Bawer Can
Bawer Can hunermendekî kurd ê muzîkê ye.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bawer Can li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana Dest pêk, Navîn û Dibistana Amadehiye li Dêrikê xwend. Ket imtihana Zanîngeh û qezenckir, Armanca wî biva Mamoste lê ji bo ku Stran bi kurdî digot zilm û zoriyê wî ji welatê wî koçberî Çûkûrova Tirkiyê kir.
Bawer can ji zaroktiya xwe di nava hunerdeye, diçû dawetan li Rîtim (Darbûke) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan Yapıştıran di sala 1987 an bi navê Koma Azad komek avakirin. Li gelek deveran dawet û Konser Çêkirin. Navê wê komê di demek kurt hudûdên Dêrik ê derbaskir û li Çûkûrova Tirkiye û li hemû deveran belabû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) re xebatên xweyî çandî û hunerî li wir berdewamkir. Di sala 1994 a bi navê „ Semal „ kaset derxistin. Di meha 4 a sala 1996 a jiber zilm û zoriyê ji welatê wî bi tûmerî bi dûr xist û di welatê Ewropa de derket.
Li Ewropa jî dîsa xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê berdewam dike. Bi Komeke xwirt diçe Dawetan, sahiyan û Konsêran. Nuha Mamosteya Zarokan û Ciwanan dike û ji alyê muzîkê wan perwerde dike. Bawer Can Ji dervî komê bi navê „Vegerya „Kaset û CD çêkir û gelek gotin û muzîk wî çêkiriye. Ji stranên xwe tevan re Kilîp kisand û VCD derxist.
Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Semal-1994
- Vegerya
- Gulbîn
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera fermî ya Bawer Can Girêdana arşîvê 2019-10-26 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |