Here naverokê

Şahmaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê Şahmaran, ji salnameyeke Kurd

Şahmaran, gotinek e ku ji "Şaha Maran" tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî taybet xuya dike.

Dîroka Şahmaran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Şahmaranê, pir kevn e. Gava ku mirov li ser dîroka wê dihizire, mirov pir dîrokeke kûr û bi hizir dibîne. Di nava xelkê de dîrok û çîroka Şahmaranê ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xelkê de weke wêne dageriya rûmetê û xweşikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û esîlbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xelkê çîroka Şahmaranê gelekî tê ser zimên. Ji demên berê ve behsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroka Şahmaranê, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman. Di demên berê de, li ser Şahmaran vegotin û çîrokên ku dihatin gotin, di wan de hinekî "bawerî" jî pir mezin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, behsa Şahmaranê tê kirin. Dema ku behsa wê tê kirin, bi rêz û hurmet tê behskirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Şahmaran ve, bi hizreke mezin ye civakî re gelek nirx û kevneşopiyên mezin hatina jiyîn û têne ser ziman. Bi zêdeyî li Herême Botanê, di nav kurdan de, Şahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, dema ku mirov diçe herêmên din yên Kurdistanê jî, mirov rastê wê tê. Lê divê me behsa hebûne şahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xelkê de tê ser ziman û vegotin bênin ser ziman.

Şahmaran, hizreke civakî ya pir kevn e û dîrokeke mezin di xwe de diafirîne. Deme ku behsa Şahmaran hat kirin, pê re bahsa gelek nirx û hebûnên civakî yên demên berê de jîn bûn, tê kirin. Di civateka kurd de, tê gotin ku deme ku bahsa Şahmaran tê kirin û dîrok û çîroke wê tê vegotin, "heft şev û rojan bahs tê kirin û vegotin", lê nayê xilaskirin. Her weha dirêj û bêdawî ye. Pir kur tê vegotin. Deme ku çîroka wê hate gotin, jin û zarok, mêr û jin, malbatitî û hwd gelek nirx bi hev ve tê vegotin. Di nav xalkê de weke vegotinekê tê gotin ku " Şahmaran deh hezar sal jîn bû". Lê deme ku ev vegotin tê vegotin, pêre hineke din jî têne ser zimên. Tê gotin ku Şahmaran ji ber ku nîvî mar û nîvî mirov bû, karîbu ku bi efsûnan xwe, xwe bi temamî weke mirov bide nîşandin û here di nava mirovan û bi wan re weke mirov bimêne û jîn bibe. Bi vê vegotinê re, dihata gotin ku Şahmaran pir qencî bi mirovan dikir. Her deme ku derdikete nava mirovan, ku mirovek di rewşeke zor de bidîta, nêzîkî wî/wê dibû û çi ji destê wê bihata jê re dikir. Bi vê yekê navê Şahmaran bi awayekî din jî derdikeve, bi aliyê wê yê mirov ve. Ji xeynê wê jî, ew hertimî weke Şahmaran, her tim hebûn dihata ser ziman. Li herêma Botanê deme ku behsa wê dihata kirin, weke ku behsa pîroziyekê bikin, dihata kirin.

Şahmaran, nîvî mirov û nîvî mar bû. Bi vê yekê re, dihata dîtin ku di dinyê de ti kesek weke wê xweşik nebû. Ti kes li ser wê re ne xwediyê xweşikatiyekê bû. Ji vî alî ve, dema ku behs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweşkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne şahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Mirov dikare bêje ku Şahmaran, ne tenê dageriya xweşkatiyê bû, ew dageriya rûmet û hebûnê jî dihata dîtin. Loma, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi neqş hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtên hundurû ve dihatine dalaqandin. Mala ku wêne Şahmaran têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mezin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, "xalîçe"yeka ku wêne Şahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê jî bi xwe re dibîr. Ev yek, weke kevnşopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneşopiyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîroziyê jî bi Şahmaran re bi vê kevneşopiyê re bêne ser ziman.

