Gotûbêj:Jane Wyman

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav Dilovan Gervan, te wisa nivîsiye: Jane Wyman (ji dayik bûya 5. 1.1917 [1]) Li St. Joseph, Missouri, USA ; 10. Aktervaneka Amerîkiya. û welgire çendîn xelateya.

  • ji dayik bûya 5. 1.1917, gelek tevlihev e. Divê ensîklopedî bi awayekî zelal tiştan ronî bikin. Jane Wyman di 5ê kanûna paşîn a 1917ê de ji dayik bûye...
  • Li St. Joseph, Missouri, USA, USA bi kurdî DYA ye.
  • 10., roja mirina wê jî gelek tevlihev e, mirov qet fehm nake (li min bibore, min fehm nekiriye). Bi kurdî jî ji bo nîşana mirina kesek xaç nayê bikarînan: †, eva ha tiştekî almanî û nîşaneke mesîhiyan a kevnar e. Ji xeynî almanan, ez bawer nakim ku di çu zimanekî din de bê bikarînan. Tu bi hêsanî dişêyî bibêjî ku ew di 10ê îlona 2007ê de mir an jî bi vî awayî binivîse: (z. 5 kanûna paşîn 1917 - m. 10 îlon 2007).
  • Aktrîseke (aktrîseka) amerîkî ye. Wê çendîn xelat wergirtine, ne wilo?
  • Ez nabêjim ku kurdiya te xirab be, lê divê te hay ji zimanê xwe yê nivîskî hebe û gotaran bi peyvên xwe hindek dirêjtir binivîsî. Wîkîpediya kurdî ensîklopediyeke kolektîv e û bikarînerên din dê bên harîkariya te, lê divê tu jî karê xwe baş bikî, nabe ku bikarînerên din rojane gotarên te sererast bikin. Gelek spas, bila Wîkîpediya kurdî ensîklopediyeke ciwan û bikalîte be. --MikaelF (gotûbêj) 11:12, 25 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada, Penaber49, Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, Ghybu, û Bikarhêner:

Çavkanî

  1. ^ Amtliches Geburtsdatum auf jane-wyman.com