Giorgia Meloni

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Giorgia Meloni
Navê rastî
Giorgia Meloni Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15ê kanûna paşîn a 1977an(1977-01-15) (47 salî)
Hevwelatî Îtalî
PîşeRamyar , rojnamevan
Meqam
  • Serokwezîrê Îtalyayê (2022–)
  • member of the Chamber of Deputies of the Italian Republic (Lazio 1 (Chamber of Deputies constituency), 2018–2022)
  • member of the Chamber of Deputies of the Italian Republic (Lombardy 4 constituency, 2013–2018)
  • member of the Chamber of Deputies of the Italian Republic (2008–2013)
  • Italian Minister for Youth Policies (2008–2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Italian Social Movement - National Right (1992–1995)
  • National Alliance (1995–2009)
  • The People of Freedom (2009–2012)
  • Brothers of Italy (2012–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevjînAndrea Giambruno
Partner
  • Andrea Giambruno (2016–2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok1
Dê û bav
  • Francesco Meloni Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xizm
  • Francesco Lollobrigida (sister's husband)
  • Nino Meloni (paternal grandfather)
  • Zoe Incrocci (paternal grandmother) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Grand Cross of the Order of the White Rose of Finland (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.giorgiameloni.it/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Giorgia Meloni, (jdb. 15ê kanûna paşîn a 1977an) ramyar û rojnamevaneke îtalyan e. Ji 2006an vir ve endama kabîneya parlamenteran li Îtalyayê ye, ew ji 2014an û pê ve serokatiya partiya ramyarî Fratelli d'Italia ("Birayên Îtalya") dike û ji sala 2020an ve serokatiya Partiya kevneperest û nûsazîperestên Ewropayê ye.

Meloni li Romayê ji dayik bû, di sala 1992an de tevlî Eniya Ciwanan bû, baskê ciwanan ê partiya ramyarî ya nû-faşîst Tevgera Civakî ya Îtalyayê (MSI). Ew paşê bû seroka neteweyî ya Çalakiya Xwendekaran, tevgera xwendekar a Hevbendiya Niştimanî (AN).Ew ji sala 1998an heya 2002an li parêzgeha Romayê endama civatê bû, piştî ku ew bû seroka Çalakiya Ciwanan, baskê ciwanan yê Hevbendiya Niştimanî. Di 2008an de, ew di kabîneya çaremîn a Berlusconi de wek wezîra ciwanan hat vebuhtin, ev paye ku wê heya 2011an girt. Di 2012an de, wê bi hev re parti Birayên Îtalya (FdI) damezrand û di sala 2014an de bû seroka wê partiyê. Di sala 2014an de li Îtalyayê di Hilbijartinên Parlamena Ewropayê de û li Romayê jî di hilbijartinên şaredariyan ên sala 2016an de wek berendama şaredariyê beşdar bû; di herdu hilbijartinan de jî ew nehat hilbijartin. Piştî hilbijartinên giştî yên Îtalyayê yên sala 2018an, wê di heyama 18emîn meclîsa qanûnî de FdI di dijatiyê de bi rê ve bir û piştrast kir ku binavûdengiya FdI di anketên raya giştî de zêde dibe, nemaze di dema kabîneya Draghi de, ku tê de FdI yekane partiya dijber bû. FdIya wê di hilbijartinên giştî yên Îtalyayê yên sala 2022 de cîhê yekem girt.

Wekî gelperestek rastgir û neteweperesteke îtalî, helwestên wê yên ramyarî wekî rastgirek tund tê binav kirin.

Ew li dijî zarokjiberbirin, ewtanazî û hevjînî û zewac ji hêla hevzayendiyan e, di şûna wê de destnîşan dike ku malbatên navokî bi taybetî ji hêla coteyarên mêr-jin ve têne rêvebirin.

Li dijî pêşwazîkirina koçberên ne ewropî û pirçandiyê, ew bi dijberiya biyaniyan û dijîslamîtî hat tawanbarkirin.

Ew piştgirê NATOyê ye, ji Yekîtiya Ewropayê bi guman e û berî Dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve 2022 di sala 2022an de, ku wê şermezar kir, piştgirî da têkiliyên çêtir ên bi Rûsyayê re û soz da ku dê çekan bide Ûkraynayê.

