Gola Xamirpêtê ya Mezin

Gola Xamirpêtê ya Mezin
Herêm Gimgim
Bilindî 2.149 m
Rûber 1.088 km2
Kûrahî 21 m
Koordînat 39°8′25″Bk 41°44′38″Rh / 39.14028°Bk 41.74389°Rh / 39.14028; 41.74389
Gola Xamirpêtê ya Mezin li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gola Xamirpêtê ya Mezin
Gola Xamirpêtê ya Mezin
Gola Xamirpêtê ya Mezin (Tirkiye)

Gola Xamirpêtê ya Mezin (bi tirkî navê wê di demên dawî de kirin Büyük Akdoğan Gölü) li bakurê rojavayê Gimgimê dikeve û ji du golên Xamirpêtê ya mezin e.

Bilindahiya golê ji rûyê avê 2.149 m û kûraniya wê jî li dora 0-21 m ye. Rûbera golê 1.088 km² ye. Ji ber kû ne ewçend kûr e, di germa havînê de rengê wê nîvkeskî ye. Ava golê pirr zêde kêm nabe, lewra gelek kanî diherikin golê. Herwekî cok (cihog, çemok) jî. Di zivistanê de dicemide. Li golê masî tên girtin. Ava zêde ya golê diherikê çemê îskender.

Li ser navê golê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axa herêmê volkanîk e. Ji ber ku volkanan ar (agir) û pêt a xam diweşandiye, Kurdan navê wê wekî Xam+ar+pêt danîne. Piştre wekî Xamirpêt guheriye.[çavkanî hewce ye]

Beriya komkujiya Ermeniyan ermenî li bajarê Mûş û Wanê dijiyan, hejmara wan li gund û navçeyan ji 10 % kêmtir bûne. Li Gimgimê li çend gundan pirranî bûne lê li devera golên Xamirpêtê nedijiyabûne.[çavkanî hewce ye]

Di dîrok û wêjeya devkî de Xamirpêt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Xamirpêtê di gelek stranan de cihê xwe girtiye. Di komkujiya ermeniyan (terteleya filehan) de ji aliyê kurdan ve li nêzîkê golê di binê erdê de Ermenî hatine veşartin ku neyên kuştin. Tê gotin ku Kurdan bi sedan kes wiha filitandine lê di dawiyê de ji aliyê Tirkan ve hatiye eşkerekirin. Ew Kurdên ku Ermenî parastine ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatine cezakirin. Kevir bi lingên wan ve hatiye girêdan û ew saxî avêtine golên Xamirpêtê.

Di stranên dengbêjiyê de gelek caran navê golên Xamirpêtê derbasdibe. Dengbêj Reso straneke taybet bo Xamirpêtê çêkiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]