Baweriya li Şahmaran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Şahmaran baweriyaka mazin heya. Deme ku bahsa wê tê kirin jî, ew bawerî tê ser ziman. Baweriye li Şahmaran, di xwe de xwediyê hinek xosletan bû. Ev xosletan jî, bi baweriye olî re pir caran dihata navhevkirin. Di mala kurd, ku mirov bahsa wê bike, divêt ku mirov bêje ku pir xwediyê hebûneke mazin bû. Kevneşopîye wê ya mazin hebû. Li gor wê kevneşopiyê, nirxbûn hebû. Hizir û bawerî, kevneşopî û çand, mirov û civak bi hev ve girêdayî di wê kevneşopîyê de bi nirxne mazin dihata ser ziman. Şahmaran ev hemû, bi wê wêne xwe dagir dikir. Ji ber vê yekê pir girîng bû. Wê Şahmaran di her malê de huzurek û rehetiyek dide çêkirin. Bi herkesekê di malê de baweriyek û ji bawerbûnek bi wan re dide çêkirin. Bi vê yekê mirov divêt ku bêje ku pir girîng bû.

Di civatan de jî, deme ku dihata vegotin, pir bi rêz dihata ser ziman. Di wê rêzê de ew bawerî û bawerkirin jî, pir mazin û bi nirx dihata ser ziman. Deme ku dihata vegotin ji, pir bi bal lê dihata hisandin. Her mirovê kurd, yên ku zarok jî bana, demeke ji aliyê dê û bavê wan ve birine civatan û lê dihatina rûniştandin. Ji ber ku li Şahmaran bi hisênin. Diviya bû ku herkesekî zanî bana. Ev yek weke pêdivîyekê jî dihata dîtin. Di nava kurdan de, her demî, mirovên zane û biaqil, di civatan de lev digahana hevdû. Deme ku lê digahana hevdû jî, êdî ji hevdû re diaxiftin û bahsa Şahmaran û dîrok û çîrokê wilo yên di nav xalkê de dihatina kirin. Di nava kurdan de kevneşopîye civatê, bi vî awayî, ev nirxên xalkê û civakî li di parastin. Her timî kurdan zarokên xwe bi xwe re dibirine civatan û bi xwe re li civatan didana rûnandin, da qana hinek tiştne di daberê dîrok û zanebûnê de his bikin û pê mazin bibin.

Vegotina Şahmaran bisereke

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vegotina Şahmaran, pir kevn û dîrêj e. Di nava kurdan de weke ku tê gotin, pir dîrêj e. Vegotina Şahmaran, wêneyekê mazin yê çanda kurd e. Li ser vê vegotinê, pir tê vegotin. Di nav xalkê de pir bahs tê kirin. De ne, bi vê yekê re, mirov dîvêt ku kevneşopîyeke kurdan ye pir girîng bêne ser ziman. Ew kevneşopî jî jin e. Jin di civaka kurd de pir mazina û bi kevneşopî ye. Li ser wê çandaka pir mazin heye. Di demên berê de ev yek weha ye. Pîroziyek di jinê de dihata ser ziman. Ev pîrozî jî pir mazin bû. Bi nirx û kevneşopî bû. Di malê de, ya ku mal ava dikir jin bû. Di nav civakê de, ya ku aramî jî di parast ew bixwe bû. "Desmala serê jinê pir bi wate û pîroz e. Dema ku du mêr an jî aşîr ku ketibana ber hevdû de bi berberiyê, hingî, ku di civatê de jina çûbûya û li pêşiya wan sekinî bana û desmala serê xwe ji serê xwe kiriba û avêtiba nava wan, hingî, wê ew berberîyê ji holê radikir. Ev yek her weha pir girîng û pîroz e. Di nava kurdan de mîr çend ku mazin û bi nirx û bi bîryar e, wî jî, bi wê mazinatiya xwe jî, nikaribû li ber wê kevneşopîye di nava xalkê de bisekinîyana. Wî jî diviya bû ku rêze xwe jê re bidana nîşandin. Ev yek, ku nebûna, wê wî mîrî ji rêz di nava xalkê de ne girtibana. Bi vê yekê jin, bi nirx û çand hebû. Lê rêzeke hebû. Ev rêz bi mazinatiyekê dihata ser ziman. Di nava xalkê de, di civatan de, jin di civatan de dirûnişt û hizre xwe dianî ser ziman. Di civatên bi jin de bahsa Şahmaran û nirxên wê û hebûna wê pir dihata kirin. Weke ku bahsa wê hebûne jinê ye li wir di wê heyemê de bikin, her weha bahsa wê dihata kirin. Ku bahsa Şahmaran dihata kirin, hingî, bahsa wê pîrozîye jinê jî dihata kirin. Ew rewş û Şahmaran bi hev re di wê hebûnê de bi hev re dihatina ser ziman, her weha mîr jî li ber wê bi rêz bû.

Ku bahsa Şahmran hata kirin, hingî, êdî pêde, bahsa serpêhatiyên Şahmaran jî dihata kirin. De ne, pir serpêhatiyên Şahmaran hebûn. Pir tişt wê jîn kiribûn. Gelek tişt û rewş hatibûna serê wê di jiyanê de. Ew serpêhatî û rewş hemû jî di civatên mîr de dihatina ser ziman. Civatên mîr civatên ku bi nîrx bûn. Ku di wir dihata ser ziman jî, pir birêz û mayînda dihata ser ziman. De ne, Şahamran, deh hezar salî jîn bûbû li jiyanê. Ji ber vê yekê pir dîrêj bahsa pir serpêhatiyên wê dihata kirin. Her serpêhatiya wê ji, ku bahsa wê dihata kirin, pir biêş dawiya wê dihat. Ji ber ku Şahmaran di nava mirovan de pir rastî bêbaxtiyan hatibû. Bi bêbaxtî pir tişt hatibûna serê wê. Li kê bawer kiribû, baweriya xwe anîbû, di dawiyê de bêbaxtiyak derketibû pêşiya wê. Ji ber vê yekê jî Şahmaran, êdî ji nava mirovan xwe dabû alîkî û xwe veşartibû. Êdî weke berê di nav mirovan de ne dima. Wê piştre jiyanaka xwe ya mazin û dirêj di bin ardê, li cihê ku wê cihana xwe têde avakiribû, di wir de bidest jiyana xwe kir. Weke mar êdî jiya bû. Ew ji xwe, şaha maran bû. Mar hemû pêve girêdayî bûn. Wê li wir, di bin ardê de, jiyanaka weke ye li ser ardê ji xwe re bi jiyana marî ava kir û tê de jîn bû. Mar jî, hingî, bi ziman bûn, weke mirovan diaxiftin. Bi ti kesekî ve ne didan. Her weha jiyanaka wan hebû. Şahmaran, lê car bi car xwe bi tememî dikira awayê marakê de û derdiket û li jiyanê dimeyîzend. Ji ber ku ew nêvî mirov bû, êdî destê wê jû bi tememî ji mirovan ne dibû. Deme ku derdikete derve jî, diçû mala ku jineke ku kurekî xwe jîn dibe û pir xizan bûn. Ew mal jî tenê çêlekeke wan hebû û pê dabara xwe dikrin. Şîrê ku jê dihildan, dikirina mast û difirotin û pê dabara xwe dikirin. Şahmaran ku diçû wir, wê hinekî ji wê şîrê malê vedixwar û ji dêla vexwarina xwe jî, her roj zêrek di cihê de dihişt û diçû. Jinek pîr ye xizan jî, ew mar dîtibû, lê wê hê nizanibû ku ew Şahmaran bixwe ya. Lê Şahmaran kiribû dilê xwe de ku qanciyekê bi wê jinê jî bike. Ev rewş weke demekê berdewam dike, û di demê de jî rewşe mala xizan pir xweş dibe. Piştre di dawiyêde, jin jî pê dihisêne ku ew Şahmaran e. Lê deme ku jin pê dihisêne, êdî xwe negirê û ji hinek mirovên din re jî rewşê têne ser ziman. Piştê ku ew dibêje, êdî Şahmaran jî pê dihisêhe ku wê jinê ji hineke din re ew gotiye û bahsa wê kiriya. Êdî Şahmaran nema diçê wir. Piştre bi qadarekê, êdî ew di cihê xwe de bi tenê dimêne û bîryara xwe dide ku êdî dernekeve ser ruyê ardê.

