Genîna asîda laktî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di rêçeya genîna asîda laktî de, pîruvat ji aliyê NADH ve tê kêmkirin û laktat (asîda laktî) peyda dibe.

Genîna asîda laktî (bi înglîzî lactic acid fermentation) an jî rêçeya asîda laktî (bi înglîzî:lactic acid pathway), di sîtoplazmaya xaneyê de piştî glîkolîzê, di nebûna oksîjenê de kîmîkekarlêka guhertina pîruvatê bo asîda laktî ye.[1]

Di hebûna oksîjenê de, xaneyên piraniya zindeweran, piştî glîkolîzê, bi rêçeya bahenaseya xaneyî (bi înglîzî: aerobic cellular respiration) pîruvat û NADH ên glîkolîzê ji bo bidestxistina hê pirtir ATP-yan bi kar tînin, pîruvat heta karbona dioksîd û av tên hilweşandin, NADH jî tên oksandin bo NAD+. Di bahenaseya xaneyî de wergira dawî ya elektronan oksîjen e.

Pêvajoya bikaranîna molekulek endamî ya ji bo oksandina NADH bo NAD+, wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.[2] Di rêçeya genînê de pîruvat wergira eletronan e.

Di nebûna oksîjenê de an ji di hawîrdora kêmoksîjenî de, gelek zîndewer bi rêçeya genînê ji NADH-ê elektron diguhazînin pîruvatê û NAD+ bi dest dixin.[3] Bi oksandina NADH-ê, ji bo berdewamkirina glîkolîzê, NAD+ tê dabînkirin.

Li gor berhema dawî ya ji pîruvatê hatî çêkirin, gelek corên genînê hene. lê ji vana du cor; genîna asîda laktî û genîna alkolî, genînên herî berbelav in.[4]

Hinek zîndewer bi guhaztina elektronan, pîruvatê diguherînin laktatê (asîda laktî) .

Zîndewerên wekî mîna karoka havênê jî bi kêmkirina pîrûvatê bo alkola etîl û karbonadîoksîdê NAD+ bi dest dixin.

Li gel hin corên karok û bakteriyan, di laşê ajalên birbiredaran (bi înglîzî: vertebrate) de di masûlkexane û xirokên sor de jî rêçeya genîna asîda laktî rû dide.[5]

Di rêçeya genîna asîda laktî de, pîruvat ji aliyê NADH ve tê kêmkirin û laktat (asîda laktî) peyda dibe.[4] Oksandina NADH ji aliyê enzîma laktat dehîdrogenaz (bi înglîzî: lactate dehydrogenase) ve tê hankirin (katalîzekirin).[6]

Genîna asîda laktî di masûlkexaneyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rewşa asayî de xaneyên peykeremasûlkeyê bi rêçeya bahenaseya xaneyî, ji xurekan ATP bi dest dixe. Di peykeremasûlkeyan de di dema karê giran û çalakiya bi lez de, pêdivî bi hê pirtir ATP-yan dibe, lê dibe ko leza guhaztina oksîjenê bo masûlkexaneyan bi têra xwe nebe, di rewşek wiha de masûlkexane bi rêçeya genîna asîda laktî, ji glukozê ATP bi dest dixe. Ji ber ko di rêçeya genînê de embara NAD+ a xaneyê tê nûkirin, glîkolîz hê leztir rû dide.[6]

Di dema glîkolîzê de ji bo elektronên ji oksandina glukozê hatine berdan ve wergira elektron, ango NAD+ tune be, glîkolîz radiweste.[7] Di genîna asîda laktî de, ji bo elektronan, wergira dawîn pîruvat e.[8]

Pîruvat bi wergirtina elektronan diguhere bo laktate. Laktat û asîda laktî ne haman tişt in. Laktat bi bargeya negatîv barkiriye, gava protonek bi laktatê ve tê girêdan, asîda laktî ya bêbarge peyda dibe.[9] Ango bi eslê xwe di masûlkexaneyên mirov de bi rêçeya genînê laktat berhev dibe, lê bi gelemperî laktat û asîda laktî bi heman wateyê tên bikaranîn.

