Gotûbêj:Şahmaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şahmaran (Şaha Maran) “XWEDAWENDA PARASTINÊ”

Di ew neqşên wê yên kûbar de seriyê jineke rûheyv an marek. Destpêkê mirov ji hev dernaxe, ka ev jineke an marek e. Sekneke cidî, jixwebawer û melûl heye. Tu ji kîjan milî de lê binêrî, her dem bi rûkenî tamaşeya te dike. Bi vê sekna xwe fena xwedawendekê ye yan jî fena bûkeke berxêlî ye. Rûyê wê fena heyva çardehî dibiriqe. Di nêrandina destpêkê de ji mirov re dibişire û tebesûmekê belav dike. Her dem bi rûkeniyekê pêşwazî dike. Jixweber di mirov de merak û hezkirinekê diafrîne. Li ser serê wê tiştek mîna tacekê heye. Ev tac bi rengê kesk, sor û zer xemilandî ye. Ya balkêş jî tam li ser tacê jî stêrkeke bi rengî sorî heye. Nêrînên wê, dilê mirov aram dike di nava sê gulên rengê xwînî de. Dilsozî û germahiyek her jê difûre. Du qiloçên kovanî û badayî bi rengê zerî û keskî, bi wan ve jî du tiştên guharî fena şembelîlkan xwe berdane jêr. Di navbera herdu qiloçan de, du qiloçên bi rengê reşber ber bi jor ve mîna serê şûrekê hilkişiyane. Du çavên mezin bi rengê şînî û fireh û xezalî, wekî çavên koviyan dixuyin. Li ser stûyê wê, sîng û berên mezin xuya dikin, gelek spehî ne û gerdaneke bi rengê pembeyî yan aqûtî xwe lê pêçaye. Di navîna gerdenê de mûcewhereke mezin bi rengî şînî heye. Ev bi şiklê dil e. Ber bi jêr ve motîfên kesk, sor û zer hene. Neh gulikên di nav wan de bi xalên keskî di nava rengê sorî de kemilîne û laşê wê yên pûlik pûlikî fena leylanên çemê Dîclê dibiriqin. Bejna wê, ya marek e û her diçe ber bi dûvê ve zirav dibe û bi mareke xwedî tac diqede. Ev mar mê ye an nêr e, ne diyar e, bes di stûyê wê/wî de jî gerdaneke xelekî heye. Ev gerdan sor e. Li serê mar tacake bi motîfên delal xemilandî heye. Zimanê xwe di nava diranên xwe yên mircanî de derxistiye û li ser şeş marên biçûk sekiniye. Bes bi tevahî dozdeh mar in, ji wêne tenê şeş xuya dikin. Jixwe ev mar lingê wê bixwe ne. Li ser serê van marên biçûk jî, di qiloçikên biçûk hene.

Belê min hewl da hinek nîgara Şaha Maran bikim. Li Mezopotamya û li Anatolyayê li dîwarên gelek malan wêne û resmên Şaha Maran an jî Şahê Maran hene. Di çîrokê de Şahê Maran tê gotin, bes dema mirov li koka peyvê dinêrê, xîtap ji bona tiştek mêr e. Ku wekî Şaha Maran bê gotin belkî bi ya min wê baştir bibe. Lê wekî Şahmaran jî em bi nav bikin, wê nebe pirsgirêk. Dema ku tu li Kurdistanê dikevî malekê, kevala(tablo) Şahmaran li ciyê herî xweş ku baş xuya bike tê daleqandin. Piranî li eywanan û li odeyên mêvanan tê hilawestên. Hinek ji wan bi çarçoveyên cam in û rengorengo ne. Di nava wêneyan de, belkî ya ku destpêkê bal dikşîne ew e. Ji ber ku gelek xwedî raz û nepenîbûnê ye. Di nava xwe û yên temaşekar de girêdaneke efsûnî diafrîne. Bi taybet jî di navbera wê û jinan de. Her çiqas sedama wê baş neyê zanîn jî, ji bona jinan wekî “xwedawenda parastinê” ji nav cihêzên keçan kêm nabe.