Piştî ku ew weha bîryara xwe dide, piştre, di cihê xwe de dimêne. Lê rojekê du zarok ku bi hev re li ser ruyê ardê dileyizin, êdî yek ji wan dikeve çalaka avê ku av wilo zêde têde nemaya û weke ku ava têde çikahaya. Ku ew kurike ku dikeviyê de jî, navê wî Canşap e. Deme ku ew dikeve wir de, êdî ew xwe di nava maran de dibîne û pir ditirsêhe. Lê marakî mazin pêre dipeyivê û dibêjiye de "ne, ji me ne tirsihe, emê ti zirerê ne dina te, lê tê êdî ji wir dernekeve, ji ber ku te em dîtin û ti bi mere axiftî". Piştre mar wî bi xwe tênine ber Şahmaran. Deme ku wî tênine ber Şahmaran, êdî ew dibîne ku ew Şahmaran çend jineke bedew û xweşik e. Ew jê pir bi bandûr dibe. Dilê wî di cih de bidest avêtinê dike û laşê wî germ dibe û weke ku ji rihekî bikeve rihekî din de lê têt. Lê weke ku hinekî tirs jî pêre di dilê wî de çêdibe. Şahmaran farq dike ku hinekî tirs ketiye dilê wî de. Piştre Şahmaran pêre diaxivê û dibêjiye de "ne ne, ji me ne tirsiha, wê ti tiştek bi te newê kirin". Piştre ew jî, Şahmaran bidest axiftinê pêre dike. Lê di wê heyeme de, dilê Şahmaran de bidest zûavêtinê dike û Şahmaran jî piştre êdî dil dikeve wî de. Ew jî hij wî kurikî dike. Canşap, piştre weke qadarekê li wir pê re jî dibe, dibin ardê de. Piştre rojekê dilê kurik dixweze ku derkeve ser ruyê ardê. Ji ber ku pir bîre mala xwe û hevalên xwe kiriya. Piştre rojekê Şahmaran te ber wî û dibêne ku wa Canşap pir xamgîn e û jê di pirsê, ku ji ber çi ew xamgîn e. Ew jî derdê xwe jê re dibêje, ku jê dixweze, ku destûre bidiyê de ku herê ser rûyê ardê. Pêşî Şahmaran vê yekê naxweze, lê piştre ku isrer dike, êdî wî naşikêne û destûrê didiyê de ku herê ser ruyê ardê. Lê berî ku derkeve, Şahmaran jê re dibêje "haya nahaka her mirovê ku min dît, bêbaxtî li mîn kir. Ti jî, tê bêbaxtiyê li min bike. Lê herê, bile bê". Ku ew wilo dibêje, êdî Canşap dibêje, "ne, ezê li te bêbaxtiyê ne kim" û jê re sund dixwe. Lê Şahmaran dibêje "sund nexwe, tê bike, me ne tu jî mirov î". Piştre Canşap ji wir derdikeve û tê derve. Ku kurik derdikeve, êdî di nava xalkê bi merengozitiyê bidest kar dike û derbara xwe dike.

