Gotûbêj:Hecî Qadirê Koyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

HACÎ QADIRÊ KOYÎ


HACÎ QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela şihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Ezê îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.

Zemane resmi caranî ne mawe Çiraxi nazim û minşî kujawe Le dewri ême roman û cerîde Egerçî meqsed e, zanînî baw e Eman qedrê bizane em kitêbe Le dinya êstekî hemtay ne maw Le eyamî heyati şêxi Xanî Le ser nisxey xet ew nûsirawe Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet Xezîney gewher e, û kisey diraw e Le mecmûhi diwel, Soran û Botan Le sayey em kitêbe nasirawe Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî Esasi nezmi kurdî danenawe.

Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veşartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.