Girara meyxaneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girara meyxaneyê yan savara meyxaneyê bi tîkegoşta pîlê tê kelîn. Divê goştê mihê be. Li Semsûrê deng vedaye. Ji meyxaneyê re badexane, araqgeh, kabare jî dibêjin. Berê li meyxaneyan (dibe ku wekî meze) dihatibûye servîskirin.

Berkeliya savara badexaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 kg tîkegoşta pîlê
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) girar (savar)
  • 4 SA av
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
  • 2 serî pîvaz
  • 2 fringî (pamîdor, şamî, bacanê sor, tomatos)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 2 KŞ xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goşt bi nîv SA avê bidin ser agir. Goşt ava xwe kişand, pîvaza hûrkirî, îsota sor û rûn tevlî bikin, heya zerayî bi pîvazê ket biqelînin. Qalikên fringiyan bigirin, hûrbikin, berdin navê, tevbidin.

2 SA avê tevlî bikin, heya goşt nermijî bû bila bikele. Ava xwe kişand, du car qasî savarê avê berdin navê û du kelan pê bînin.

Îcar girarê (savar, bulxur) berdin navê, derxûnê bigirin. 3-4 deqe di agirê gurr, 3-4 deqe nîvco û paşê jî di agirê nizm (kêm) de bikelînin.

Kel bidawî bû, ser pîlawê bi kaxezê sîs ê di kelandina xwarinan de tê bikaranîn porbikin, derxûnê bigirin, bêhêlin bila bi qasî 20-25 deqeyan sar be.

Beriya servîskirinê îsota reş pê werbikin.