Wê nêrînên nakok diyar kiriye, wek mînak pesinandina dîktatorê îtalî Benito Mussolini di sala 1996an de û hevkarê Naziyan û hevdamezrînerê Tevgera Civakî ya Îtalyayê Giorgio Almirante di sala 2020an de.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giorgia Meloni di 15ê kanûna paşîn a 1977an de li Romayê  hat cîhanê.[1][2] Bavê wê ji Sardînya û diya wê ji Sîsîlya bû; bavê wê, şêwirmendê bacê, dema ku ew yanzdeh salî bû ji malbatê derket û çû Giravên Kenariyê.[3] Ew li navçeya Garbatella mezin bû.[3] Di sala 1992 de, di 15 saliya xwe de, Meloni tevlî Eniya Ciwanan bû, baskê ciwanan ê Tevgera Civakî ya Îtalyayê (MSI), partiyeke ramyarî ya nû-faşîst.[1]Di vê demê de wê koordînasyona xwendekaran Gli Antenati (Bavkalan) damezrand, ku beşdarî xwenîşandanên li dijî nûsaziya perwerdehiya giştî ya ku ji hêla wezîra Rosa Russo Iervolino ve hatî pêşve xistin, bû.[4]

Di sala 1996an de, Meloni bû seroka neteweyî yê Çalakiya Xwendekaran, tevgera xwendekar a Hevbendiya Neteweyî (AN),  mîrasgirê neteweyî-kevneperest  Tevgera Civakî ya Îtalyayê û nûnertiya vê tevgerê di Forûma Komeleyên Xwendekaran de ku ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ya Îtalyayê ve hatî damezrandin.[5]

Piştî serketina hilbijartinên seretayî, ew di sala 1998an de ji bo Encûmena Parêzgeha Romayê hate hilbijartin, payek ku wê heya 2002 girt. Di sala 2000an de ew wek Rêvebira Niştimanî hate hilbijartin û di sala 2004an de ew yekem seroka jin a Tevgera Ciwanan, rêxistina ciwanan a Hevbendiya Niştimanî bû.[6]Di van salan de, Meloni wekî dadok, xwaringêrr û li Piper Club, yek ji yaneyên şevê yên herî navdar li Romayê wekî meygêrr xebitî.[7][8]

Meloni di sala 1996an de di Enstîtuya Amerigo Vespucci de bawernameyek wergirt.[2] Meloni da zanîn ku wê bawernameya lîseyê ya zimanên li Enstîtuya Amerigo Vespucci ya Romayê, bi nota dawîn 60/60 wergirtiye.[9] Dibistan ne lîseya zimanên biyanî bû û ji ber vê yekê ne bawernameyaya zimanî bû, lê dibistanek amadeyî ya teknîkî bû ku di warê geştiyarê de şareza bû.[9][10] Vê yekê nakokî li ser wê yekê derxist ku gelo ew li ser bawernameya xwe derew kiriye.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Pietromarchi, Virginia (19 îlon 2022). "Who is Italy's leadership hopeful Giorgia Meloni?" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 20 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022 – bi riya Al Jazeera.
  2. ^ a b "Biografia del ministro Giorgia Meloni" (bi îtalî). Palazzo Chigi. çiriya paşîn. Ji orîjînalê di 2021-03-31 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2022-09-27. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ a b Dell'Arti, Giorgio; Spada, Alberto (27 gulan 2014). "Giorgia Meloni" (bi îtalî). Corriere della Sera. Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
  4. ^ Fontana, Simone (28 tîrmeh 2022). "Da dove arriva Giorgia Meloni, l'ultima fiamma della destra". laRegione (bi îtalî). Ji orîjînalê di 7 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
  5. ^ "'Woman, mother, Christian' guides Italian far-right to brink of power". Euractiv (bi îngilîzî). 10 tebax 2022. Ji orîjînalê di 22 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
  6. ^ Giuffrida, Angela (17 îlon 2022). "God, family, fatherland – how Giorgia Meloni has taken Italy's far right to the brink of power". The Guardian (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 19 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
  7. ^ "Meloni, da barman a tata.. a ministro: 'Ho fatto tutti i lavori e ne sono fiera'" (bi îtalî). Blitz Quotidiano. 17 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022Di 17ê nîsanê de hate nûve kirin.{{cite news}}: CS1 maint: postscript (lînk)
  8. ^ Guerzoni, Monica (17 kanûna paşîn 2013). "Giorgia Meloni : 'Io militante ventenne e i Lego con la figlia di Fiorello'" (bi îtalî). Corriere della Sera. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 31 adar 2021 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  9. ^ a b "Che scuola ha fatto Giorgia Meloni: cosa sappiamo sul curriculum della leader di FdI". Money.it (bi îtalî). 1 îlon 2022. Ji orîjînalê di 1 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
  10. ^ "Giorgia Meloni's CV" (PDF). Ji orîjînalê di 5 tebax 2022 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 27 îlon 2022 – bi riya Comune di Roma.
  11. ^ "Nel curriculum di Meloni c'è qualcosa che non torna?" (bi îtalî). Pagella Politica. Ji orîjînalê di 30 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.