Gotûbêj:Çemê Çetelê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çemê Çetelê, ku derê diherike? --MikaelF 12:47, 2 rêbendan 2010 (UTC)

....welle dema ku min sernavê gotarê xwend dil^^e min hisktir lêket, ji ber ku ez stranê nas dikimê cemê cetelê ciye li ku ye nizanim. Di gotarê de min ev enformasyonan geriya, lê ne dît :(. Biborîne Mikaelo bra... --Ferrus 13:10, 5 rêbendan 2010 (UTC) ... belkî di gotara li ser Kawîs Axa enformasyon hebin? em vê stranê ji wî nas dikine. --Ferrus 13:13, 5 rêbendan 2010 (UTC)
Ji Çiyayê Kosedaxê derdikeve, ji nava navçeya Agiriyê Zêdikanê re diherike. Ango li Parêzgeha Agiriyê ye. Bi texmînî di vê stranê de behsa bûyerên piştî şikestina Serhildana Agiriyê bûne tê kirin. Qorên eşîrên Hesenan, Bekiriyan, Celaliyan, Cibiriyan ûêd. derbasî Kurdistana Îranê dibin û li wir jî artêşên Îranê pêşî li wan digirin. Pirraniyan sîvîlan tên kujtin an dîlgirtin. Bi hezaran kes winda dibin. --Bablekan 15:52, 5 rêbendan 2010 (UTC)
Silav... malîava û gelek spas ji bo bersivdayîna we. Çend navên gundên herêmê jî hene, wek Çatelîpaşa û Çemê Çeto... têkilî heye ligel navê çemî, Çemê Çetelê, û van navên ha, gelo? --MikaelF 16:48, 10 rêbendan 2010 (UTC)
Têkiliya Çemê Çetelê û Çemê Çeto pev tune, tenê du çemên eynî bajarî ne. Gundê ku Çemê Çetelê lê ye, gundê Çatkosedaxe û Çatelîpaşa gundekî din ê Agrî ye. Çendek berê bernameya TRT Şeş'ê "Rêwî" çû wir û li gundê Çata Kosedaxê li ser stirana Xalo û Çemê Çetelê axaftin. Li gund, çar-pênc çem diherrikin, li binya gund dibin yek û ev jî wekî çetelekî, lewma dibêjin çemê çetelê... Wek Bablekan gotiye ev stiran piştî bûyera Serhildana Agirî çêbûye. Kesekî bi navê Elîxwarzo ji xalê xwe diqete û di wir ra derbas dibe. Lê ev çûyîn dibe dawîya wî. Jixwe navê kilamê Xalo û gotina xwarzo di navê Elîxwarzo da bi wateya xwarzî ji ber vê yekê ne.--qewax 20:45, 21 rêbendan 2011 (UTC)