Lê keyê ku heya ji, di wê demê de keça wî bi nexweşiyeka ku pir giran ketiye û tê gotin ku heya wê kêlîkê tu kesekî û ti hekîmî nikariya ku wê rehet bike. Bi vê yekê, êdî ew jî li gelek mirovên hekîm ku keça wî rehet bikin digerihê. Lê her hekimê ku dibêje ezê wê rehet bikim û nikarê bike jî, serê wî tê jê kirin. Bi vê yekê, tê gotin ku serê gelek mirovên ku di wê heyeme de gotine key, emê keça te rehet bikin û ne kirina, jê bûya. Rojekê tê gotin, ku mirovek tê wir û dibêje ku ezê rehet bikim. Tê gotin, ku çavên wî jî di wê de ya ku keçikê ji xwe re bêne. Berê ku ew mirov bidest rehetkirinê bike, pêşî dibêje key, "ezê keça te rehet bikim, lê ku min rehet kir, ezê pêre bi zewicim". Ji gotina tê gotin ku keçik pir xweşik bû. Li dinyeye li ser wê re ti yên xweşik ne bûn. Ew mirovê ku ji xwe re dibêje ez hekîm im, ew jî çi dike û nake nikarê wê keça wilo xweşik rehet bike. Bi vê yekê, ew jî, fahm dike ku wê serê wî jê bê kirin. Ew jî êdî li ser vê yekê bidest hizirandinê dike. Lê kurnakê ku ji xwe re ji bo ku serê wî ji jê kirinê xilas bike ti çarê nabîne. Di dawiyê re, rojekê key dibakiyê de ku were cem wî. Wê rojê key jî bê kêf û tê gotin ku weke ku ew jî weke ku nexweş ketiya. Deme ku ew mirov tê wir, êdî ew wê yekê jî kifş dike. Deme ku ew wê kişf dikê, êdî berî ku key biaxivê, ew mafê axiftinê dixweze û ji key re diaxivê, dibêje, "min çara rehetkirina keça te dîtiya". Deme ku ew ji wilo dibêje, êdî key jî di cih de di pirsê ku ka çara çiye. Ew dibêje, "tenê yek karê keça rehet bike, ew jî Şahmaran e". Deme ku wilo dibêje, êdî key di pirsê, lê emê çawa xwebigihênin şahmaran. Ew çara wê jî ji wî re dibêje. Û her weha dibêje, "deme ku ez hatima vir, min li cem merengozekî rawasgheg da û ez li cem wî sekinim". Piştre dibêje, "min dît ku wa bi laşê wî ve pirpirên ku bi maran ve hebûn, pêve min dît. Hebe nebe ew wê karibê wê bibîne. Xwe bi gihîne wî, navê wî jî Canşap e. Lê bi navê 'Lokman' jî navê kurik tê ser ziman".

Piştre, ku ew mirov weha dibêje, êdî piştre key jî fermanê dide ku herin û xwe bigêhenine wî kurikê ku zilêm bahskiriye de. Deme ku dikin ku xwe bigihêninê de, wezirê key dibêje ku "wê çawa karibin ku wî nas bikin". Ew ji dibêje ku "li laşê wî meyîzênin, laşê wî jî weke yê maran bi pulpula". Piştre zilamê key bidest lêgerinê dikin, yên ku xwe digêhênine wan, li laşê wan dimeyîzênin. Piştre xwe digihênin Lokman. Ji ber ku ew li welatê maran "Marîstanê" maya, êdî ew jî weke wan bilaşpul bûya. Deme ku wî dibînin, êdî wî dibin û gelekî lê dixin, da ku cihê Şahmaran ji wan re bêje. Lê ew li ber xwe dide û cihê Şahmaran ji wan re nabêje. Piştre wezîr dihizrê ku wê bi wî awayî nikaribe ku wî bide axiftin û jê tiştekî fêr bibe. Piştre ew di serê xwe de planakê çêdike û piştre diçê cem wî, li cem wî hinekî bi zilamên ku lêxistine de jî dixayide û piştre wî dide berdan. Wezîr hizir dike ku Lokman herê, wê rast û rast herê û xaberê bide Şahmaran. Deme ku kurik derdikeve, êdî ew jî wilo dike û lez dike ku herê û xaberê bide Şahmaran, da qana xwe xilas bike. Ji bo ku herê û bêjiye de, lê diherihin diçê deve cihê ku ew têde ya. Lê deme ku ew ji qasrê derketiya ku ketiya rê de ku herê û Şahmaran bibîne, wezir zilamên xwe jî dana pay wî. Wezîr bi xwe jî di pay Şahmaran de ya. Ew ne ji kulê key û keça wî ketiya. Ji ber ku wî bihistiya ku zanebûna dinyayê hemû bi Şahmaran re ya. Haçiyê xwe bigihinê de, wê xwe bigihêne zanebûna dinyê hemû yî. Ew jî dixweze ku xwe bigihêne wê zanebûne wê. Deme ku ew te devê cihê ku ew têde ya, êdî di cih de zilamên key didine peşiya wî, dikevine hundur û Şahmaran digirin û dibine qasrê. Li wir dixwazin ku wê bikujin û di qazanên li ser agir de wê bi kelênin. Qazanekê aliyê serê wê têde û qazana din jî aliyê ji serî şunde, têde bi kelênin. Lê berî ku bê kuştin, kurik tê cem wê û ew jî ji kurik re diaxivê, dibêje "ti ji aliyê serê min, ti ji wir vexwa, ji ber ku ew bi jehra, ji ber ku te bêbaxtî li min kir". Kurik jî pir di rewşeke ne baş de ya. Ew jî dibêje bila. Wezîr jî li wan dihisêne. Lê Şahmaran tiştekî din jî gotiya. Gotiyê ku, aliyê min yê din, yê ji xwere pêde, haçiyê ku jê vexwe, wê gihê zanebûne dinyê û deman hemûkî. Piştre Şahmaran tê kuştin û di du qazanan de laşê wê tê kelendin, ku laşê wê dikelê, êdî kurik ji aliyê serê wê divexwe û wezîr ji aliyê xwere pêde. Piştre wezîr li cihê dimirê û kurik jî digihê zanebûne dinyê û deman hemûki.

Cihê ku Şahmaran lê Jîn bûya

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şahmaran, li ser cihê ku ew lê jîn bûya pir tişt têne vegotin. Lê Deme ku mirov li dîrok û vegotinên di nav xalkê de li wan dihisêne, mirov dibêne û têdigihê ku li dore Cizîra Botan û Nisêbînê wanderan jîn bûya. Di deme Medan de pir mazin hatiya ser ziman û di wê demê de jî nirxeke bi anîna wê ye ser ziman re, hatiya afirandin. Lê vegotina Şahmaran, bi kevnbûna xwe jî diçê berî demên Mîtanîyan, Hûriyan û Naîriyan wan. Di deme Mîtaniyan wan de, weke nirxeke pîroz hatiya vegotin. Mîtanî jî, li navênde wan Nêsîbîn û dore wê bû. Cihê wan haya bi Rihayê wan deran diçû. Li van herêman pir mazin hatiya vegotin. Piştî wan deman jî li van herêmen weke nirzeke pîroz hatiya vegotin. Li dore Nisêbîne, haya îro jî, di wê demê de çawa bû, wilo ya. Bi heman nêzîkatiyê nêzîkati tê kirin.

