Gotûbêj:Bawer Can

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêne:Bawer Can - Hezkiriin.jpg
Wêne:Bawer Can - Vegerya.jpg

BAWER CAN KÎ YE ? (KURTEJIYAN) Bawer Can li gorî nasname yê di sala 1971 ê li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê hat dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Pîraniyan e. Dibistana destpêk, Navîn û Lîse li Dêrikê xwend. 3 meh mabû Dibistan biqede ji Welatê xwe nefî bû. Di sala 1992 a li Mersînê bi cîh bû û li wira Dibistan qedand. Ket îmtihana Zanîngehê û qezenc kir. Armanca wî beşa Mamosteyê bixwîne. Lê ji ber ku Stran bi Kurdî digot gelek zextên dijwar li ser serê wî hebû ji ber wê yekê nikarî bû Zanîngeh ê bixwîn e. Zext û dijwariya li ser serê wî, ew carekedin kiri bû koçber û bi temamî ji welatê wî bi dûr kiri bû.Koçî Ewrûpa yê kir. Bawer Can ji zarokatiya xwe di nava hunerde bû, diçû dawetan li Rîtim (Darbûke) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan di sala 1987 a bi navê Koma Azad komeke Muzîkê ava kir, li gelek deveran beşdarî Dawet û Konseran bûn. Navê wê komê di demeke kurt de hudûdê Dêrik ê derbas kir û li Çûkûrova ya Tirkiye yê û li hemû deveran belav bû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xebatên xwe yên çand û hunerî li wir berdewam kir. Di sala 1994 a bi navê „Şemal„ Kaset & CD derxist. Di meha Avrêl a sala 1996 a koçî Ewrûpa yê kir. Bawer Can pîştî li Ewrûpa yê bi cîh bû, li wira jî kar û xebatên xwe yê çandê û Perwerdeya jibo Destûrname (Dîploma) ya Mamostetî ya Kurdî bigire xwendina xwe berdewam kir. Destûrnameya (Dîploma) Mamostetiyê girt û wekî Mamoste yê Zimanê Kurdî dest bi xebatê kir. bi dehan Zarok, Ciwan û mezin perwerdeyî Zimanê Kurdî û Muzîka Kurdî kir. Di sala 2008 a de Koçî welatê Nemsa (Avûstûrya) kir û niha jî li wira dijî. Mamoste Bawer Can hewl dabû ku li welatê Nemsa (Avûstûrya) Zimanê Kurdî bike Fermî ku li Dibistan û li saziyên Qursan dersa Kurdî were dayîn. Bi hewl danên Mamoste Bawer Can encam hat girtin û cara yekem Zimanê Kurdî li welatê Nemsa (Avûstûrya) bû Fermî. Mamoste Bawer Can li Berufsförderungsinstitut Oberösterreich (BFÎ) bi fermî Mamoste yê Zimanê Kurdî kar dike. Bi fermî ferwerde ya zimanê Kurdî dide Elman, Tirk, Ermen, Kurd, Îngilîz û gelek netewên din. Bawer Can xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê jî berdewam dike. Bawer Can piştî 13 salên ku li nefî yê jiyabû cara yekem zîvirîbû welatê Bav û Kalê xwe Dêrika Çiyayê Mazî. Bi huner û dengê xwe yî xweş di serîde wekî Avûstûralya, Emerîka, Rûsya, Ermenîstan, Belçîka, Holanda, Îngîltere, Îtalya, Avûstûrya, Îsvîçre, Îsveç û gelek welatên dinê beşdarî Konser û Dawetan bûye.

BERHEM: Albûm 1- CD & Kaset: Di sala 2002 a bi navê "VEGERYA“ ji 12 Stranan pêk hatiye. Gelek Stran Gotin û Muzîk Mamoste Bawer Can bi xwe çêkiriye. VCD: Di sala 2003 ya 13 Vîdeo klîp çêkiriye Klîp wekî VCD hatiye çap û belav kirin. Vîdeo Klip di gelek Kanalên Televîzyonan de tê weşandin. Albûm 2- CD & Kaset: Di sala 2005 a bi navê „GULBÎN” ji 19 Stranên Govendî û Gelerî hatiye çêkiriye. Albûm 3- CD: Bi navê „AVŞÎN” ji 11 Stranan pêk hatiye gelek Stran Gotin û Muzîk Mamoste Bawer Can bi xwe çêkiriye.

Wêne:Bawer Can Were.jpg