Keyaniya Goguryeoyê
Goguryeo 고구려(高句麗) | |||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||
Goguryeo di dema xwa ya herî rind da li sala 476 P. Z.
| |||||||||||||||||||||
|
Goguryeo yan jî Koguryo (bi korêyî 고구려) yek ji qiraltiyên berê yên Korêyê ye. Ev qiraltî dikeviya Nîvgirava Korêyê, başûrê Mançuryayê û başûrê Deryaya Rûsyayê îroyîn.
Damezirênerê wî Jumong bû. Ew tîravêjekî û şervanekî efsanewî bû. Goguryeoyê ku wî damezirandibû li Korêyê hiroyîn 705 sal hukim kiriye.
Baekje û Silla bi Goguryeoyê yek ji sisê qiraltiyên Korêyê bûn. Goguryeo bi saya civakên xwa yên li Nîvgirava Korêyê hêzeke bibandor ji hêla siyasî û karûbarên derva li Çînê û li Japonê bû.
Li gorî Samguk Sagiyê ku li sedsala 12emîn li ser tarîxê Korêyê hatiye nivêsandin, Goguryeo li sala 37 B. Z. ji hêla prensekî buyeoyî bi navê Jumong hatiye damezirandin. Bi hilweşîna qiraltiya Joseon ê kevnar ji ber zextên xanedana Hanê li sedsala 2emîn B. Z. xalkê Gojoseonê koçî welatên û qebîleyên cuda kirin. Jumong vê xelkê ku belavbûyî û di bin zilmê Hanê da mayî di bin direfşekî da yekkir, Mançuryayê û Korêya Bakur dagir kir û qiraltiya Goguryeoyê damezirand.
Goguryeo li Bakurrohhelata Asyayê di navbera dema ku hêzekî herêmî bû hetanî reqabetê bi xanedana Tang ve dikir hêdî hêdî lawaz bû. Li sala 668 tifaqekî di navbera Tang û Sillayê xanedan qulipand û bi vê yekê Goguryeo ji holê rabû. Piştî têkçûna Goguryeoyê axên wî ji hêla xanedana Tang, Silla û Balhaeyê ve hatin dabeşkirin. Goryeo wek paşhatiyê Goguryeoyê tê zanîn. Damezirênerê Goryeoyê Taejo ye.
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |