Golên endorheîk
Golên endorheîk, golên girtî[1] yan jî golên navxweyî[1] (hinek caran wekê golên qada daketî yan jî golên termînalî têne binavkirin[çavkanî hewce ye]) berhevok yan jî golbûna avê ye ku di nav qadeke endorheîk (qadeke dorgirtî) de bêyî derketineke diyar çêdibe. Golên endorheîk ji ber ku ji maddeyên ku di golê de ne bi dûkel bûna avê xilas nabe bi gelemperî ji avên şor pêk tên.[2] Golên endorheîk dikarin li herêmên derdora wan wekê nîşaneyên guherîna antropogenîkên wekî avdanî yan jî guherîna avhewayê werin bikar anîn. Golên xwedî drenaja (nizilan a binê erdê) binê erdê wekê golên krîptoheîk hatine pejirandin.
Golên endorheîk ên Kurdistanê Gola Ûrmiyeyê û Gola Wanê ye ku du golên mezin ên Kurdistanê ne.[3][4]
Celebên golên endorheîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Du awayên sereke yên ku golên endorheîk ên ku avê berhev dikin ev in: celebek bi herikîna çem ên di qada dorgirtî ya li deverên golên ku ber bi golê ve diherikin (deşarj) û celeba din jî ev e ku barîna baranê ye ku dibare qada golê.[2]
Ava berhevkirî ya golê ji ber ku derketina avê tineye bi dûkeliya avê û bi rêya nizilanê (ava ku di binê erdê de bi rêya veşartî diherike) winda bibe.
Lîsteya golên endorheîk ên li cîhanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Afrîka
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Depresyona Afarê (Geliyê Riftê ya Mezin a li Afrîkaya Rojhilat)
- Gola Çadê (Afrîkaya Navendî)
- Gola Rukwayê (Rojhilatê Afrîkayê)
Asya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gola Aralê (Qazaxistan û Ûzbekistan)
- Deryaya Qezwînê (Îran, Azerbaycan, Rûsya, Qazaxistan û Turkmenistan)
- Deryaya Mirî (Îsraêl û Ûrdûn)
- Gola Gavkhoniyê (Îran)
- Gola Hamonê Cazmoriyan (Kerman û Sîstan û Belûçistan, Îran)
- Gola Hamonê (Îran)
- Gola Maharloyê (Parêzgeha Fars, Îran)
- Gola Namakê (Qûm, Îran)
- Qarhan Playa (Qinghai, Çîn)
- Gola Şalkarê (Qazaxistan)
- Pangong Tso (Ladakh, Hindistan û Tîbet, Çîn)
Awistralya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gola Kumpupintilê (Rojavayê Awistralyayê)
- Gola Eyreyê (Awistralyaya Başûr)
- Gola George (Walesa Başûr a Nû)
Amerîkaya Bakur
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Carson Sink (Parêzgeha Churchill, Nevada, Dewletên Yekbûyî)
- Gola Devilsê (Dakota Bakur, DY)
- Gola Devilsê (Wisconsin, DY)
- Gola Enriquilloyê (Komara Domînîk)
- Etang Saumâtre (Haîtî)
- Gola Xwê ya Mezin (Utah, DY)
- Humboldt Sink (bakurê rojavayê Nevada, Dewletên Yekbûyî)
- Gola Owensê (Sierra Rojhilat, Kalîforniya, Dewletên Yekbûyî)
- Gola Piramîdê (rojavayê Nevada, Dewletên Yekbûyî)
- Quinn River Sink (bakurê rojavayê Nevada, Dewletên Yekbûyî)
- Salton Sink (başûrê Kalîforniya, Dewletên Yekbûyî)
- Gola Eagle (Kolombiyaya Brîtanî, Kanada)
- Gola Choelquoitê (Kolombiyaya Brîtanî, Kanada)
- Gola Martinê (Kolombiyaya Brîtanî, Kanada)
- Gola Manitouyê (Saskatchewan, Kanada)
- Gola Xochimilcoyê (Meksîko City, Meksîk)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê (Coğrafya). Stembol: Doz.
- ^ a b Yapiyev, Vadim; Sagintayev, Zhanay; Inglezakis, Vassilis J.; Samarkhanov, Kanat; Verhoef, Anne (2017). "Essentials of Endorheic Basins and Lakes: A Review in the Context of Current and Future Water Resource Management and Mitigation Activities in Central Asia". Water (bi îngilîzî). 9 (10): 798. doi:10.3390/w9100798. ISSN 2073-4441.
{{cite journal}}
: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ "Lake Van | History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Lake Urmia | Salt Lake in Kurdistan Largest Lake in the Middle East | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2024.