Gola Xamirpêtê ya Biçûk
Xuyakirin
Gola Xamirpêtê ya Biçûk | |
---|---|
Herêm | Gimgim, Mûş |
Bilindî | 2.173 m |
Rûber | 149 km2 |
Kûrahî | 47 m |
Koordînat | 39°6′40″Bk 41°45′42″Rh / 39.11111°Bk 41.76167°Rh |
Gola Xamirpêtê ya Piçûk (di salên dawî de dewleta Tirk navê wê kir Küçük Akdoğan gölü) ji du golên Xamirpêtê ya piçûk e. Di navberâ Gimgim û Xinûsê de ye. Li ser Çiyayên Xamirpêtê ye.
Li bakurê rojavayê Gimgimê dikeve. Ji aliyê kûraniyê ve ji Gola Xamirpêtê ya Mezin kûrtir e. Kûraniya wê digihîjê 47 m yê.[1] Rûbera wê 149 km², bilindahiya wê ji rûyê avê 2.173 m ye. Rengê wê ne wekî ya mezin kesk lê şîn e. Ji binîve herkîna wê berî bi ya mezin heye.
Golên Xamirpêtê golên volkanîk in. Navê wê ji ar (agir) û pêtên xam ên volkanan tê. Ango xam+ar+pêt bûye Xamirpêt.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Hamurpet (Akdoğan) Gölü". T.C. Kültür ve Turizm Bakanlığı (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 îlon 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |