Gotûbêja bikarhêner:Bablekan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

Vegere! --MikaelF (gotûbêj) 21:32, 8 sermawez 2014 (UTC)

Hel werin vê govendê, destê xwe bigrin tevda[çavkaniyê biguhêre]

Heq şima razib bo. zaf sipas kena.dixwazim ser zimanê kurdî kar ên xweş çêbikim lê belê ew wikipedîa gelek zehmete hîn bûna wî , min re wuha tê ..hinekî xebat ên malperê hîn ê min kî gelek baş bibe. --M.Hezand Mîhrewanî 16:32 5 tîrmeh 2012 (UTC)

  • Her hebî Xwedê te bixefirîne.Ez têke me alîkarîyê jî dîsa serast nakim vê malperê, zor spas ji bo bersiv û axaftina te.Xx) --M.Hezand Mîhrewanî 21:00 5 tîrmeh 2012 (UTC)

Oîdîpûskompleks[çavkaniyê biguhêre]

Keko Elekra yan Oîdîpûs em bêjin bila Rojda û Robîn be. Kompleksa Rojdayê yan Rojdakompleks? Forma yekemîn kurdî ye lê heger mirov kûr û dûr lê bisekine forma duyemîn bashtir e. Chima? Kompleks nabe ya kesek, kompleksa filan kesê, kompleksa Rojdayê. Di shexsê Rojdayê de mesele tê bisînorkirin. Rojdakompleks notral e. Kompleksa wekî ya Rojdayê, dishibe ya Rojdayê. Dikare bi hin aliyan ve neshibeyê jî. Kekê MîkaelF bi ya min wextekê zimanê Kurdî nêzîkê ruhê germanî bûye. Zimanên Samî û Qefqasî DNA ya kurdî gelek guhertine. Ez ne zana yan zimanzan im. Fikra min bipirsî, ya duyemîn bashtir lê tê. Xwedê zarokên me ji kompleksên oîdîpûs û elektrayê bêî qeza û bela derîne, herwiha yên te jî. Xebat bash.. --Bablekan 09:00, 8 pûşper 2011 (UTC)

Silav, "oidîpûskompleks" bi zimanên germanî wek almanî, swêdî, norwêcî.. bashtir û pêwîst e, lê bi baweriya min, bi zimanên îranî yan latînî û hwd ne wisa ye. Odîpekompleks, odîpkompleksok jî nabe.. ;). Birayên me soranî "Girêyî Odîp" dinivîsin, bi te "girêya Odîp" an "girêcana Odîp" çawa tê? Dembash, qewet be --MikaelF 17:47, 8 pûşper 2011 (UTC)

Heval, ji kerema xwere interwiki (de/elmanî) ji bîr neke mînak, gava ku tu iwyan kopî bikî û di Wîkîpediyê de pêvebikî. Silav 85.176.156.91 13:26, 10 pûşper 2011 (UTC)

Heval!,
bi min kurdiya te gelek rind e. Lê belê tu çima di Wîkîferhenga kurdîde naxebitî? silav 85.176.156.91 13:45, 10 pûşper 2011 (UTC)
Kekê gelek ferhengên me hene, yê sêwî maye Wîkîpediya kurdî ye:) Yek jî, bo kurdiya mirov bashtir bê nirxandin, divê mirov zaraveyên din jî bash bizanibe û bi wan jî bikaribe binivîsîne-bixwîne. Zazakî jî niha bi alfabeya tirkî dinivîsînin, ew jî dijwar kirine. Kes naxwaze kurd yek alfabeyek bikarbînin, zimanê kurdî standard bibe. Mixabin bi herfên erebî nizanim, ji ber wê nikarim Soranî jî bishopînin. Dem û derfet jî kêm in. Sipas. Ezê intewikiyan bi de. jî bikim..--Bablekan 14:08, 10 pûşper 2011 (UTC)
Heval!,
çima kêm bikarhêner di Wîkîpediya kurdî de dixebitin. Û pirseka din kîjan peyv bashtir e«bikarhêner-an jî bikarîner», di kurdîde tishtek nayê bikarhanîn, lê belê tê bikaranîn. Bi min biarhêner hinek bi soranî/goranî ye, an jî? Tu karî varyenta rast ji min re bêjî, û û karim sîstemê biguherînim bikarîner, eger ku ev peyv rast be. Tu ji karî di translatewiki bixebitî, ji ber ku kurdîya te ji ya min gelek bashtir e. Ji ber ku hinek bikarhênerên ên ku zimanê kurdî just a minute zav nizanin û sîstema loma ketî nav hev.
Heval, ez di translate.wiki dixebitim binêre tevkariyên min.
Eger ku? wextê/dema te hebe, tu jî karî hinek mesajên sîstemê karî wergerrînî kurdî, eger ku inglîzîya te rind be, eger ku ing. te ne zav rind be, tu karî berdî.
Êz shexsî vê sîstema kategorîzekirinê heznakim/bi min jî ev rast e/, ji ber ku her kes bi awayekî li gorî ya xwe kategorîze dike û ev aspekt jî ne bash e. Heval ez dîtim ku elmanîya te gelek bash e û rind e, ji ber ku ew gotarên di wikiya elmanî û ev gotarên ku te afirandîyî li hev tên (bi elmanî:übereinstimmen). Ez jî dixwazim hinek gotaran biafirînim, elmaniya min jî gelek bash e, lê belê ev her dem di Wîkîferhengê de aktîv im û li wir zav kêmasî hene.
Heval, ez gava ku li wan wikipediyên din dinêrim, û li wikipediya me dinêrim, ez dibînim ku wîkîpediya me zav înaktîv e. DÎSA JÎ GELEK SPAS ji bo alîkariyên/tevkariyên/nîqaş û şîroveyên te ên li der barê gotaran de.
Di dema kin de ez jî edî di Wîkîpediyayê de aktîv bim,.
Ez ewilî ji dixwastim, lê belê derfetê min zav tine bûn.Silavên germ ji te re û qewet be.85.176.150.141 18:17, 10 pûşper 2011 (UTC)

Merheba heval[çavkaniyê biguhêre]

Bêguman ez êdî tiştên polîtîk bar nakim ango min barkirina wê wêneyê de aliyê polîtîkayê nefikrî. Ez jî dixwazim wêneyekê simbil qeyten barbkim. :). Roj baş Cuneytewrares 15:45, 14 pûşper 2011 (UTC)


Heval ez dikarim malpera me ya nû li vir bidim nasîn. Malper yekemîn ya herî mezin dergeha bernameyên windowsê ye û hemû jî bi kurdî nin. Kurmancî û soranî bername tê weşandin û wergerandin. Hûn çi dibêjin ew jî li dijî pîvanên wîkîyê ye?. roj baş Cuneytewrares 19:21, 14 pûşper 2011 (UTC)

Merheba hevalê hêja , te gelek gotarên baş nivîsandin. Bi giştî beşên ku di wîkî ya Kurdî de nînin. Lê ji kerema xwe tu dikarî iwiki(ango girêdanên zimanên din) li ser gotarên xwe binivîsî? Ji bo ku gelek gotar hene , tenê di wîkî ya Kurdî de xuya dikin. Lê pêwîste gotarên me girêdanên zimanên dî jî bide û di zimanên din de jî gotarên me xuya bikin. Dema me wisa kir , gotarên me bi hemû kesî re tên parvekirin û mirov bêhtir jê sûd werdigirin. Bimîne di xweşiyê de. Gomada 16:49, 21 pûşper 2011 (UTC)

-lojî, -logî, -loxî, -locî[çavkaniyê biguhêre]

Spas ji bo vê bersivdayîna te, Bablekan. Di warê -log/-lojî log-/logî de bi rastî ez kêm tûşî paşpirtika -logî bûme; helbet biyolojî, biyoloxî û bayolocî hene, lê min biyologî nedîtiye. Ez nizanim çi bêjim, -logî rast e an na. Peyvên wekî jînekolojî û jeolojî tu çawan wan bi lêv dikî; wekî gînekologî û geologî an jî wekî jînekologî û jeologî? Havîna te bi xêr be û rojên li gorî dilê te daxwaz dikim --MikaelF 10:21, 24 pûşper 2011 (UTC)

Şablona hişyariya bijîşkî[çavkaniyê biguhêre]

Binêre {{Hişyariya bijîşkî}}

Ji bo xilaskirinê prosesê divê Wikipedia:Medical disclaimer were wergerandin. Xebat xweş! —Gomada 21:35, 12 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Bablekan, keko tu jî Admînê Wikîpedyaya me yî! Emê pêde pêde hînî vî karê nû bibin.. Serkevtin! --MikaelF 17:34, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Wêneyên Wîkîpediya kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan, ez bi hêvî me ku tu tetîlê li gorî dilê xwe derbaz bikî. Divê em hindik-hindik arshîva wêneyan paqij bikin û lîsansa wêneyan bidin li gorî bingehên Wikimedia Commonsê. Bi ya min, çêtir e ku em ji niha û pê re wêneyên xwe bar bikin ser Wikimedia Commons. Erê tu dikarî wêneyên xwe wisa bar bikî? Here rûpela Wikimedia Commonsê, bi zimanên cuda ye, xwe lê tomar bike û wêneyan li wê derê bar bike li gorî lîsansa pêwîst. Serkevtin, heke pirsgirêka te hebuya, bibêje. Ez jî gelek kêfxwesh im bi Admînbûna te û Gomada! Xebatê te xwesh be. --MikaelF 08:44, 8 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Kutilk, kifte, dolma[çavkaniyê biguhêre]

Keko, mixabin di warê xwarinan de ez kêm dizanim; ji xeynî çêkirina heşîna îsotan û dolmayên swêdî, yên bi navê "kåldolmar", û çend seleteyan ez aşpêjekî xirab im. Kêfa zikê min ji kutilkan re tê, lê ez nizanim çêkim :( Hevaleke mine behdînî heye ku bi xwarinan gelek baş dizane ezê lê pirs bikim.. Derheqê kutilkan de ferheng wisa dibêjin: kutilk, xwarineke û ji goştê hêrandî çêkirin (Demîrhan); kutlik, kiftey birwêş ya sawar ya genimekutaw û goşt (Mukriyanî); kutilk, type of food made with danhêrk (type of wheat flour) consisted of patties stuffed with ground meat and minced onion (Chyet); kutilka binavik, kutilka pelastî/rijî, yên ziwa jî hene; lopik jî heye (Îzolî). Ji aliyê din, di kitêba Cemşîd Bender de, gelek cureyên kifte hene: kifteya bicacîk a Dîlokê, kifteya xav a Rihê, kifteya tirş a Mêrdînê, xilolîka Amedê û kutlikên cuda. Wekî din, kifteya liklikî ya Ruhê, kifteya nîskê ya Ruhê, kifteya bacanreşkî ya kolotik (!) a Pirrînê; kifteya sîniyê ya Dîlokê, kifteya zenbûrî û kifteya kolotîko bimast a Pirrinê û kifteya bihêk a Ruhê li eynî pirtûkê ne.. Xebatê te xweş be û bila makîneya te ya wênekişandinê jî geş be! silav--MikaelF 09:48, 14 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Şablonên Xwarinê[çavkaniyê biguhêre]

Rojbaş min hinek şablon amade kirin , (li [1] binêre ), dema te gotara xwarineke nû nivîsand , tu dikarî wê xwarinê li şablonê zêde bikî. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 10:08, 22 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Cureya nivîsê di wîkîya me de[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan,
cejna te pîroz be!
heval Ghybu niha nivîseka nû test kir li vir. Tu ji cureya nû re çi dêjî?Silav//George Animal// 15:50, 1 rezber 2011 (UTC)
Kekê min nêrî lê çavên min rind nabînin, hûn baştir dizanin, kîjan a xêrê ye, bikin. Qey pêdivî bi wê heye ku hûn li karaktereka nivîsandina tîpan a nû digerin.. Mirov ji tiştekê fêhm neke ka çawa li ser wê nêrîna xwe bêje? Bi rastî min nêrî, ti cudatî nedît:) Hûn li min Kor Bablekan Paşa nenêrin, kîjan a baş e, bila ew be. Xwedê emrê we dirêj bike. Keda we bi rastî jî gelek mezin e. Sipas ji we re.. --Bablekan 10:49, 2 rezber 2011 (UTC)
Tu dikarî li wir jî bi navê xwe iw'yan lê zêde bikî.//George Animal// 15:01, 2 rezber 2011 (UTC)
Min îcar hinekê fêhm kir çi dibêji. Ez dema dixebitim, du-sê malperan bi hev re vedikim. Kîjan ji min re pêwîst nîne, dadixim jêr. Ji wir jî carnan înterwîkî dikim. Pê hesiyam mirov dikare bi heman navê di tevahiya wikiyan de bixebite. Lê zanîna min di wê warê de nîne. Vêgav wisa dikim..--Bablekan 15:05, 2 rezber 2011 (UTC)
Temam hevalê gelek hêja û delal.
PS:Tu dikarî e-nameya xwe bidî min?//George Animal// 15:10, 2 rezber 2011 (UTC)
Spas, min dixwest di facebook an jî yahoo/hotmail de.//George Animal// 15:17, 2 rezber 2011 (UTC)
Ev jî çêdib.//George Animal// 15:18, 2 rezber 2011 (UTC)

Silav Bablekan! Va alaya pkk (1984? PARTÎYA KARKERÉ) rast e? Bnr. jî: 1 (1978, PARTIYA KARKERE), 2 (1978, PARTÎYA KARKERÉ). Min ne fehm nekir, kîjan rast e û çavkanî heye?--Ghybu 22:41, 5 rezber 2011 (UTC)

Kekê te pirsek wisa kiriye ku mirov newêre bibersivîne:) Çend rojan berê partiyeke legal jî kongreya xwe lidarxist. Niha pankarteke wan li ber min e, di ekranê de. Ji dêl alfabeya kurdî, alfabeyeke kurdî+tirkî bikaranîne. Bi mînak "I" ya mezin di kurdî de bêî nuqte ye, "Î" jî bi kumik e. Lê wan wekî tirkî nivîsîne. Herwiha peyv jî şaş. Niha tu rexne bikî, guh nadin te. Lewra ji serî de siyasetmedarên me (bi giştî) guh nedane, qîmet nedane zimanê kurdî. Ev her wiha bûye. Wextekê hin devedoran tîpên kurdî wekî tirkan dinivîsandin, ev mode bû. Digotin "em bira ne, pirraniya Bakuriyan bi tirkî dizanin, herfên tirkî hêsan in". Kesên wekî min extiyar û temendirêj in, ji sed salî derbastir kirine, dizanin ez behsa çi dikim. Bi kurtî ne xema ronakbîr û siyasetmedaran e zimanê kurdî. Wekî dekorasyonekê bikaranîne. Îcar tu jî dipirsî kîjan rast e. Ji hêştirê pirsîne kû dera te dûz e. Helbet rexneyên min ne tenê ji bo kom an berekê ne. Bo hemiyan e. Serî de bo înstîtutan e. Enstîtuyên kurd ji xeynî karê zanistiyê û ziman her tiştê dikin. Zanayên me wiha bin, em nikarin siyasetmedaran jî rexne bikin, ne durist e. Îcar helbet ez ne zimanzan, zana û siyasetmedar im lê te pirsiye, bi ya min heger navê wê Partiya Kurd - Kurd Partisi ba me dê nekaribû bigota Partiya Kurdan (ne plûral). Çima ji bo karker (isci, worker) em mecbûr in bêjin karker+ên (plûral)? Herdu jî pronom in. Gava me bersiva viya da, me gelek tişt êdî safî kirine. Wextekê zimanê kurdî nêzîkê karakterê germanî bûye, paşê latînî. Bi tesîra mezin a suryanî, erebî û qefqasî (Hurriyan, Urartu) gelek karakterê xwe winda kiriye. Bi kurtî ya rast îro Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Lê berê ba, pirr berê ba wisa bû: Partiya karker a Kurdistan. Beriya wê jî ba: Karkerpartî ya Kurdistan.. --Bablekan 07:11, 6 rezber 2011 (UTC)

Reqsên kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Slav hevalê hêja, daxwaziyeke min ji te heye, zanebûna te di warê kurdewariyê de pirr e. Lewma ez dixwazim (heke wextê te hebê) tu gotarên reqsên kurdî çêkê.(gelek hindik govend/reqs hatine nivîsîn û kurt in) Mînak li vir bablekan heye, lê pirr kurt e. Heme nebê jî tu karibê reqsên herêma xwe binivîsî jî baş e. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 11:50, 17 kewçêr 2011 (UTC)

Erê weke gotina te ye, divê em tiştên ku kurd lê digerin di rêza pêşî de binivîsin. Min jî ji ber vê yekê ji te xwest ku tu wan jî binivîsî. Min li lêgerînên wîkiya me nêrî, mirov li şemamê geriyane lê di wîkî ya me de nîne. Dema mirovên me tiştên xwestin li vir dîtin wê bêhtir serdana wîkiya me bikin, dibe ku yek ji wan bêjê ka ez jî tiştekî biçûk ji kurdî re bikim. Jixwe niha gelek gotarnivîsên me nîn in. Ez jî niha bêhtir dema xwe bi dînamîkkirina wîkiya me ve dibihûrînim. Lewma gotarnivîsên me niha tu û hevalê Cyrus the Virus'un. Lê ez bi hêvî me, wîkiya me rindtir dibe, hevalên ku weke rêveber(!) xuya dikin jî vegeriyabane wê pirr baş çêbê. Ez zêde dirêj nekim. (: Hinga alîkarî hewcebû em bi hev re bipeyivin ji bo wîkiya me çêtir e. Xebat xweş! —Gomadapeyam 13:50, 17 kewçêr 2011 (UTC)

Înfoboks erdhej[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan! Înfoboksa erdhejê cêkinê an jî ne pêwîst e?--Ghybu 14:55, 27 kewçêr 2011 (UTC)

Sipas kekê bo keda te. Vêgav hejmara gotarên erdhejê kêm in. Bi sedan erdhej hene. Vêgav xwe newestîne. Dem û kêf hat dê bibe. Vêgav ne ewçend pêwîst e.. --Bablekan 15:05, 27 kewçêr 2011 (UTC)
Ya rastî çêbûbane baş bû. Ji ber ku dema şablon amade bê mirovên gotarên erdhejê dinivîsin, dikarin şablonê di wê demê de tevlî bikin.—Gomadapeyam 14:45, 30 kewçêr 2011 (UTC)

Wergerandina Facebookê[çavkaniyê biguhêre]

Slav hevalê hêja, nizanim heya te jê heye an na. Lê wergerandina Facebookê ya bi kurdî dîsa destpê kir. Niha komek heye, kurdên ku dikarin li wir bi kurdî binivîsin (50 kes) gihane hev. Ya rastî kurdiya hemûyan ne rind e, lê hinek hevalên ji dema wergerandina pêşî têne bîra min ku kurdiya wan ne xerab bû. Wekî tu jî dizanî dîsa li wir gengeşî heye. Her kes dixwaze bi serê xwe hin tiştan bike lewma pirsgirêka wergera kurdî xilas nabe. Nizanim ez dibe qey em karin tevlî wan bibin û wan îkna bikin ku herwiha werin wîkîpediyayê alîkariya me bikin. Jixwe em wilqas kurdên ku dixwazin bi kurdî binivîsin li dereke dî nabînin (: Hûn çi dibêjin?—Gomadapeyam 12:10, 14 sermawez 2011 (UTC)

Karekê gelek bi xêr e. Bi rastî jî nedibû, carnan ji dêl wergerê dijûn û heqaret lê bar dikirin. Min profilek hebû, jêbir lewra nexwest bi zimanê xelkê be, û Facebooka kurdî jî nedibû. Ez jî heme. Lê heger derfeta ji almanî wergerê hebe. Îngilîziya min ji ya îngilîzek ne rindtir e :) Keko me ew jî wekî wîkîpediyayê ye qey, chima kê bixwaze dikare biguherîne? Wisa pêlîstin jî nabe. Lînk an cihê wergerê bêje, ez ê jî bi qasî kurdiya xwe alîkarî bikim. --Bablekan 13:14, 14 sermawez 2011 (UTC)
Erê her kes dikare biguherîne. Lewma tirk dikarin tevlî bibin û dîsa tevlî bûne. Min li hin deran sixêf an jî wergerên tirkî dîtin. Navê koma wergerê "Translator Community For Kurdî" ye. Tu dikarî lê binêrî. Herwiha, divê tu zimanê Facebooka xwe bikî Kurdî. Wê demê li ber bişkoka Chat (Axaftin), li xwarê, aliyê rastê wêneyê cîhanê heye û li cem % 38 xuya dike (hê wilqas hatiye wergerandin), vir bitikîne û here Translation App. —Gomadapeyam 14:53, 14 sermawez 2011 (UTC)
Silav hevalno,
hevalên hêja wergerandin û zimanê kurdî li kur be, ez jî li wir im.Heke ku derfeta min jî ji bo vî karî hebe, ez ê jî li wir wergerînim.Her bijî hevalên wisa!Silav û xebatxweşζΞ∀Ω 17:50, 14 sermawez 2011 (UTC)
Wele min pêdernexist, cihê ketina wergerê.. Ti sernivîsekê nedît. Translator Community For Kurdî navê profîlek e, min ew dît û wekî hemî profîlên koman, li wir gotûbêj hene. Heger mirov tevlî vê komê bibe, paşê dikare wergerê bike? Xêra vekirî bêjin, daku yên wekî min dereng fêhm dikin bizanibin ka çawa dibe :) --Bablekan 18:23, 22 sermawez 2011 (UTC)
Silav Bablekan,
li vir binêre.Lê belê min jî dixwest ku wergerînim, hevalên kurd ên li wir ji min re gotin ku ez divê di facebook'ê de xwediyê hesabekî kevin bim, û lewma ez nikaribûm wergerînim.SilavζΞ∀Ω 19:23, 22 sermawez 2011 (UTC)
Hevalê Bablekan, ew kom ji bo nîqaşan e. Ne mecbûrî ye ku tu tevlî bibe. Jixwe wekî te gotî tiralên me pirr in. Li wir jî hene. Her kes forsa xwe dike. Lê tu dikarî tevlî bibî û nîqaşan bikî. Ya din, here li ser profîla xwe mîhengên hesab bibîne/bitikîne, li wir guhertina ziman heye. Zimanê xwe bike kurdî. Piştre tê bînê ku li jêr (li binê rûpelê), li aliyê rastê %62 xuya dike. Ev wergerandina beşa kurdî ye. Wir bitikîne û here sepana wergerê, wê demê tu dikarî bibîne wergeran.—Gomadapeyam 21:22, 22 sermawez 2011 (UTC)
Kekê nabe, ew gotinên te bicih anî lê 62 % û tiştekê wisa nîne. Wayê heval jî gotiye nabe. Qey divê berê ev derfet hebûye, lê niha nîne. Ji profîlên kev re ev defet dane. Dîsa jî sipas. Wele tirk ketibin wir, derî jî digirin:) Kekê yek jî bi ya te gelo facebooka kurdî bi zimanê tirkî ve hatiye girêdan, an bi Tirkiyeyê re? "ku-tr" çiye? Profîla xwe aktîv kir lê min dît dîsa di wergera wê de siqêf hene, bi tirkî heqaret hene. Jixwe dilê min li Facebookê germ nebû, hew sar bûm wele. --Bablekan 17:34, 23 sermawez 2011 (UTC)

Slav hevalê Bablekan, tu dikarî li û binêrî û ramanên xwe bi me re parve bikî? Spas.—Gomadapeyam 16:58, 22 sermawez 2011 (UTC)

Di wîkiya îngilîzî de : Its name comes from the Greek προκύον (prokyon), meaning "before the dog", since it precedes the "Dog Star" Sirius as it travels across the sky due to Earth's rotation. (Although Procyon has a greater right ascension, it also has a more northerly declination, which means it will rise above the horizon earlier than Sirius from most northerly latitudes.) In Greek mythology, Procyon is associated with Maera, a hound belonging to Erigone, daughter of Icarius of Athens.[18] These two dog stars are referred to in the most ancient literature and were venerated by the Babylonians and the Egyptians.[citation needed]

Rarer names are the Latin translation of Procyon, Antecanis, and the Arabic-derived names Al Shira and Elgomaisa. The first derives from الشعرى الشامية aš-ši‘ra aš-šamiyah "the Syrian sign" (the other sign being Sirius; "Syria" is supposedly a reference to its northern location relative to Sirius); the second from الغميصاء al-ghumaisa’ "the bleary-eyed (woman)", in contrast to العبور "the teary-eyed (woman)", which is Sirius. (See Gomeisa.) The modern Arabic name for Procyon is غموص ghumūṣ. It is known as 南河三 (Mandarin nánhésān, the Third Star in the Southern River) in Chinese...

Bi ya min navê înternasyonal baştir e. Lê heger a erebî baş e, îcar jî divê em li gorî rêziman, rastnivîsa kurdî binivîsînin. --Bablekan 16:29, 22 sermawez 2011 (UTC)

Silav Bablekan
IP gotarên ji rûpelên din kopî dike û li vir zêde dike, em divê van rûpelan ji sedemê copyrightê jê bibin.Tu çi dibêjî?Silav--ζΞ∀Ω 13:30, 25 sermawez 2011 (UTC)

Hezretî IP kîjan IP e û çiye min tênegihîşt lê dizanim ev kêşeya mafê bikaranînê gelek girîng e. Heger mirov çavkaniyê bide? Ez bi xwe heya ji min tê ji cihekê wernagirim, kopî nakim. Bi xwe dinivîsînim an werdigerînim, lê kêm-zêde dikim. Hûn baştir dizanin, kîjan a xêrê ye, wê bikin. Bdx.. --Bablekan 13:35, 25 sermawez 2011 (UTC)
Min ne ji te re got ji vî re dibêjim. Min got ku tu dikarî van rûpelan jê bibî?--ζΞ∀Ω 13:39, 25 sermawez 2011 (UTC)
Tenê gotarên bi kirmanki jê bibe, ên ku vê ip afirandiye.ζΞ∀Ω 13:41, 25 sermawez 2011 (UTC)
Pêş de, IP'ê agahdar bike… Bikarhênerên nû qanûnê Copyrightê nizanin (bin rûpelê nîşana copyrihtê heye: Copyright ©2009 zazaki.net). Silav--Ghybu 14:03, 25 sermawez 2011 (UTC)
Temam hevalno, ew hê niha nû li vir e.Em divê wî ji vê agahdar bikin.ζΞ∀Ω 14:08, 25 sermawez 2011 (UTC)

ewqas cavkanî besse heval?--Siyamed 12:12, 7 berfanbar 2011 (UTC)


Roja te bi xêr hevalê Bablekan. Ez dixwazim pirsekê ji te bikim. Gelo tiştekî rast e ku em mirovên ji 2009'an ve ne vegeriyane wîkiya me weke burokrat û rêveber bihêlin? Ez ne li dijî hevalan im. Lê me bixwe di rûpela rêveberiyê de jî gotiye, kesê weke salekê tevlî karên wîkiyê nebin divê rêvebertiya wan ji destê wan were stendin. Spas ji bo karên wan ên berê lê, heke wisa bimînin guhertin çênabe. Mînak, min xwesteka rêvebertiyê ya hevalekî bi navê Kurdodino dîtibû û gelek xebat kirine. Lê ti kesî bersiv nedaye wî. Piştî demekê ew jî veqetiyaye. Heke hinek hevalên me wê bi bertîlan alîkariyê bikin, ez dibe xem nake. Bila bixebitin, bila bibin rêveber. Lê heke em hertim wan kesên ne xebitî weke rêveberên fexrî bihêlin bertîla destê me namîne (: Herwiha , hevalan berê jî rêvebertiya çend hevalan bi dengdanê ji wan stendine. Ji ber ku kar nekirine. Berî ku ez li rûpela dîwana me binivîsim min xwest, ji te pirs bikim.—Gomadapeyam 13:08, 12 berfanbar 2011 (UTC)

Roja te jî bi xêrê be kekê. Hat bîra min, Kurdodîno baş dixebitî. Xwezî dîsa vegeriya xebata xwe. Kekê heger prînsîp û şert hebin, helbet ji bo hemiyan in. Kes ne li ser kesan in. Lê hin caran jiyan jî wisa tevlîhev e. Kekê Erdal çawa bêjin, kedkarê herî mezin ê ensîklopediya me ye. Li deh cihan xebatê dikir. Barê wî gelek giran bû. Niha nizanim me ji bîra xwe derxistiye, dê rojekê dîsa vegere yan niyeta wî çiye? Kekê Bangîn xortekî 13-14 salî bû, niha mezin bûye. Hostayê grafîk, şablonan bû pirr ziman jî dizanî. Ew jî winda ye niha. Du madalya da min û reviya :) Niha ez wî rexne bikim, dê were madalyayên xwe bigire:) Birayê Gomada, tu jî dibîni ku halê me çiye. Niha li vira me behsa siyaset û polemîkan bikira, kurtepist û galegal, te bidîta ka ronakbîrên me çawa li serê me biciviyan. Ev taybetiyeke me bakuriyan e. Pirr gotin û galegal, kêm xebat. Lê divê em qîmeta kedkaran, xebatkaran bilind xwedî bikin, nehêlin bikeve nava pê-lingan. Carnan li cihên din jî bêhna min teng dibe, dibêjim wele wisa nabe, bisekine her tiştê biguherînin, lê nabe. Pirsgirêka em ya sereke nebûna bikarhêneran e. Kurd bi kurdî nanivîsînin, naxwînin. Bikin jî beriya beriyê li kariyerê digerin. Wextekê min ji gelekan re e-peyam nivîsî ew vexwendin vira. Çi gotin: Yekê digot, "heyran min filan malper bicih hiştiye, tu jî hatî behsa çi dikî". Ango bi wî ew malpera Tirkzimanî, ji vir biqîmettir, çêtir e. Serê te neêşînim. Bi ya min dema hêjmara me zêde bû, li vir şoreşekê bikin. Şoreşên herî xirab ji teraliyê baştir in. Hejmar zêde bû, min jî bavêjin. Bêî henekî, ez admîn im, lê nizanim admîntiyê. Nebe em niha şoreşekê bikin, dibe meseleya Melayê Meşûr Nesredîn. --Bablekan 13:29, 12 berfanbar 2011 (UTC)
Rast e. Qîmeta her xebatkarekî li vir bilind e. Jixwe ez hevalê Erdal nakim nav vî tiştî de. Wî ev tişt daye destpêkirin û dizane çawa ev kar birêve diçe. Lewma ew hin caran tê vir. Lê Bangîn her çiqas pirr xebitî bê jî (Xwedê jê razî be lê hê jî min hemû wergerên wî yên sîstemê yên çewt serast nekirine. Xilas nabin Bişirîn), ew ji 2009'an ve xuya nake. Em nikarin bêjin wê careke vegere û dîsa berdewam bike. Heke hat û xebitî ser ser û çavan. Kengî hat bila dîsa bibe rêveber/burokrat. Lê bi vî awayî em prensîbên xwe binpê dikin. Herwiha rêveber Webmaster heye, ez nizanim ev heval çi dike. Min rexneyeke te jî ya li hemberî wî dît. Hefteyê 2 saetên xwe alîkariya me bike bes e. Lê nayên. Min wilqasî li facebookê li koma wergêrên kurdî reklama wîkiya me kir, lê em çibikin nayên. Nizanim, wê çawa çêbe lê birastî gelek pêdiviya me bi xebatkaran heye. Em dîsa man 5 kes. Bi awayî em deh sal3en din nagihîjin 50000 gotaran. Xwezî hevalê Kurdodino vegeriyabane. Dîsa jî dibêjim, heke em prensîban dixwazin divê em peyaman ji hevalên ne çalak re bişînin û daxwaza xwe ji wan re bêjin. Heke hatin hatin, heke nehatin jixwe emê bi hêvî bikin ku ew careke din vegerin. Lê em nikarin heta heta wan weke rêveber bihêlin.—Gomadapeyam 13:45, 12 berfanbar 2011 (UTC)

Slav, Bablekan, tu dizanî cinsê vî seyî çi ye? Dûrzan kişandiye, lê wî gotiye ez nizanim. Emê karibin cinsê wî ji derekê fêr bibin?—Gomadapeyam 13:02, 17 berfanbar 2011 (UTC)

Ji Caucasian Shepherd heya segên Qenxalê, nizanim. Secereyeke segan li vir heye: [2]. Heger neşibe yekê, em ê jî bêjin segê filan derê (cihê wêne lê hatiye wergirtin, an jî segê Kurdistanê). Xebatxweş.. --Bablekan 12:57, 19 berfanbar 2011 (UTC)

Newroza te pîroz be![çavkaniyê biguhêre]

Birêz Bablekan, cejna we ya Newrozê pîroz be! --MikaelF (nîqaş) 09:41, 20 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Silav Bablekan,
tu çawa yî?Min niha li Wiktionary a kurdî nêrt û dît ku heval Ferhengvan êdî peyvên tirkmancî çêdike.Mînak:bacenax.
Min got ku ji te bipirsim, ma gelo pêwistiya van peyvên tirkmancî heye?Welle, kurdên bijî-bijî- û tilîliyê zimanê xwe ji bîr kirine û ji bîr jî dikin û wê ji bîr jî bikin, heke rewş wisa bimîne.
Ez serê te bi axaftinên xwe neêşînim.Gelek netewe zimanên xwe li dijî windabûnê diparêzin, û heke ku tu li gelê me binêrî-ew çidikin-diçin zimanê dijim bi kar tînin û û bi vî tiştî ji gelek serbilind in.
Ez dibêjim ku bijî-bijî têrî nake û wê jî neke.sILAV JI TE RE<<>> (nîqaş) 15:26, 30 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Silav kekê, gelo doza vanan chîye? Ez bim vana jî zazaciyên rojhilatê ne. www.lakpress.com --Baran Ruciyar (nîqaş) 00:12, 16 avrêl 2012 (UTC)

Nebihîstibû, ez ê hinekê bixwînim, ka ev malper çi dixwaze. Haho zazaçîtî çiye, di destên welatên Kurdistan dagirkirine de, bi hezaran çekên wiha hene. Şerê psîkolojîk, projeyên endezyariya civakî yên wiha dê her hebin. Nebû nebû ew ê dev bavêjin êl û berên kurdan jî. Ji xwe hinekê acêtin jî. Li ser êla Qeregêçiyan gelek jî bi ser ketin. Ev êl kirin tirk û viya jî bi destên kurdan dan kirin. Kurdên me jî kemalîst teqlîd kirin, ketin pey hevdengiya peyvan. Qeregêçî tirkî ye, temam aha wele ew tirk in. Kesê negot heyran "kara ne bêjeyeke tirkî ye, peyvên tirkan bi tîpa "k" destpê nakin. Dîsa osmaniyan gelek caran êlên kurdan bi binavkirinên tirkî tomar kirine"- Kesê negot. Dikarim bi sedan mînakan bidim. Hema min carekê mînaka gundê Xinzorê da. Osmaniyan wekî "hinzir (ango beraz)" qeyd kirine. Malpera vê gundê wiha nivîsîbû: "Em navê gundê xwe yê kurdî dixwazin. Bila dewlet navê gundê me dîsa bike Xinzîr". Ez gelekê keniyabûm. Binêrin nezanî mirov heya kû derê dibe. Xinzor bi ermenî tê wateya baxê sêvan. Dibe ku ji xanzoriyan jî navê xwe girtibe. Xwezî bila em xwedî li welat û zimanê xwe derbiketan, bila hema Kurmancistan, Zazakistan, Serhedistan û Lolanistan ban. Lê derewan dikin. Ti eleqeya zazakistanperweran bi gel re nîne. Pirraniya wan ziman jî nizanin. Înternetê derfet daye ji xwe re dilîzin. Li paş wan jî endezyarên civakê yên Tirkiyeyê hene. Armanca wan û JITEM, ÇATOM ûêd yek e: "Me çiqas karibû mala kurdan mîrat bikin!". Ma aliyekê malbata min jî zaza ye. Qey min nedixwest bibim wezîrê karên endustriya balonan... Gotine bila samîmî be, bila canê te bigire. Evana ne samîmî ne, ne xêra zazayan dixwazin, ne jî 24 saetan dikarin di nava gel û realîteya wê de bijîn. Hin çepgirên li Ewropayê yên egoyên wan xirab bûbûn û bênasname mabûn ketin dafika Romê. Hinekê pere-mere dan, çapxane, weşanxane ji wan re vekirin. Li Kurdistanê jî wekî Nûroyê me (lêzîmekî min) kesên ecayîb dîtin. Nûroyê me hema bila ecayîp be, dibe Madagaskarîst jî. Wextekê digot: "Kalikê min Fatîh Siltan Mehmed e". Bû kemalîst li Bursayê lêdan xwar ji kemalîstan, hat bû şoreşgerê kurd. Ket nava treîqeta Gülen, camêran negirtin nava xwe, lewra çi kirine Nûro pere nedaye, nimêj nekiriye. Niha jî giregirekî Zazaîstanê ye. Wiha eqrebayek min ê din jî heye, li Ewropa. Bi kurtî, Rom-ereb-ecem, ji dest werin kurdek li rûyê erdxanê nahêlin. Bo berjewendiyên xwe heşa Xwedê jî difiroşin, diya xwe jî dikujin. Tenê em kurd wisa reben, sefîl in. Xx.. --Bablekan (nîqaş) 09:05, 16 avrêl 2012 (UTC)
Qeregêchî bi tirkî be jî, navên qebîlên van hemû kurdî ne. Rast e ku êleke tirkomanan bi vî navê li rihaye bi destên osmaniyan ve hatiye bicîhkirin, belê eva gelekî pichuk bû ye, pishtê bicîhkirina wan li rihayê qebîlên kurdan xwe li wan kishandine û êleke bi navê qergêchî hatiye avakirin, herhal torinên van ên evil ji qergêchiyan bû ne, je ber vî navê wan "qergêch" ma ye. Tishtên waha li nav êlên kurdan û tirkmenan de gelekî normal in û pir jî bûne. Li êla qashqayiya li îranê biner e: torinên van ji eshira Amele (karker) ya Lek in. Chimkî di demên berê de êlên mezin hemû giredayinê kargerî bûn, bi destê dewletê dihatin avakirin. Herwiha torinên Shadiyan gurcî bû ne (Ûsiv Siltan). Em bizivirin ser Lakpressê. Ev malper qasho ser chand û zimanê Lekan e, belê tê xuyandin xwediyê malperê dijî kurdan e (heta me wek "Terorîst" û "Separatîst" binavdikin) û îda dikin ku Lek ne kurd in. Mixabin Asatrian jî di vî lîstikê de cîhe xwe girtiye. Chend hev gotarên enstituya iranê ya Rewanê di malperê de hatine weshandin. Tenê yek armanca vê enstîtûyê heye ew jî parchekirina gelê kurd e, herwiha Asatrian û tayfeya xwe bi vir û derewan ve dixwazin îspat bikin ku Lekî ne kurdî. Ev tayfeya bawer dike ku Zaza û Êzidî ji kurdan qetandiye, îjar dora Lek û Gûranan e. Xwezila armanca vanan peshvechuyina zimanê lekî ba, lê ne wisa ye, mîna qurmê darê, bi darê ve ketine. Ji destê wan bê evê koka li vî bînin. Têne ziman dikin haletê armancê xwe Xx --Baran Ruciyar (nîqaş) 12:01, 16 avrêl 2012 (UTC)

Qehweya kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Merheba hevalê hêja, ji kerema xwe li binêre. Xx—Gomadapeyam 11:05, 26 gulan 2012 (UTC)[bersiv bide]

Hey, mir ist hier im kurdischen Wikipedia aufgefallen dass bei religiösen Artikeln nicht gemäß gearbeitet wird. So wird viel mit dem Christentum propagiert. Und bei neutralen Artikeln wie bei Propheten oder Jesus wird einem vermittelt dass alles dem Christentum gehöre. Seyyed-Baran Ali (gotûbêj) 13:35


Silav hevalê Bablekan, ji kerema xwe re li e-nameya xwe binêre. Bdx—Gomadapeyam 20:10, 21 rezber 2012 (UTC)

Astengkirina Takabeg[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan
tu dikarî vî bikarhênerî asteng bikî.Kategoriyên li gorî dilê xwe lê zêde dike û kategorî ku te çêkiribû, jê dibe. mînakek.Silav--GeorgeAnimal. 16:51, 26 rezber 2012 (UTC)
Bi şerefa alokê ev kes dilê min ji Wîkîyê sar dike heke ew li vir kar bike ez bi dilê xweş û peş nikarim kar bikim û gumandar dibim.Em divê dest jê re bernedin.GeorgeAnimal. 16:54, 26 rezber 2012 (UTC)
Silav Bablekan
tu dikarî mafê guherandinê ji Takabeg jê bistînî?Ew tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digere û bi şerefa alokê dilê min ji Wîkîya min sar dike.GeorgeAnimal. 17:38, 27 rezber 2012 (UTC)

