Gotûbêj:Pangea

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Urkontinent bi kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno! @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Balyozxane: @Gomada: , @Ferrus: @Penaber49 @Biyolojiyabikurdi:

Di gotarê de ev hatiye nivîsandin: ,, Hemî parzemîn yek superparzemînek hevgirtîbûn ku jê re "Urkontinent" hatiye gotin."

Urkontinent peyva almanî ji bo paleocontinent e . Peyva almanî ne ji aliyê hemû kurdan ve tê famkirin.Heger navekî fermî yê kurdî tune be, em nikarin bi awayekî demkî wergerînin? Parzemîna seretayî ? Parzemina ewil ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 20:45, 14 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, hinek nav hene ku taybetin bi zimanê orjînal bê bikaranîn êdî bi feydeye. Mînak ku mirov li cihê Urkontinent Parzemina ewil binivîse ez bawerim ku tenê ne kesên ji rêzê kesên ku di vî warê de pisporin jî dê nezanibin ka gelo nav behsa çi dike. Di derbarê mijarê de fikrê min ev e, ez dibêjim em çiqas navên taybet neguherînin ewqas çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 20:55, 14 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ya din hêj xebatên li ser gotarê xilas nebûye. Dibe ku hêj jî hewcedariya sererastkirina hinek peyv û hevok hebe. Penaber49 (gotûbêj) 20:59, 14 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Penaber49 Min niha bi aramî gotar xwend. Tu rast dibêjî. Di destpêkê de min difikirya ku ew çewtî ya wergerê ye. Alfred Wegener alman bû. Ji ber vê yekê di hevokê de peyva Urkontinent rast e. Lêbelê, divê tu sernavên Îngilîzî derxe. Heke ez şaş nabim pirtûkên Wegener bi rastî bi zimanê almanî hatine nivîsandin. Avestaboy (gotûbêj) 10:21, 15 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy gotar ji wîkîpediya îngilîzî tê wergerandin. Dibe ku hinek bi îngilîzî mane. Heta gotar xilas bû ez bi nivîsandinê re çewtiyan sererast dikim. Penaber49 (gotûbêj) 10:29, 15 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Bi îngilîzî.
Bi kurdî.

Silav Biyolojiyabikurdi. Tu dikarî nexşeya jor wergerînî kurdî? Spas! Ghybu (gotûbêj) 13:08, 16 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Serdema Trîasîkê an serdema Triyasê? Ghybu (gotûbêj) 19:08, 16 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]