
Di rêçeya genîna alkolî de karlêka yekem ji aliyê enzîma pîruvat dekarboksîlaz (bi înglîzî: pyruvate decarboxylase) ve tê hankirin. Ji pîruvatê koma karboksîlê diqete û wekî gaza karbona dioksîd tê berdan. Wendakirina karbona dioksîd, qeberaya pîruvatê bi qasî karbonek kêm dike û molekula dukarbonî ya bi navê asetaldehîd çêdibe. Di gava duyem a genîna alkolî de, bi hankirina enzîma alkol dehîdrojenaz (bi înglîzî: alcohol dehydrogenase) NADH tê oksandin bo NAD+ û asetaldehîd jî bi wergirtina elektronan tê kêmkirin û etanol peyda dibe.[7] Ango di genîna alkolî de asetaldehîd ji bo wergirtina elektronan, wergira dawî ye.
Bi eslê xwe etanol ji bo karoka havênê madeyek jehrî ye. Li gor cora karoka havênê û rewşa hawirdorê, karokên havênê dikarin di hawirdorek bi rêjeya alkola %5 heta %21ê de bijîn.[8]
Bi gelemperî heke di genînê de asta rêjeya alkolê ji %12yê bilintir bibe, karokên havênê dimirin û genîn radiweste. ji ber vê sedemê, rêjeya alkola nav bîra û şeraba asayî ji %12yê kêmtir e.[6]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
- ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
- ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,