Why did you delete Kategorî:Zaza ? This category exists in many Wiki projects. I think that you abuse your right of admin. Takabeg (gotûbêj) 17:33, 27 rezber 2012 (UTC)

I cannot understand why do you remove datum about birth date, place etc. from article related with Zaza people ? Takabeg (gotûbêj) 17:41, 27 rezber 2012 (UTC)

Sayin Takabeg, Kürtçe bilmiyorsun, sorun yok, ama neden ingilizce sohbet ediyorsun? Anlamadim, Türkçe kullanabilirsin bir sey ifade etmek istiyorsan, seni tutup hapis veya yargisiz infâz etmecegiz ki! Ayrica bunu söylemek istiyorum, TC'nin yogun çabasini gidermek için, Birlesik Milletler (UNO), alman antropoloji laboratuara verdigi tâlimat üzerine, Zazalar üzerine çok genis ve derin bir DNA raporu hazirlandi. Komisyon açiklamada bulundu, "Zaza'larin Kürt'lerden ayri bir millet olmasi mümkün degil, Zazalarin ve kürtlerin DNA'si tamamiyle aynidir. Bu açiklamadan sonra UNO yetkililer zazalari bir millet olarak tanimadi: anladin? --Alsace38 (gotûbêj) 12:27, 31 berfanbar 2012 (UTC)

Vandalism or blind revert[çavkaniyê biguhêre]

Besides Kategorî:Zaza, unfortunately those your edits (Ziya Gökalp, Sedat Edip Bucak, Kemal Kılıçdaroğlu) can be considered as vandalism. If they causes only the result of your blind revert, you have to recover useful information. Takabeg (gotûbêj) 18:13, 27 rezber 2012 (UTC)

Siz informationda diyebilmek onler zaza idi fekat onler etnîsîte yapmis türk. Etnîsîte kan ile olmak ise o vakit Atatürk de Türk yok. Olurmu? Sedat Bucak ailesinde kürtce konusmak yasak etmek, kürtlere vurmak, türk nationalist olmak. Onun etnîsîte yok artik zaza. O Türkler. Ben de var aile Zaza. Ama ben diyor ben zaza ve zaza kürd olmak. Belki benim eski eski dede var Rus yada Japon. Yok önemli. --Bablekan (gotûbêj) 18:22, 27 rezber 2012 (UTC)

Tehdit dijî min![çavkaniyê biguhêre]

http://ku.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAja_bikarh%C3%AAner:Alsace38

heval tirkek tehdit kir dijî min --Alsace38 (gotûbêj) 10:55, 19 kewçêr 2012 (UTC)

Gimgim an Varto?[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan, Tu çawan î? Navê serekî yê bajarê bi kurdî çi ye? Varto an jî Gimgim? Her du jî tên bikarhanîn, ku jan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 13:42, 10 sermawez 2012 (UTC)

Tu dikarî bersîva xwe li vir bidî? Spas--Ghybu (gotûbêj) 13:49, 10 sermawez 2012 (UTC)

Etimolojiya Kurd[çavkaniyê biguhêre]

Silav, hevalê min, ez tishtek ji bona te heye.

http://www.elamirkan.net/originofkurds.pdf (nû)

Ev rapor gelek rind. Li ser rûpela 17em, etimolojiya peyva KRD, Kurd heye... --Alsace38 (gotûbêj) 18:07, 29 berfanbar 2012 (UTC)

Ka Bablekan?[çavkaniyê biguhêre]

Hevalê hêja Bablekan, demeke dirêj e ku tu nakevî nav Wîkiya me û min bêriya te kiriye. Ez hêvîdar im ku tu bash bî û tu di jiyana te û karê te yê nû de serkeftî bî. Wîkîpedya li hêviya gelek gotarên nû yên balkêsh bi zimanê te yê xwesh dimîne... :) Bimîne di xweshiyê de --MikaelF (gotûbêj) 08:00, 22 reşemî 2013 (UTC)

Cejna newroza ta pîroz be, bijî sala nû a 2615'em! silav --Alsace38 (gotûbêj) 19:44, 22 adar 2013 (UTC)[bersiv bide]

Dosyeyan lê bar bike, Upload Wizard?[çavkaniyê biguhêre]

Wikimedia Commons logo

Hello! Sorry for writing in English. As you're an administrator here, please check the message I left on MediaWiki talk:Licenses and the village pump. Thanks, Nemo 19:22, 18 rezber 2014 (UTC)

Jêstandina mafên rêveberiyê[çavkaniyê biguhêre]

Silav, ji kerema xwe li vir binêre û ger tu li hemberî daxwazê bî sedemên xwe binivîse.—Gomadapeyam 21:33, 8 sermawez 2015 (UTC)

Translation request[çavkaniyê biguhêre]

Dear Bablekan, please translate the article about Belarusian writer en:Uladzimir Karatkievich/ de:Uladsimir Karatkewitsch. Thank you in advance. --Rymchonak (gotûbêj) 09:26, 3 avrêl 2017 (UTC)

Silav Bablekan, dîsa xêr hatî Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 23:46, 16 rezber 2017 (UTC)

Tirşîna arûyê[çavkaniyê biguhêre]

Di Wîkîpediya bi zimanê Azerî gotar li ser sernavê Xiyar turşusu he . Ku gotar eynî be gelo hûn dikarin gotar tevhev bikin ?

https://az.m.wikipedia.org/wiki/Xiyar_turşusu

Avestaboy (gotûbêj) 21:04, 22 berfanbar 2018 (UTC)

Ka Bablekan?[çavkaniyê biguhêre]

Silav Bablekan Ev dem û hemû demên te xweş bin, birêz Bablekan, tu û malbata te çawan in? Baş in? Em di Wîkîpediya kurdî de li hêviya te dimînin :) --MikaelF (gotûbêj) 15:50, 13 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]