Gotûbêj:Awê Balî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevalên Xoşewist! Ez jî dixwazim alîkariya we bikim. Lê ez nizanim çawa bikim. Berî her tiştî ez kurtejiyana xwe ji we re rê dikim û dixwazim di nav nivîskarên Wikipedia Kurdî de cih bigirim. Ji bo ku "Ferhenga Kurdi-Tirki ya Ansîklopedîk" zû de min ji bo çapê amade kirye û di çapêda ye. 02.05.2006 A. Balî

e-Mail: a.bali@web.de

                                    A. BALÎ  Û JIYANA WÎ

A. Balî li Kurdistana Bakûr di sala 1940´ê hatiye dinê. Li gundê Gurê zaroktiya wî derbas dibe. Di wê demê de li gundê wî dibistana seretayî ne bû. Di navbeynê de nîv sedsal derbas bûye îro jî li wî gundê dibistana hatî avakirin de mamhoste lê nîn e. Li gundê cinar dibistana seretayî qedand şûnda dibistana navîn û lise di sala 1963 an de qedand. Sala lise qedand dest bi memurtiyê kir. Li gel karê memurtiyê li sala 1972 an de li Zanîngeha Enqerê, beşê Ziman û Wêjeyê tewaw kir, şûnda dest bi mamostetiya lîsê dike. Zilm û zordariya nijadperestiya Tirkan ya wê demê li ser şoreşger û neteweya Kurd roj bi roj zêdetir dibû. Ji bo sedema çend bûyeran ew ji kar hate avêtin. Di sala 1973 an de li ser bîryara bête girtin, ew derket Ewrûpeyê. Qasî salekê li Ewrûpa ma, şûnda, li gor mercên wê demê hikumatekî nû bi zirûfên gelerî xwe nîşan dida hat ser rêvaberiya Tirkiyê û serok wezîrê wê demê gazî mamhosteyên derketin dervayî welat dike. Li ser vê gazîkirinê A. Balî dest bi diktoreya pêkirî berdide, vedigere welat û dîsa dest bi mamhostetiya wêjeyê dike. Îzna havîna sala 1976 an, ji bo du mehan ew diçe Elmaniya. Li Elmaniya meqamên Tirk pasaporta wî jê distînin. Paşî jî neheqiya herî mezin wîn ji hemwelatiya Tirkiyê derdixin. Ji ber Wê yekê, qasî bîst salan nikanî biçe welatê xwe yî şîrîn Kurdistanê bibîne. Li Elmaniya ji bo zarokên biyanî ew dibe dersdar. Di ber ra jî di Zanîngeha Berlînê ya Aza de Polîtologî (Rêzanî) dixwîne û di sala 1983 an de wê tewaw dike. Di wê zanîngehê de li ser rewşa Kurdan çend semîneran jî dide . Li wê zanîngehê, beşê Îranîstîk de dest bi diktoreya li ser mijara "Rêzimana Kurdî" dike. Ew karê zanistî li sala 1992 an de li Stenbolê di nav weşanên "Alan" de tê çapkirin. Di Zanîngeha Enqerê de dema zimannasî (Lînguîstîk) dixwend ew fêrî zimanê Farisî, Moxolî, Ezerî û Fransizî dibe. Dema diçe Elmaniya ew hînî zimanê Elmanî jî dibe. Li ser zaravayên Kurdî û alfabêya Kurdî ya Latînî lêkolînên zanistî pêk tîne, seminar û konferansan de beşdar dibe. Dema ew tê dervayî welat Komela Xwendekarên Kurd dinase. Di nav refên komelê û di rêvabiriya giştî de ciyê xwe digire. Kovara Dengê Xwendekarên Kurdistan der tîne û diweşîne. Di dawiya sala 1979 an de cara yekemîn komela karkerên Kurd li dervayî welat wek federasyon li Elmanyê saz dibe. Ew jî di nav rêvabirên wê saziyê de ciyê xwe digire. Ew endametî û karûbarên wî yên siyasî dibe sedema dadgeha Enqerê û li dijî wî dawe vedibe. Lê wê demê Kurdên siyasî gelek hindik bûn. Kurdên xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dizanîn jimara wan ne bilind bû. Li Ewrûpa kovar û rojnameyên Kurdî bi karên ew rojên teng de dest pêdikir. Kurdên zana û welatparêz di detpêkê de gelek hindik bûn. Roj bi roj ew pir dibûn û dengê Kurdan li cîhan dane bihîstin. Gotar û lêkolînên Alî Balî di gelek rojname û kovarên Kurdî de hatin weşandin. Wî li ser gotinên pêşiyan, li ser lêkolîna navên zarokên Kurd û ferhenga Kurdî ya ansîklopedîk bi salên dûr û dirêj karê xwe berdewam kir. A. Balî dît, ku dema welatê mirov azad nebe, ew li Ewrûpe jî bijî, hemî dinê ji bo mirov dibe girtîgeh û zindan. Wî û hevalên wî dizanîn, azadbûna wan, bi azadbûna gelê wan ra ye. Wî, Cigerxwîn û Osman Sebrî naskirin, şûnda li ser şopa wan meşîn û ji xwe re kire armanc. Ew bi kar û barê wana serbilind bû. Ji bo vê jî hilbijartina hey‚ dîwanên Cigerxwîn û bi wergerandina Zimanê Tirkî pirtûka bi navê "Kîne Em" amade kir û li Stenbolê li pey hev, du çap di salên 1991/92 an de weşandin. Dîwana tekoşerê nemir ya Osman Sebrî di saxiya wî de bi alikariya wî cara yekemîn amade kir û li paş mirina wî li Swêdê sala 1998 an daye weşandin. Çapa dîwanê ya duwemîn di sala 2005 an, bi sed saliya hatina wî ya dinê de li Berlînê carek din daye weşandin. Ew herdu hozanvanên Kurd yên gewre kêncek mezin li ser jiyana A. Bali kirin. Ji bo nasandina herdu şaîran wî gelek seminer û gotar nivîsin û dan weşandin. Di dawiya salên saxiya şaîrên nemir de, wana ji wî ra gotibûn: "Em dizanin Kurdistanê çê bibe! Lê belê belku em nebînin!.. Lê rastî jî wana azadbûna Kurdistana Başûr nedîtin. Lê karê wana ji bo Kurdistanê kirî, Kurd tu caran ji bîr nakin. A. Bali di rêya helbestvanên Kurd yên nemir û yên îro di nav gelê xwe de bi serbilindî dengê xwe bilind dikin de dimêşe û wana ji xwe re pêşeng dibîne.

