Gotûbêj:Erzîrom
Xuyakirin
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Erzîrom e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev gotar li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan hîn nehatiye sinifandin. Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
|||||||||||
|
Nav
[çavkaniyê biguhêre]Erzirom an Erzîrom?--Ghybu (nîqaş) 08:19, 13 avrêl 2012 (UTC)
- Keko Kop kirine Bulanik. Kurdên me jî kurdîze kirine dibêjin belanix/bilanix. Navê tirkî Erzurum e, niha gelek kurd dibêjin Erzurum/Erzurim. Ango asîmîlasyonê gelek ji me biriye. Eva forma pasîv a hinekê ji zimanên din ên îndogermanî cudatir dike (azadiya Kurdistan û azadiya Kurdistanê) jî ji asîmîlasyoneke kevn tê. Qefqazî (bo mînak Huriyan û Urartûyan) û Samiyan (ereb û bi taybetî asûrî) karakterê kurdî hinekê guhertine. Tenê dikare zimanzan û saziyên ziman safî bikin, ew jî ji me dûr in. Zimanzanên me hez ji karên zimanî nakin, polîtîka şerbet e bo wan. Niha navê wê ne ji Erz-î/Arz-î Rûmî tê? Em jî rûmiyan re romî nabêjin? Bi ya min Erzîrom a rast e. Lê heger rojekê kurdî reforma xwe bike, bêjin Erzêrom çêtir e. Nikarin bêjin Erdêrom lewra ez bi xwe jî li dijî guhertina navên cografîk im. Divê em ji şarezayî, ziman û gelan re rêzdar bin. Jixwe jî wisa ne. Xebat xweş..--Bablekan (nîqaş) 11:22, 13 avrêl 2012 (UTC)
- Silav. Li Serhedê "Ezirim" tê gotin. Gelek nivîskarên ji serhedê (Alakom, Aras hwd.) wan salan dawîn "Ezirim" bikartînîn. Bedirxan Erzîrom nivîsiye û heta gelekî pesnê bajêr ji dide, hema qasê ku ez dizanim Erzîrom bi zimanê osmanî ye û bi kurdî nikare bê bilêvkirin. Di tewîna îzafeyi de mumkun nine. Erzirim ji hemiyan bastir e. Baran Rûçiyar
- Keko bilêvkirin û hêsanî girîng e lê ne her tişt e. Erzîrom di wateya erdê, axa Romê, romiyan de ye. Heger Erzirim be ser lêvê xweş tê (jixwe devok bitehm in) lê ji wate û dîroka xwe diqete. Mînaka cixare/cîgareyê jî wisa ye. Kok, derketin û dîroka wê kivşe ye. Li ser pakêtên sîgarayên osmaniyan ji xeynî nivîsên erebî, bi latînî cigare hebûye. Heya Ataturk latînî gotiye jî alfabe ji xwe erebî bû. Alfabeya latînî cigare (xwendina wê sigare/a) wekî cigare dixwend. Wiha derbasê kurdan jî bûye. Min viya di nivîsareke ronakbîrekî tirk de xwendibû. Niha em kîjanê bingeh bigirin? Orjînalê yan bilêvkirinê? Heger wisa be, roj tê zimanê kurdî dibe zimanekê ku ti eleqaya xwe bi orjînala peyvan nemaye. Xelk bi bizmaran dikolin ku orjînala peyvên xwe bibînin. Ez dîsa dibêjim, bilêvkirin jî girîng e lê heya ji me hatiye em DNAya peyvan xirab nekin daku di paşerojê de bi nexweşiyên genetîkî yên ziman nekevin. Xx (Xebat xweş).. --Bablekan (nîqaş) 14:11, 13 avrêl 2012 (UTC)
- Kekê min tu xwesh dibêjî, belê epînoma "Erzîrom" di chanda kurdî de ne xwêdî cîh e. Chawa ku tu jî dizanî canda me yeka bi devkî ye, û vê canda devkî de navê vî bajarê wek "Ezirim" (di îzafêye de "Ezirm", mînak: ez ji ezirmê me, tu ji ezirmê tê?) derbas dibe. Evdalê Zeynikê, Reso, Shakiro hwd. hemû di stranên xwe de ji "Ezirma rengîn" distirine. Heger tu dibêjî ku "Ezirim" etîmolojiya vî navê wenda dike, we demê bashtir e ku Erzîrom bê birkaranîn. Xx. --Baran Ruciyar (nîqaş) 17:59, 14 avrêl 2012 (UTC)