Me di destpêkê de jî gotibû ku, di kevalê de jin, mar, tac, qiloç û motîfên efsûnbazî di nav hev de ne. Di kevala Şahmaran de, ku mirov yek bi yek li ser bisekine;

Jin: Aafirînera serdema neolîtîkê ye û xwedawend e. Li ser her dîwarê şikeft, heykel, mabedek heykelên jin an dayîka xwedawend kêm nabe. Di jiyana mirovantiyê de, ji sedî 98 bi awayî derbas dibe. Di pêşengiya jinê de civaka xwezayî bi pêş dikeve, bi dest jinê çandinî û kedîkirina lawiran bi pêş dikeve û şoreşeke ku hê jî bandora xwe didomîne dide destpêkirinê. Ev rihê xwedawendiyê hiştiye ku tu carî civaka xwezayî li hember şaristaniya derewîn tune nebe. Ev berxwedaniya parastina civaka ehlaqî û polîtîk, kiriye mijara peyker, destan, çîrok, mît û mîtosan.

Vaye Şahmaran jî yek ji wan sembolan e. Her etnîsîteyek, her gelek di seyra dîrokê de ji xwe re motîfeke xwedawendiyê hilbijartine. Ev motîf, bi piranî çand û kevneşopiyên wan û têkiliyên wan ên civakî rave dikin. Û her xwedawend di bingeha xwe de xweşik û çeleng in. Jin di resmê Şahmaran de temsîla zanebûn, wijdan, adalet û xweşikbûnê û tevahiya van hemûyan temsîla xwedawendiyê dike.

Mar: Li gorî mîtolojiyan mar sembola ciwantî û bêmiriniyê ye. Mîna mît û mîtosên olî, ku mar wekî çavkana xerabiyê bi nav dikin û bi vî awayî êrîş birine ser jinê, aliyên propagandayî ne. Di rastiya xwe de, mar temsîla xerabiyê nake. Lewma di tenduristiyê de jî, sembola dermaniyê ye. Ji ber ku mar her dem kirasê xwe diguhere, tê bawerkirin ku ew her dem ciwan dimîne û bêmirin e. Ji ber ku heman rewş di xwezayê de jî heye. Çawa ku darek payîzê pelên xwe diweşîne û biharê dîsa şîn dibe, mar jî wisa ye. Loma xwedawend xwe ji hêza mar bêpar nahêlin û di kevalê de di navbera jin û mar de girêdaneke laşî û rihî heye.

Tac: Her çiqas tac wekî sembola desthilatdariyê bê fêmkirinê jî, lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Di serdemên ku jin pêşengiya civakê dikirin, civakeke xwezayî, ehlaqî û polîtîk hebûn tac hebûne. Di wan deman de padîşah, şah û serdestên dîtir jî nîn bûn. Lewre tac jî li gorî wê demê, pêşengî û pîrozbûnê jinê rave dike.

Qiloç: Li gorî mîtolojiyan qiloç xwedî wateyên cuda cuda ne. Di wêne an resmê Şaha Maran de hem qiloçê badayî an gopalî heye hem jî qiloçê serberz heye. Qiloçê badayî sembola bereket û zayînê ye. Ji ber ku di neolîtîkê de jin zayîn dikir û pê re zayîna axê jî pêk dianî. Giha berhev dikir, erd diçand, alavan diafirand û lawiran kedî dikir. Yekem bi karê derman re mijûl bû. Qiloçê serberz jî, sembola bihêzbûnê diyar dike.

Motîfên Efsûnî: Efsûnî sembola zanebûnê ye. Her çiqas ev ji hêla şaristaniyê ve ji wekî “Pîrebok” hatibin berevajîkirinê jî û pê re jî vê kirine hinceta şewitandina wan, di rastiyê de ev ne wisa ye. Ev zihniyeta sîstema mêrê kone ye. Ev zihniyet, bi heman rengî, sîstema xwe li ser kolekirina jinê û tunekirina çanda xwedawendiyê aniye heta rojên me yên îroyîn. Dema ku vê yekê kiriye jî bi mîtolojiyan vê xemilandiye. Ji bona vê, şerê di navbera Înanna û Enkî, Mardûk û Tîamat her tiştî radixe ber çavan. Di encamê de wateya bingehîn a zindîbûnê jî, xwezanîn e. Ji bona ku ev derewên şaristaniyê bê fêmkirin, mirov li dîroka nîvcomayî ya Dayîk-Xwedawend binêre wê bes be. Lewre, di Şaha Maran de ev hêl aşkere ye.


