Gotûbêj:Made (kîmya)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Naskirina "made" gelek kêm e. Erdal Ronahi

  • Madê min naçê dakû ez bixwim.
  • Wê vexwarinê madê min lihevxist.
  • Ma made tê de nîne, çi were ber dadiqultîne.
  • Keçka min ev çend roj in, bêmada ye, tiştekê naxwe.

Dixwûye ku made wekî "îştah" a Erebî ku derbasî Tirkî jî bûye tê bikaranîn. Lê îştah, xwarin, vexwarin hwd hemî karê madeyê ne, angi mîdeyê. Bi ya min made ji mîdeyê pirtir tê naskirin û bikaranîn. Dîsa jî kak Silêman an hevalek din bersîv bide baştir. Ev demeke dirêj e ku li malê ferhenga Kurdî nîne, nizanim.. Bablekan 09:23, 29 sermawez 2006 (UTC)Bablekan

Navê mijarê

Li gor "ferhenga termên fenî" bo peyva (madde) peyva (bûjen) hatiye dariştin. Gelo em navê mijarê biguherînin? Ji ber ku ez li vir nû me, bêyî agahdarkirinê guhertinan nakim. Ji xwe made bi mîdeyê jî tê tevlîjevkirin.DembaşTÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 19:55, 17 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

Careke dî bi xêr hatî @TÎRÊJ ZANA:! Mirov dikare sernavê gotarê weke madde binivîse. Di soranî de jî wisa hatiye nivîsîn. Di Wîkiya me de gotareke bi navê bûjen heye. Gelo ev gotina bûjen ji kû hatiye û çiqasî tê fêhmkirin? Bimêne di xweşiyê de!—Gomadapeyam 09:01, 18 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]