Gotûbêj:Şetunis

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@Muhemedê Mezopotamî: bi silav û rêz, tu çawan î? Gelek spas bo gotarên te li Wîkîpediya kurdî. Derbarê gundê Şetunisê de tu dibêjî "gundekî ji eşîreta Doskî jorî an", ez baş tênagihem. Erê eşîreta doskî ji du beşan pêk dihê, wekî Doskî Jorî û Doskî Jêrî (eşîreta doskî ya bakur û ya başûr? eşîreta doskiyên jorî û yên jêrî?). Zehmet nebe, erê tu dişêyî bo min hindik ronî bikî? Destxweş bî. --MikaelF (gotûbêj) 18:30, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

MikaelF Keko can biburîne ez di Wikipedia ê da ne şarezame, Min nizanî ka ez li ku derê bersiva pirsa te bidim nizanim ev der temame yan na lê.. Belê keko eşîreta Duskî du beşe ên jorî û ên jêrî gundên Duskî jorî an dikevin ser bakûr û başûrê welat hinek gund li bakûrin mîna Şuke, Sêvê û Oremar jî di eslê xwede yên başûr jî mîna Şetunis, Ertîs, Bîrê, Çê û ..hwd ku niha hemû hatine vala kirin. Gelek caran ji Duskî jorî an re dibêjin Duskanî ango Kaniya Duskîyan ji ber kû Duskî jêrî jî di eslê xwe da ji wir ber bi jêr ketine û hatine derdora bajarê Dihok ê kû gundên Milhimbanê, Berbiharê, Kovilê û gelek gundên din.

Dîsan bibure ku min zu bersiv neda ji berku min nezanî ka ez li kuderê bersiv bidim. Serketin.