Awê Balî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Awê Balî li Kurdistana Bakûr di sala 1940 da ji dayîka xwe bû ye. Li gundê Gurê zarokiya wî derbas dibe. Di wê demê da li gundê wî dibistana seretayî nîn bû. Di navbeynê de nîv sedsal derbas bû ye îroj jî li wî gundê dibistana hatî ava kirin de mamoste lê nîn e. Li gundê cinar dibistana seretayî qedand şûnda dibistana navîn û dibistana amadehiye di sala 1963'an de qedand. Sala dibistana amadehiye qedand dest bi karmendtiyê kir. Li gel karê karmendtiyê li sala 1972'an de li Zanîngeha Enqerê, beşê ziman û wêjeyê tewaw kir ‚unda ew dest bi mamostetiya dibistana amadehiye dike.

Zilm û zordariya nijadperestiya Tirkan ya wê demê li ser‚ ore‚ ger û neteweya Kurd roj bi roj zêdetir dibû. Ji bo sedema çend bûyeran ew ji kar hate avêtin. Di sala 1973'an de li ser bîryara bête girtin, ew derket çû Ewrûpeyê. Qasî salekê li Ewrûpa ma‚ unda, li gor mercên wê demê hikûmatekî nû bi zirûfên gelerî xwe nî‚ an dida hat li ser rêvaberiya Tirkiyê û serok wezîrê wê demê gazî mamhosteyên derketin dervayî welat dike. Li ser vê gazî kirinê A. Balî dest bi diktoreya pê kirî berdide, vedigere welat û dîsa dest bi mamostetiya wêjeyê dike. Destûra havîna sala 1976'an, ji bo du mehan ew diçe Elmanyê. Li Elmanyê meqamên Tirk pasaporta wî jê distînin. Paşê jî neheqiya herî mezin wînî ji hemwelatiya Tirkiyê derdiêxin. Wê demê şûnda qasî bîst salan ew nikare biçe welatê xwe yî‚ îrîn Kurdistanê bibîne.

Li Elmanya ji bo zarokên beyanî ew dibe dersdar. Li revra jî di Zanîngeha Berlînê ya Azade Polîtologî (Rêzanî) dixwîne û di sala 1983'an de wê tewaw dike. Di wê zanîngehê de li ser rew‚ a Kurdan çend semîneran jî dide. Li wê zanîngehê, beşê Îranîstîk de dest bi diktoreya li ser mijara Rêzimana Kurdî dike. Ew karê zanistî li sala 1992'an de li Stenbolê di nav weşanên Alan de tê çap kirin. Di Zanîngeha Enqerê de dema zimannasî (Lînguîstîk) dixwend ew fêrî zimanê Farisî, Moxolî, Ezerî û Fransizî dibe. Dema diçe Elmanyê ew hînî zimanê Elmanî jî dibe. Li ser Zaravayên Kurdî û Alfabeyên kurdî lêkolînên zanistî pêk tîne, seminar û konferansan de beşdar dibe, diaxive.

Dema ew tê dervayî welat Komela Xwendekarên Kurd dinase. Di nav refên komelê û di rêvabiriya gi‚tî de ciyê xwe digire. Kovara Dengê Xwendekarên Kurdistan der tîne û diwe‚ îne. Di dawiya sala 1979'an de cara yekemîn komela karkerên Kurd li dervayî welat wek federasyon li Elmanyê saz dibe. Ew jî di nav rêvabirên saziyê de ciyê xwe digire. Ew endametî û kar û barên wî yên ramyarî dibe sedema dadgeha Enqerê li dijî wî dawe vebike. Lê wê demê Kurdên ramyarî gelek hindik bûn. Kurdên xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dizanîn jimara wan ne bilind bû. Li Ewrûpa kovar û rojnameyên Kurdî bi karên ew rojên teng de dest pê kir. Kurdên zana û welatparêz di dest pê kê de gelek hindik bûn. Roj bi roj ewna pir bûn, dengê Kurdan li cîhan dane bihîstin.