Em van hemûyan di nav hev de binirxînin, bi ya min em ê bigihên encameke wisa ku, wêneyê Şahmaran an Şaha Maran, di nava xwe de xweşikbûn, ciwantî, bêmirinî, zayîn, ehlaq, polîtîka, hêz, bereket û tevahiya van hemûyan de wêne ya Dayîk-Xwedawendekê ye û xemgîniya xiyaneta şaristaniya çînî ji wêne difûre. Dayîk-Xwedawendeke wisa ye ku, her dem xwe nû dike û heta hetayê jiyan dike. Bi her hêlên xwe bi xwezayê re di nava hevsengiyê de ye. Lewma ekolojîk e. Digel ewqas êrîşên mêrê kone û şaristaniya derewîn li ber xwe daye û xwe gihandiye roja me ya îroyîn.

Loma li her malê, li quncê herî baş wêneyê wê tê hilawestin û herî zêde jinên ciwan lê xwedî derketine. Sedema ku jinên ciwan wisa bi hesret lê xwedî derketine jî, hesreta azadiya civaka neolîtîk e.

Lê mixabin, ev deh salên dawîn ji hêla zihniyeta mêrê kone, ji hêla îdeolojiyên şaristaniyê ve, bi paşgotin û bi dij-propagandayên mîna; “Malên ku resmê Şaha Maran hebe, milyaket nakevinê” kevalên Şaha Maran yek bi yek ji malan hatin daxistin, keval hatin şikandin. Jixwe sîstema şaristaniyê carekê xiyanetê li Şahmaran kiribû û ew kuştibû. Niha jî ew sîstem bi xurafeyên olî, duyemîn car di şexsê Şahmaran de hewl didin careke din jinê bikujin û sembol, wêne û motîfên ku xwedawendiya jinê û lêgerîna azadiya jinê tîne bîra mirovan jî ji holê rabikin. Her hal ewqas kuştin û kolekirina jinê têrî wan nekiriye!

Ji berê de çîroka Şahmaran an Şaha Maran ji şevbuhirkên kurdan kêm nebûne. Di şevên zivistanî yên dûr û dirêj de, li derdora sobeyan tê vegotin. Di civaka kurdan de, vegotin huner e. Li civatan dema ku çîrok tê vegotin, xemgîniyek belav dibe. Waxewax tê kişandin. Dengbêj, rûspî, zane an her kî be, dema ku dest bi çîrokê dike, destpêkê vê dibêje; “Şahmaran şermeke mezin a mirovantiyê ye”Ji ber ku Şaha Maran keseke zane, alîkarxwaz bû, bi zimanê xweza û lawiran dizanibû û dostê wan bû..

Berî ku em derbasî çîroka Şahmaran bibin, divê mirov hinekî din jî, Şahmaran û nexşên wê şîrove bike. Bi ya min gelek sir û raz di wan nexşan de veşartî ne. Mirov dikare tê de mîtolojiyeke bêdawîn bibîne. Ji ber ku ewqas tişt di nav hev de ne, despêkê ji mirov ecêb tê, lê dema mirov baş bala xwe didiyê, her motîf bi zanebûn û hostetî li hev hatine û her yek ji wan sembola tiştek in û xwedî wate ne.