Berhemên A. Balî yên heya î roj çapbûyî li jêr in:

1. Berevoka Helbestvanên Kurd, weşanên Komkar, 1982 2. Alfabêya Kurdî, weşanên Rê, çapa yekemîn 1982, çapa

   duwemîn weşanên Rê, 1983, çapa sêyemîn, weşanên Komkar, 
  1983, çapa çaran weşanên Înstîtûta Kurdî li Elmanyê, 2003

3. Gurê Har û Heft Kar, çîrok, weşanên Rê, 1983 4. Hawar, helbest, weşanên Rê, 1983 5. Sebra Di Veşartgehê De, weşanên Rê, 1984 6. Kurdisch-Deutsch Fibel, weşanên Senetoya Elman, 1985 7. Jiyana Lenîn, weşanên Rê, 8. Klama Rê, Tosinê Reşîd, Helbest, Kurdî-Tirkî, weşanên Rê 9. Navên Kurdî/Kurdische Namen, weşanên Komkar, 1990 10. Rêzimana Kurdî, weşanên Alan, 1991, Stenbol 11. Kîne Em, Cigerxwîn, Helbest, Kurdî-Tirkî, 1992, Stenbol

                                    Çapa duwemîn, 1993, Stenbol

12. Antolojiya Helbestvanên Kurd, weşanên Pelê Sor, 1992 13.Gotinên Pêşiyan ên Kurdî, Kurdî-Tirkî, pelê Sor, 1993 14. Dîwana Osman Sebrî, weşanên apec, Swêden, 1998

                 Çapa duwemîn, weşanên Evra, Elmanya 2005

Berhemên di çapê de:

1. Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Ansiklopedîk bi wêneyan, du berg 2. Helbestvanên Kurd yên Sedsala Dawî ( sedsala 20 an) du berg 3. Ansîklopediya Navên Kurdî 4. Li Kurdistanê Dîmenên Mirovan, dîwana helbestan ya nû

Bi xêr bê

Birayê Awê Balî, tu bi xêr bê. Wîkîpêdiya bi her nivîskarekî nû serbilinde, wîkîpêdiya bi nivîskarê xwe mezin û berfireh dibê. Wîkîpêdiya kurdî ji niha de sipasiya te dikê û serkeftinê ji tere jî dixwazê. Berî hertiştî hun dikarin beşa me ya alîkariyê bixwînin. Wekî din eger pirsê we hebin hun dikarin ji min anjî ji hevalên din bikin. Weke prinsîp hun dikarin hemû gotaran sererast anjî berfireh bikin. Ji bo vê yekê li jora gotaran li butona "biguherîne" bitikînin. Bêgûman hun dikarin gotarên nû jî binivîsin. Silav --Kurdodino 12:46, 18 avrêl 2009 (UTC)