Gotûbêj:Neteweperwerî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Neteweperwerî an Neteweperestî ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF , @Gomada , @Ghybu , @Bikarhêner, @Balyozxane , @Penaber49 , @KelêÛxelfetî , @Ferrus @Xaneqînî û @KelêÛxelfetî Neteweperwerî û Neteweperestî hevwate ne. Heger ez ne şaş bim peyva Neteweperestî ji peyva Neteweperwerî zêdetir tê bikaranîn. Avestaboy (gotûbêj) 09:40, 19 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Dembaş, heke ez ne şaş bim, ne 100% hevwate ne; "neteweperestî" hindik negatîv e, wekî weletperestiya ereban, kevneperestî, pûtperestî, weletperestiya kor, nijadperestî... bi ya min, kurdperwerî û kurdparêzî, mêvanperwerî... tiştên erênî û pozîtîvtir in. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 10:29, 19 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF û Avestaboy: "Neteweperwerî" kesê hezkirê neteweyê xwe ye, û maneya wê pozîtîv e, lê belê "neteweperestî" yê ji neteweya xwe re zêde hez dike yanî wekî "şovenîzmê milliyetperweriyê" (nijadperestiyê) tê dîtin, û bi piranî bi maneya negatîv a neteweperweriyê tê bikaranîn. Lewma sernavê gotarê wek "neteweperwerî" yanî "nasyonalîzm" bimîne çêtir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:52, 19 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF , @Bikarhêner Min aniha kontrol kir û hûn herdu mafdar in. O-ferheng wek
O-ferheng Neteweperestî wek koyu milliyetçiilik an go netewparêziya tarî werdigerîne . Ez spas dikim . Avestaboy (gotûbêj) 11:27, 19 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]