Gotûbêja bikarhêner:TÎRÊJ ZANA
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Pişt re peyama xwe binivîse û li dawiya peyamê îmzeya xwe bi 4 tîldeyan (~~~~) lê zêde bike. An jî li jor îşareta pênûsê () bitikîne, îmzeya te bi awayekî otomatîk derdikeve.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Hinga tu di gotarekê de tiştekî biguherînî bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîse.
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.440 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 06:41, 14 gulan 2020 (UTC)
Kanala youtubeyê
[çavkaniyê biguhêre]Silav mamoste, berya ku ez xwe li vir tomar bikim min li vîdeoyê te yê wîkîpediyayê temaşe kir. Te xweş çê kiribû lê kêmasiyên wê hene. Ji kerema xwe heke pêkan be ji me re vîdeokî xweş bikêşe di derbarê bikar anîna wîkîpediyayê. Mînak heke di heşê te de gotarek hebe,dema te wê afirand ji serî heya binî dikarî hem çê bikî hemjî vebêjî. Herwiha barkirina wêneya, lêzêdekirina çavkanî,şêweya nivîsandina gotaran filan di vîdeoyê de vebêjî dê gelekî baş be. Ji niha de spas bo te. Herwiha bo xebatên te yê li vir jî hezar carî mala te ava be.TÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 20:12, 19 gulan 2020 (UTC)
Navê kanala ku behsa wikipediya kurdî dike çiye ?Xwedêda (gotûbêj)
Minê vê nivêsê li binê gotûbêja bikarhêner mohajer binivîsanda lê ez nizanim çima li vir tomar bû. Navê kanalê mohajeer4evere. Û ev jî lînka wê ye. Lînka wê jî min parve kir lê ji ber spamê ez hatim astengkirin, min jê bir.TÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 00:44, 20 gulan 2020 (UTC)
- Kekê @TÎRÊJ ZANA: tu dikarî peyamekê bişînî hesaba twîtterê ya wîkîferhengê an jî wîkîpedyaya? Mohajeer (gotûbêj) 08:39, 20 gulan 2020 (UTC)
Mohajeer :serçava bira, ez dikarim bişînim twîtterê. Bişînim kîjan hesabî? TÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 09:38, 20 gulan 2020 (UTC)
- @TÎRÊJ ZANA: Wikiferheng > [1] Mohajeer (gotûbêj) 12:01, 20 gulan 2020 (UTC)