Gotûbêj:Bidlîs

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wîkîpediya, navê Bedlîs (Bidlîs, Bilîs, Bêdlîs) yê herî rast kîjan e? Xelkê Bedlîsê çi dibêje? silav--MikaelF 18:03, 7 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]

Bedlîs (çavkanî: Firat News Agency)--Alkd 18:20, 7 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]
Silav Alkd... çavkaniya firatnews.com kîjan e? Tê de çend şaşîtî hene, ji ber vê yekê ez dipirsim gelo bidlîsî navê bajarê xwe çawa bilêv dikin? --MikaelF 08:19, 9 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]
Silav,
--Alkd 09:49, 9 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]
Xwedê ji te razî be. -- MikaelF 17:32, 9 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]
Google li vir çiqas wekî pîvanek e, nizanim. Tiştê dizanim, rastiya navê bajêr Bidlîs e. Bi kurtî carnan Bilîs jî dibêjin. Edebiyata me ya devkî herwiha Bidlîs an Bilîs dibêje. Min jî ya xwe got. Bawer dikim Bedlîs bi tesîra Soranî ye. Hûn dizanin Soran pêşpirtikên tê de "i" hebin dikin "e". Standardiyekê nehatiye tesbîdkirin, ji ber wê ye pirraniya nivîskar û lêgervanên Kurd navên erdnîgariyê bi kêfa xwe dinivîsînin. Hinek jî hene gelek serhiskiyê dikin, dixazin her kes a wan bikarbîne. Min yek nas kir Colemêrg, wekî Çolîmerg dinivîsî. Bi texmîna min niha jî wisa dike. Pirraniya întellektûelên me ji standardiyê hez nakin û nahêlin zimanê me standard bibe. Min bi viya pê derxist, hela ka hûn ê kîjangav heq bidin min..--Bablekan 23:43, 9 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]

Di çavkaniyên bi tirkî a Osmanî wek BITLÎS بتليس dinivîse.