Efsane an destan, ji mîtolojiya Hîtîtan şopan dihewîne. Hîtîtî (B.Z 1600-1250) di navbeyna Enatolya û Mezopotamyaya Jorîn de jiyane. Heta di hinek çavkanan de tê gotin ku, li Torosan li bajarê Tarsûsê ku girêdayî Mêrsînê ye, şikefteke bi navê Şahmaran an Şahê Maran heye. Di gernameya Evliya Çelebî de jî ku tê gotin, li Mîsîsa Ceyhana Edeneyê ku li Çûkûrovayê ye, kelayeke bi navê “Evsafı Kal’aî Şah Maran” Kelaya Şaha Maran heye û ev kela ji hêla maran ve tê parastin. Ji ber ku Şahmaran ji bona ku xwe ji însanan biparêze di bin erdê de ye, di hemû guhertoyan de, kunek heye û ev kun gelek baş nixumandiye. Encax bi tesadûfan bê dîtin. Dema ku destan tê vegotin, bi gelek guhertoyên(versiyon) cuda cuda tê vegotin. Li gorî herêman, welatan jî cudahî hene. Nav diguherin, qewimîna bûyerê diguherin, bes cewher naguhere. Ma jixwe ev ji bona hemû destanan ne wisa ye? Her etnîsîte, herêm an netew rengê xwe li gorî çanda xwe didê. Ev efsaneyan ku bi rojan vegotina wan naqede, belkî di vê nivîsê de cî dayîn wê rast nîn be, bes bi kurtasî be jî em hinek qala dawiya efsaneyê bikin wê baştir bibe. Jixwe dengbêj encax di donzdeh şevan de dikaribûne biqedînin. Rojek ji rojan rehme dê û bavê guhdaran çîrok an efsane despêdike û zaneyên vegoter vê gotinê dibêjin; “Ev çîrok şerma însana ye” û ji devê vegoteran bi çavên şil tê guhdarîkirinê û fena hungiv dikeve şevên reş î tarî.

Şaha Maran, şaha maran bûye. Ne tenê bandora wê li ser maran hebûye, li ser hemû giyanewerên xwazayê hebû. Lê ew tu carî vê hêza xwe bi nebaşî bi kar neaniye. Jixwe Şaha Maran hêza xwe ji zanebûna xwe digire. Xwediyê hemû zanebûna gerdûnê bûye. Her dem riya heqîqetê de bûye. Zimanê hemû heywanan dizanibûye û dîroka her tiştî zanibûye. Ew her dem ji mirovan direviya. Ji ber ku azweriyên ezezî yên mirovan baş dizanibûye. Her dem zanebûna xwe ji wan veşartiye. Ne tam mar bûye, ne jî tam jin bûye; ne tam av bûye, ne jî tam agir bûye. Nîv şev, nîv roj bûye. Ji nivî laşê xwe jineke bedew, li serê wê taceke bi heybet hebûye. Lê ji nîvî laşê xwe mar bûye. Ew xwedawenda hemû mar û giyaneweran bûye.

Reva Şaha Maran a ji însanan, heta ciyekê diçe. Rojekê li gorî hinekan Mîrze Mihemed, li gorî hinekan Memed, li gorî hinekan Cansap... Digel ku Şahmaran ji mirovan direviya jî, hesreta wê ya dîtina mirovan jî hebûye. Lê xiyaneta mirovan jî baş zanibûye. Li gorî versiyonekê; rojek du kes li daristanê dar berhev dikin. Piştî baraneke bi şid, gelek şil dibin û ji bona ku xwe ziwa bikin, dikevin şikeftekê. Di şikeftê de tahtek bala wan dikşîne. Bi heftbela dema ku taht radikin, dibînin ku di bin taht de bîreke hungûvîn heye. Herdu kes, dest firotina hungiv dikin û her diçe dewlemend dibin. Lê yek ji wan, ji ber çavnebariya însanî, ji bona ku dest bide ser hemû qezencan, hevalê xwe di bîrê de dihêle û ew ji mirinê re diterkîne. Ew zilam an xortê ku di bîrê de dimîne û piştî demekê bi tesadûfî leqayî ciyê maran tê. Dema ku ferq dike, derdora wî hemû mar in, -bi hezaran- qîrek dike û ji ser hişê xwe ve diçe. Lê piştî ku şiyar dibe, dema ku mar pê re diaxivin, tirsa wî diçe. Ew dibin, hizûra Şaha Maran. Êdî carek ciyê wan hîn bûye. Xort li hember xweşikbûna Şaha Maran efsûnî dibe. Bes wisa dixuye, dilê Şaha Maran jî bi xort germ dibe. Şaha Maran ku bi hezaran salan xwedî temen e, li hember vê rewşê hestên wê yên hezkirin, xemgînî, heyecan û biryarî tevlihev dibin.

Sal û dem dibûhirin, her roj sohbet dikin, bes digel ku ewqas hînî hev dibin û navbera wan gelek xweş e jî, xort dibêje; min bêriye gundê xwe, dayîka xwe û hevalên xwe kiriye. Gelek israr dike. Lê nabe! Şaha Maran dibêje; “Min soz daye ku ez ê careke din bi însanan baweriya xwe neynim. Ez nikarim destûr bideme te, da ku tu derê rûyê erdê” Xort, bi rojan, bi mehan bi salan dimîne û gotin ji dev dernayê. Lê hember vê yekê dilê Şaha Maran ranagire û digel ku dizane wê însan bêbextiyê lê bike jî, destûr didê. Tabî di vê navberê de, xort ji Şaha Maran kêm be jî dîroka hezaran salan hîn dibe, dîroka mirovantiyê hîn dibe, zanîna xwe gelek bi pêş dixe.

Tabî di çîrokê de tişta ku dertê holê, hêla zeîf a Şaha Maran evîn bûye. Ji ber vê yekê destûr dide ku xort derê rûyê erdê. Digel ku dizane wê xiyanetê lê bike jî! Li gorî gotinbêjan, berî xort bişîne wiha gotiye; “Belê, ma ez ne nîv însan im? Ev xala zeîf a însanan derket hemberî min. Li ser vê axê, evîn mirin e. Ev dibe ku şah be jî bi kêr tiştek nayê”

Dema ku xort sozên ku bêbextiyê neke dide, Şaha Maran dibêje; “Nebe nebe sozan bidî. Ez naxwazim tu ji soza xwe vegerî. Ji ber ku dizanim, însan zeîf in. Tu yê dawiyê dawîn xiyanetê li min bikî. Yek daxwaza min ji te heye, neçe hemamê.”

Ji ber ku li gorî efsaneyê, kesê/a ku Şaha Maran dîtibe, dema ku av li laşên wan dikeve, laşên wan pûlik pûlikî dibe. Ji ber vê yekê, xort ji gundê xwe dûr dikeve, bi salan bi tena serê xwe jiyan dike. Lê roj tê, dewran diçe, keyek(qralek) keça wî bi nexweşiyeke bêderman dikeve û li gorî efsûnbaz û rûspî dibêjin, encax derman avdonka goştê Şaha Maran e. Mesele tê ser dîtina Şaha Maran, dibêjin ku yên ku ew dîtibe, av li laşê wan bikeve, pûlik bi pûlik dibin. Li ser vê yekê ferman tê dayîn û hemû mêrên li welêt yek bi yek têdixin avê, dawiya dawîn dor tê xort û rewş tê fêmkirinê. Her çiqas li ber xwe bide jî, piştî tadeyî û îşkeceyan, xort li ser soz xwe namîne û biryar dide ku ciyê Şaha Maran ji leşkerên keya re bibêje.

Li gorî hinek dengbêjan, dibêjin ku xort diçe cem Şaha Maran û rewşê jê re dibêje. Şaha Maran li hember vê yekê; “Min negot li ser vê axê, evîn mirin e. Lê bila mar nizanibin ez diçime mirine” û daxwaza wî xortî naşkîne û bi derketina rûyê dinê re, ji maran re dibêje, belkî ez demek dirêj venegerim, li benda min nemînin. Ji ber ku Şaha Maran dizane ku ew bê kuştin, wê mar ji însanan heyfa xwe bigirin û wê dawiya însaniyetê bê. Lê li gorî hinek guhertoyan jî, jixwe rasterast tevlî leşkeran diçe warê Şaha Maran, xort ew qanî dike, derdikeve rûyê erdê û leşker ew digirin û dikujin.

Ji ber vê yekê, li gorî dengbêjan tê gotin ku, hê jî haya maran ji mirina Şaha Maran nîn e. Ku pê bihesin, wê toleke mezin ji mirovan bigirin. Kî dizane belkî roj bê pê bihesin û tola hezaran salan ji şaristaniyê û mêrê zilimkar û kone bigirin! Rûbar Andok