Hecî Qadirê Koyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hecî Qadirê Koyî
Navê rastî
Ebdulqadirê kurê Mele Salihê kurê Mele Ehmedê Gewrê
Jidayikbûn1816
Koye, Gorqereç
Mirin1897
Stenbol, Tirkiye
EsilKurd
Hevwelatî Împeratoriya Osmanî
DestûrnameMedrese
PîşeHelbest û Edebiyat
BandorkerHejar, Celadet Alî Bedirxan
Dê û bav
  • Fatê (dê)
biguhêreBelge
Hecî Qadirê Koyî ji qelema Badî Babajan

Hecî Qadirê Koyî (b. 1816 Koye - m. 1897 Stenbol) helbestvanekî neteweperwer ê kurd e. Di nav kurdan de weke Ehmedê Xanî yê duyem tê binavkirin.

decî Qadirê Koyî di sala 1816an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan 'Ebdulqadirê kurê Mela Salih kurê Mele Ehmedê Gewre ye. Hecî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayikbûye hê ji biçûkanî jê re digotin Hecî Qadir. Hê zaro bû bavê wî dimire, di 7 saliya wî de dayika wî, wî li ba Mela Ehmedê ku kurxalê wî ye, datîne ber xwendinê, piştî 2 salê din ku dayika wî ji dimire, kurxalê wî, wî bixwedî dike. Duvra li cihê curbecûr li bajarên mîna; Serdeşt, Sablax û Şino, xwendina xwe didomîne û di sala 1862 an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê.

Hecî Qadirê Koyî Xanîyê duyem e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welat in.

Çend helbestên Hecî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê Komele helbestên Hecî Qadirê Koyî de hatine çapkirin. Di wê komelê de biserhatiya Hecî jî gotine. Li gora wê komelê Hecî Qadir kurê Mele Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyeyê navê "koyî" pê ve bûye.

Hecî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stembolê û ketiye civata edîb û helbestvanên Stenbolê. Ji helbestvanên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hecî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hecî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Hacî di sala 1897ê li Stembolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di Goristana Qerece-Ehmed de veşartî ye.

Helbestên Hecî Qadirê Koyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Le meydanî behar e, şarekey Ko,

Qubey Kişmîrî da ber şeq we ku go


Kurdî axir bilê çîye 'eybî,
Her kelamî heqqe nîye 'eybî

Ya le gel Farisî çî ferqî heye,
Bo çî ew rast, bo çî em kemîye

Le ber bêittîhadî bûne miskên,
Le axirda weku zanîwme helldîn.

Le mabeynî killawsûr û killawreş(*),
Perêşan û diyarin mislî gay beş

Le ber em natebayî û kînecoyî,
Lelay romî zelîlin merdî koyî

Hecî Qadirê Koyî

(*)
Killawsûr: Osmanî
Killawreş: Safewî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]