Giyasettin Sayan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Giyasettin Sayan
Member of the Abgeordnetenhaus of Berlin (d)
Jidayikbûn
Navê rastî
Gıyasettin SayanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Partiyên siyasî

Giyasettîn Sayan (4ê nîsana 1950an, Dêrxas, Mûş) siyasetmedarekî kurd ê li Almanyayê ye.

Sayan li bakurê Kurdistanê li navçeya Dêrxasê ya Mûşê di 1950an de ji dayik bûye. Piştî dibistana amadehiyê derketiye Almanyayê ji bo perwerdehiya kargeriyê. Di sala 1980an de li Berlin FHW de destûrname kargeriyê girtiye. Piştre dîsa li Berlîn FU, di sala 1984an de destûrname siyasetnasiyê girtiye. Ji 1985 heya 1998 karê berpirsiyariya civakî kiriye li bajarê Spendau. Ew ji xeynî kurdî; tirkî, almanî, erebî û farisî dizane. Di sala 1982an de dest bi karê polîtîkayê kiriye di nav çepên Almanyayê de. Ji sala 1995an vir ve wekî parlamentarekî almanan kar dike. Ew herwekî bi karê pirsgirêka kurd, hindikayî û neonazî re bilî dibe. Endamê Partiya Sosyalîzma Demokrat (PDS) e.