Gotûbêj:Patrice Lumumba

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevgirtîtî[çavkaniyê biguhêre]

Silav birêz @Ferrus. Hevgirtîtî (en: consistency) di nivîsê de gelek muhîm e. Divê di gotarên me de ji serî heta binî em eynî têgihan bi kar bînin da ku xwendin hêsantir be. Nimûne, di destpêka gotarê de digot "berfanbara 1961an" û di dawiya de "Çilê 1961an" Çile û berfanbar eynî tişt in yan berfanbar ji serî heta binî bi kar bîne yan jî çile. Lê belê ji ber ku di wîkîpediyayê de standarda mehan wisa (1 Kanûna paşîn · 2 Sibat · 3 Adar · 4 Nîsan · 5 Gulan · 6 Hezîran · 7 Tîrmeh · 8 Tebax · 9 Îlon · 10 Çiriya pêşîn · 11 Çiriya paşîn · 12 Kanûna pêşîn) hatiye diyarkirin min her du kirin kanûna paşîn. Bi ya min tu jî bi qasî destê te tê, van mehan hîn bibî û van bi kar bînî dê ji bo standardbûna zimên baştir be. --Balyozxane (gotûbêj). 16:28, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]