Gotûbêj:Ûranos (mîtolojî)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Merheba @MikaelF:, hêvî dikim tu baş bî. Gelo te çima nav kir Ûranos? Navê gerstêrkê Ûranûs û navê vî Ûranos nabe. Her du jî yek in.—Gomadapeyam 16:30, 31 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Birêz @Gomada: gelek spas ez baş im, tu çawan î? Erê, dibe.. :) Ûranos û Ûranûs heman nav e, rast e, lê transkrîpsiyona kurdî ya navê xwedawendê mîtolojiya yewnanî Ûranos e, li gorî nivîsguhêziya alfabeya yewnaniya kevin wisa ye. Dû re di sedsala 18an de (?) gerstêrkê vedibînin û navê Ûranos ê bi latînî lê dikin Ûranûs. Min dîtiye ku zimanê almanî jî herdu peyvan bi vî awayî cuda dinivîsin, Uranos û Uranus, ne wisa? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 17:41, 31 çiriya pêşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas, ez jî baş im. Spas ji bo bersiva te. Bi ya min, ev tenê tevlîheviyê derdixe, du navên cida ne lazim in (çi latînî çi yewnanî di koka xwe de eynî tişt e), divê kurmancî sade be. Herwiha almanî tenê mînakek e, bi dehan ziman heman navî bi kar tînin. Heke @Penaber49, Bikarhêner, û Balyozxane: yan ên din li ser vê tiştekî din nebêjin, ez ê nêv dîsa biguherim. Bimîne di xweşiyê de û qewet be ji te re!—Gomadapeyam 12:53, 2 çiriya paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
Silav Gomada, ez hertim ji bo zelal û sadebûna zimanê kurdî dixebitim. Di vî warî de ez ne bi te re me; transkrîpsiyona kurdî ya navên mîtolojiya yewanî ne hewce ye ku eynî hev bin, yanê Ûranos navekî mîtolojîk e û Ûranûs navê gerstêrkê ye. Ez tê de ti tevlîheviyê nabînim. Heke ez ne çewt bim, keştiyek jî hebû navê wê Ouranus bû, ma divê em ji bona sadekirin zimên bikin Ûranûs an Ûranos? Bi heman awayî, paytexta Yûnanê Atîna ye û nivîsguhêziya navê mîtolojîk Atêna ye. Ne pirsgirêkeke mezin e; daxwaza min ev e, transkrîpsiyona navên yewnanî yên kevn a Wîkîpediya Kurdî bibe standard ji bo zimanê kurdî. Qewet be ji te re jî, hevalê hêja û giranbiha. --MikaelF (gotûbêj) 18:04, 5 çiriya paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada, MikaelF, Balyozxane, Ghybu, û Penaber49: Merheba ji we tevan re. Hêvî dikim ku hûn baş bin înşallah. Bi min, navê gotarê wekî eslê yê di mîtolojiyê de -wek Ûranos- be çêtir e. Bi silavên germ. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:26, 6 çiriya paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]