Gotar û lêkolînên A. Balî di gelek rojname û kovarên Kurdî de hatin we‚ andin. Wînî li ser gotinên pê‚ iyan, li ser lêkolîna navên zarokên Kurd û fêhrhenga Kurdî ya ansîklopedîk bi salên dûr û dirêj karê xwe berdewam kir.

A. Balî dît ku, dema welatê mirov azad nebe, ew li Ewrûpe jî bijî, hemî dinê ji bo mirov dibe girtîgeh û zindan. Wî û hevalên wî dizanîn, azadbûna wan, bi azad bûna gelê wan rê ye.

Wî, Cigerxwîn û Osman Sebrî nas kir‚ unda li ser‚ opa wana me‚ în ji xwe rê kire armanc. Ew bi kar û barê wana serbilind bû. Ji bo vê jî hilbijartina hey‚ dîwanên Cigerxwîn û bi wergerandina Zimanê Tirkî pirtûka bi navê Kîne Em amade kir û li Stenbolê li pey hevdu du çap di salên 1991 û 1992'an de weşandin. Dîwana tekoşerê ne mir ya Osman Sebrî di saxiya wî de bi alikariya wî cara yekemîn amade kir û li pa‚ mirîna wî li Swêdê sala 1998'an daye we‚ andin. Çapa dîwanê ya duwemîn di sala 2005'an de, bi sed saliya hatina wî ya dinê de li Berlînê carek din daye we‚ andin.

Ew herdu helbestvanên Kurd yên gewre bandorek mezin li ser jiyana A. Bali kirin. Ji bo nasandina her du helbestvanan wî gelek seminer û gotar nivîsin û ewna dan we‚ andin. Di dawiya salên saxiya helbestvanên ne mir de, wana ji wî rê gotî bûn: Em dizanin Kurdistanê çê be! Lê belê bel ku em nebînin! Lê rastî jî wana azad bûna Kurdistana Bakûr nedîtin. Lê karê wana ji bo Kurdistanê kirî, Kurd tu caran bîr ne kin.

A. Bali di rêya helbestvanên Kurd yên ne mir û yên îroj di nav gelê xwe de bi serbilindî dengê xwe bilind dikin de dimêşe û wana je xwe re pê‚ eng dibîne.

Berhem[biguherîne]

Berhemên A. Balî yên heya îro hatin çapbûyî ev in:

  1. Berevoka Helbestvanên Kurd, weşanên Komkar, 1982
  2. Alfabeya Kurdî, weşanên Rê, çapa yekemîn 1982, çapa duwemîn we‚anên Rê, 1983, çapa sêyemîn, weşanên Komkar, 1983, çapa çaran weşanên Înstîtûta Kurdî li Elmanyê, 2003
  3. Gurê Har û Heft Kar, çîrok, weşanên Rê, 1983
  4. Hawar, helbest, weşanên Rê, 1983
  5. Sebra Di Veşartgehê De, weşanên Rê, 1984
  6. Kurdisch-Deutsch Fibel, weşanên Senetoya Elman, 1985
  7. Jiyana Lenîn, weşanên Rê,
  8. Klama Rê, Tosinê Reşîd, Helbest, Kurdî-Tirkî, weşanên Rê
  9. Navên Kurdî/Kurdische Namen, weşanên Komkar, 1990
  10. Rêzimana Kurdî, weşanên Alan, 1991, Stenbol
  11. Kîne Em, Cigerxwîn, Helbest, Kurdî-Tirkî, 1992, Stenbol, Çapa duwemîn, 1993, Stenbol
  12. Antolojiya Helbestvanên Kurd, weşanên Pelê Sor, 1992
  13. Gotinên Pêşiyan ên Kurdî, Kurdî-Tirkî, pelê Sor, 1993
  14. Dîwana Osman Sebrî, weşanên apec, Swêden, 1998, Çapa duwemîn, weşanên Evra, Elmanya 2005
  15. Antolojiya Helbestvanên Kurd, Weşanên Rê, 2008, Çapa Sêyem