Hinek kevir û hinek nivîsên ku haya sadsala 20 min jî, ku li ser nivîs hebûn, li van herêman bi wêneyên Şahmaran de bûn. Piştre ew kevir jî ji van herêmen bi awayekê hatina windakirin. Lê li herême, ku bi kê re tê axiftin, li ser hebûn û nirxê Şahmaran axiftin tê kirin. Şahmrana çanda wê, li Nisêbîn, Cizîra Botan, û li dore bicih e. Li wanderan, heya îro jî, hê vegotinên ku ji wan demên berê mana, bi Şahmaran li ser zimanan e. Di nav xalkê de Nisêbîn ku Cizîra Botan jî di nav herême wê de, di nav xalkê de heyemên berê, weke "Welatê Şahmaran" jî hatiya bi nav kirin. Li Nisêbînê û Cizîre botan û li dore wan, heya sadsala 19 û 20 jî, ti malên ku bê wêneyên Şahmaran ne bûn. Di her civatên xalkê de wêneyên Şahmaran dihatina dalaqandin.

Li van herêmên Kurdistanê, gelek kevneşopî bi hebûne vegotin û Şahmaran bixwe, hatina afirandin. Xalk, haya demên dawiyê bi wan jîn bûya. Deme ku li civatekê rûniştin bûbana, pêşî li ser Şahmaran axiftin dihata kirin. Ku bahs nehatina kirin, weke ku ne dibû. Lê bi vê yekê re, ku baweriyê ve girêdayî divêt ku mirov bêje ku baweriyeka mazin bi Şahmaran ve dihata ser ziman. Vegotina Şahmaran jî, li herême bi gelek dev û vegotinên jev cuda dihata vegotin. Pişt dirêj dihata vegotin. Ji ber ku ji aliyê hizrî ve, weke nêzîkatiyaka olî hatiya ser ziman û pir mazin û bi rêz hatiya ser ziman, piştre jî, pir di nav xalkê de bicih bûya. Êdî ne tenê di nav kurdan de, di nav xalkên herêmê yên din de jî bi cih bûya û weke hizreke baweriyê ew jî bi bandûr kiriya. Bi vê yekê mirov karê bêje ku piştî deme Mîtanî û Hûriyan re, her xalkê ku derketiye û an jî têkiliyek bi herêmê re daniya, vê vegotinê bandûr li wan û hizir û baweriya wan kiriya. Bi vê yekê weke baweriyeka Mîtolojiya Mezopotamya li herêmê di nava xalkan de bi varsiyonên xwe yên cûr bi cûr û cuda bicih bûya. Weke destana Rûstemê Zal ku tenê di nav kurdan de dihata vegotin û piştre ku Firdewsî ew nivîsand û piştre di nava xalkê pers de jî bicih bû, her weha wilo ev vegotin û dîrok bi hizir û baweriya bi xwe re bicih bûya. Bi heman nêzîkatiyê mirov karê bêje ku mîtolojiya Yewnanî jî bi bandûr kiriya. Ve vegotina herêmî, hin varsiyonên xwe de di vê Mîtolojîyê de jî çêkiriya.

Kevneşopiya Şahmaran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê, divêt ku mirov bêje ku kevneşopîyeka Şahmaran, ku ji gelek aliyan ve tê ser ziman heya. Ne tenê weke mîtolojiyekê tê ser ziman. Ji wê zêdetir û maztir tê ser ziman. Di her malên kurdan de wêneyên Şahmaran, ku li ser Xaliçeyên Şahmaran ên hêtan hatina çêkirin û bi hêtan ve hatina dalaqandin hene. Ev alî, alieykê vê kevneşopiyê têne ser ziman. Di jiyanê de, li gor her komên civakê Şahmaran binirx hatiya kirin. Ev yek jî dide nîşandin ku Şahmaran ne tenê bi nirxekê heya, ne tenê weke kevneşopîyekê heya. Ev yek dide Nîşandin ku weke hizreke pîroz di nav xakê de heya. Bi vê yekê Şahmaran li ser lingan maya. Li Kurdistanê naqşkirin bi çêkirine wêne Şahmaran re nirx dibe.

Bi xalîçe û tiştên ku bi nav û wêneye Şahmaran têne naqşkirin û çêkirin, li alîyekî nirx û kevneşopiya bi Şahmaran de tê ser ziman, li aliyê dî jî, bi ve gotin û pîrozkirinê re tê ser ziman. Deme ku bahs tê kirin, pir li ser tê sekinadin û hêjabûnak tê dayîn jê ra. Li gor baweriyekê tê ser ziman. Ji gelek aliyan ve vegotinên ku li ser hatina afirandin û vegotinên ku bi van vegotinan ve hatina zêdekirin û afirandin jî hene. Hemû jî yên demên berê ne. Di wan vegotinan de hinekan ji wan de ji aliyê Şahmaran yê ku weke jineke pir xweşik hatiya afirandin, weke zilem jî hatina nîşandin. Bi vê yekê zêdebûn hatina kirin. Vegotinên li ser Şahmaran, yên li aliyê rojhilatê Kurdistanê de gelekan ji wan, têde aliyê mirov "mêr" jî hatiya nîşandin. Lê ji wî aliyê ve her ku çend wêneyên ku aliyê mirov mêr in, hatina çêkirin jî, lê ew wêne wilo zêde derketina pêş di nav xalkê de. Ji ber ku li ser wêneyê Şahmaran, ku aliyê mirov jin e, pir pîrozyeka mazin hatiya çêkirin û ew pîrozî ji ji aliyê bandûriyê ve pir mazin û bi bandûr bûya. Ev alî jî, weke aliyekê din yê vegotina Şahmaran derkete pêş. Her afirandinên ku di nav xalkê de li gor çanda Şahmaran bi ve gotina Şahmaran ve hatina afirandin di nav xalkê de mazin dihatina vegotin û ser ziman. Navende Çanda Şahmaran û afirandinên bi wê ve jî, Nisêbîn û Cizîra Botan bû.

Ji aliyê hizrî ve, ku di vegotina Şahmaran de, ku bahsa deme ku ew jin bûya ku tê kirin, weke demeke di aramî û aştiyê de tê ser ziman. Di naqabîna mirov û ajalan de jî ew aramî û aştî heya. Mar bi ti mirovî ve nadin. Mirov ti marî ne kujin. Her weha herkesek li ber hevdû di başiyekê de ya. Di ve gotina Şahmaran de ev yek pir mazin derdikeve pêş. Lê bi vê yekê re du hizrên din jî derdikevine pêş. Ew jî, her weha yek bêbaxtiya mirov e, û ya din jî her weha xamginiye dilê Şahmaran e. Di nav xalkê de jî, deme ku bahsa xamgînîya dilê Şahmaran dihata kirin, pêre xamginiya dilê mirov dihata ser ziman. Kengî dilê yekî xamgin bû, hingî ew xamginî dihata ser ziman. Deme ku yekî li yekî dî bêbaxtî jî kiribana, di cih de hingî, ew bêbaxtiya ku hatiya serê Şahmaran dihata bîra mirov. Di wê heyemê de jî, pir bahsa wê dihata kirin. Bi ve yekê re Çanda Şahmaran afirî bû. Di nava kurdan de jinên ku daq li ser li laşê xwe çêkirin, keçikên ku naqş dikirin, di naqşkirinên xwe de Şahmaran bi kar dianîn. Çi di Mîtolojiye Şahmaran de tê ser ziman, bihizir bê an jî bi wênegerî bê, di naqşan de dihata afirandin.Dîroka Şahmaran-ji PENA Kurd hatîya vegirtin Girêdana arşîvê 2010-07-06 li ser Wayback Machine

Ev nivîsa li ser dîroka Şahmaran, nivîsa Nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e û ji malpare PENa Kurdê hatîya girtin. Dîroka Şahmaran-pen-kurd Girêdana arşîvê 2010-07-06 li ser Wayback Machine Çîroka Şahmaran destanek dîrokî, kevnar, mîtolojîk û folklorî a neteweya Kurd e.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şahmaran, bi zimanên din

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi ketelanî: Xamaran, la reina de les serps. Edicions de 1984, Barcelona. ISBN 978-84-96061-33-0. Wergera pirtûka Bavê Barzan e.