Laktat (asîda laktî) ji bo xaneyê madeya paşmayî ye.[8] Laktat ji xaneyê tê dûrxistin an jî dubare tê guhertin bo pîruvatê. Piraniya laktata di xaneyên peykeremasûlke de çêbûyî, bi navbeynkariya xwînê tê guhaztin bo kezebê û ji bo çêkirina glukozê tê bikaranîn.[6]

Genîna asîda laktî di pîşesaziya xurek de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakteriyên asîda laktî di hawirdorek guncav de bi hêsanî zêde dibin. Di nav xurekan de ji ber çalakiya (genîna asîda laktî) bakteriyan pH-ya xurekan kêm dibe û hawirdorek asîdî peyda dibe. Piraniya karok û bakteriyên ziyanbexş di hawirdorek asîdî de nikarin çalak bibin, loma bi genîna asîda laktî, xurek ji bo demek dirêj, beyî ko xera bibin tên parastin.[10]

Bi genîna laktî ya hin bakterî û karokan, ji şîr, mast û penêr tê çêkirin.[4]

Hin corên bakterî yên wekî bakterîyên laktobasîlûs (Lactobacillus), streptokokus (Streptococcus) hvd wekî bakteriyên asîda laktî tên zanîn. Ji bo çêkirina mast û penêr ev bakterî bo meyîna şîr, wekî havên tên bikaranîn. Bakterî di nav şîr de, bi rêçeya genînê, ATP bi dest dixin. Laktata li dawiya rêçeya genînê peyda dibe, pH-ya hawirdorê kêm dike, bi vî awayê proteînên nav şîr bi hev ve dizeliqin û şilemeniya şîr kêm dikin, pêkhateyek nivreq peyda dibe.[11]

Bi gelemperî çêja asîdan tirş e. Heke şîr ji bo demek dirêj were meyandin, ango di şîr de genîna asîda laktî bo demek dirêj bidome, ji ber zêdebûna asta rêjeya asîda laktî, mast tirş dibe.

Herwisa tirşî jî bi genîna asîda laktî çê dibe. Wekî mînak, çêja tirşiya kelem û tirşiya xiyar ji ber hebûna asîdê tirş e.

Corên genîna asîda laktî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du corên genîna asîda laktî hene; genîna homolaktî (bi înglîzî: homolactic fermentation) û genîna heterolaktî (bi înglîzî: heterolactic fermentation)

Heke di genînê de ji molekulek glukozê, du molekul asîda laktî peyda bibe, ev genîn wekî genîna homolaktî tê navkirin. Bakteriyên şîr diguherînin bo penêr û mast, bakteriyên genîna homolaktî ne.

Glukoz + 2 ADP + 2 Pi → 2 Laktat + 2 ATP

Hin caran di rêçeya genînê de ji molekulek glukozê, molekulek asîda laktî, molekulek etanol û molekulek karbona dioksîd peyda dibe. Ev genîn wekî genîna heterolaktî tê navkirin û di vê genînê de kêmtir ATP tê bidestxistin. Bakteriyên ji bo çêbûna tirşîyê tên bikaranîn, bakteriyên genîna heterolaktî ne. Ango dema çêbûna tirşiyê de hinek gaza karbona dioksîd jî çêdibe.

Glukoz + ADP + Pi → Laktat + Etanol + CO2+ ATP

Girêdana derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhenga Biyolojiyê [2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ David L. NelsonMichael M. Cox(2013). Lehninger Principles of Biochemistry. : W. H. FREEMAN AND COMPANY • New York ISBN-13: 978-1-4641-0962-1
  4. ^ a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ a b c Fundamentals of Biochemistry L I F E AT TH E M O L E C U L A R L E V E L. : Voet D.,Voet G.,Pratt C. • John Wiley & Sons, Inc. ISBN-13: 978-0470-54784-7
  7. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  8. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  10. ^ National Research Council (US) Panel on the Applications of Biotechnology to Traditional Fermented Foods. Applications of Biotechnology to Fermented Foods: Report of an Ad Hoc Panel of the Board on Science and Technology for International Development. Washington (DC): National Academies Press (US); 1992. 5, Lactic Acid Fermentations. Available from: [1]
  11. ^ Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.