Gewdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eşîra Ertoşiyan ji 12 baban pêk tê. Yek ji wan Gewdan in. Gewdan li Başûrê Kurdistanê bi navê Gawda navdar e. Ev eşîr li Başûrê Kurdistanêli zaxo û duhok û semel û li bajarên Şirnex, Wan û Colemêrgê dijîn. Nifûsa wan gelek zêde ye. Mazntrin nifûsa ertosi ya ya gewda ne.

Milên Gewdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eşîra Gewdan ji 4 bavikên girik û ji 7 bavikên hûrik pêk tê. Bavikên mezin Mala Xazî, Mala Azimşêrî, Mala Mistefa, Mala Bahremê ne. Bavikên hûrik jî Mala Şahoyî, Mala Çempîrî, Mala Mahmud (Tivori), Mala Velî, Mala Qilîca, Mala Semirî û Mala Mamoyî ne.[1]

Kesên navdar ji eşîra Gewdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mala yousuf yê gewda babê Dindar gewda gelek navdare li nav mlati da. Mala isef Gewda pêşmergeyê qehraman li Başûre Kurdistanê li bajerê duhoke jîyaye.

Gundên wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên ku kesên ji eşîra Gewdan lê dijîn yên li nav sînorên Elkê ya Şirnaxê ev in: Gundê Germavê (bi tirkî: Ilıcak), Tanga Xana (bi tirkî: Akarsu), Pîrdoda (bi tirkî: Doğanyol), Tivor (bi tirkî: Dağaltı), Çemêpîrê (bi tirkî: Yaşat), Govik (bi tirkî: Söğütçe), Bêzal (bi tirkî: Ortalı), Feraşina Jorê (bi tirkî: Yeşilöz / Yukarı Feraşin), Kaçet (bi tirkî: Toptepe), Xiraba Mîrgê (mezre), Kahnîyabişkêr (mezre), Sîmqatê. O bezala irake.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şarman, Nurdan (2015). Beytüşşebap Ve Molla Hüseyin Batevî Sempozyum Bildirileri (PDF). Stanbol: Rektoriya Zanîngeha Şirnexê. rr. 251–254. ISBN 978-605-88496-5-5. Ji orîjînalê (PDF) di 12 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin.