Here naverokê

Gotûbêja bikarhêner:Wikihez

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 3 rojan ji aliyê Wikihez ve di mijara Nivîsara hefteyê de

Kurdîkirina nexşeyê

[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Wikihez .Tu çawa nî ? Baş î ? Di Wîkîpediyaya bi kurdî de gelek nexşe bi zimanên biyanî hatine çêkirin. Ev pir xemgîn e . Gelo tu dikarî ji kerema xwe re guherto û varyanteke bi kurdî ya nexşe çê bikî ? Mixabin ez nizanim ew çawa çê dibe. Minê an jî bi xwe çê bikira .

Navê dewlet  : Keyaniya Yekbûyî

Navê welatan: Îrlendaya Bakur, Skotlenda, Înglistan û Wêls in . https://commons.wikimedia.org/wiki/File:United_Kingdom_labelled_map7_vector.svg#mw-jump-to-license Avestaboy (gotûbêj) 12:29, 20 gulan 2026 (UTC)Bersiv bide

silav @Avestaboy dikarî vê amûrê https://svgtranslate.toolforge.org/ bi kar bînî, tercimekirina dosyeyên bi Formata .svg gelek hêsan dike. Eger ez bikim ez ê Qiraliyeta Yekbûyî binivîsim. Loma dibêjim tu bikî çêtir e Wikihez (gotûbêj) 13:41, 20 gulan 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez Gelek spas . Ez bawerim ku nexşe temam e. Ez dixwazim nexşeya Keyaniya Kurdistanê jî bi kurdî wergerînim . Lê mixabin nabe. https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Kingdom_of_kurdistan_1923.png#mw-jump-to-license Avestaboy (gotûbêj) 14:00, 20 gulan 2026 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy çunkî bi.png dawî dibe. Divê.svg be. Wê xerîteyê jê bibe yekî din bibîne Wikihez (gotûbêj) 14:04, 20 gulan 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez Nexşeya Keyaniya Orşelîmê ema svg ye û ew jî mixabin nabe. Avestaboy (gotûbêj) 14:07, 20 gulan 2026 (UTC)Bersiv bide

Gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê

[çavkaniyê biguhêre]

Merhaba @Wikihez, tu çawa yî? Min dîtiye ku tu gelek bi bot-an dişoxlî û daxwaz ku pirs bikim ma eleqeya tê ji bo Wîkîpediyaya kurdî heye ku, bi wan bot-an hemî gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê zêde bikî? Kurd li her deverê Anadolyayê de hene, dibe ku ev jî mimkun e sewê vir?


Silav û rêz! Têmavo (gotûbêj) 16:52, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

silav @Têmavo Min pirsa te fêm nekir. Ez van maddeyan çênakim, tenê yên heyî rast dikim. Pirsa te çi bû? Wikihez (gotûbêj) 17:01, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Bibore @Wikihez, yanî pirsa min bû ku eleqe û dema te heye ku tu bi “bot“ hemî gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê li Wîkîpediyaya kurdî çê bikî, dema ku kurd li nêzîkî her derê li Tirkiyeyê hene. Têmavo (gotûbêj) 17:05, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Van roja wexta min heye, erê feqat çêkirina wan maddeyan bi botê zehmet e. Ji me re lîsteyeke baş hewce ye. Fikrê te çi ye? Em çawa dikarin hemî gundan çêkin? Wikihez (gotûbêj) 17:08, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Têmavo Wikihez (gotûbêj) 17:08, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Gotina tê rast e, hinek zehmet e. Mesele li ser wîkîpediya inglîzî gotara “Districts of Turkey“ heye, dibe ku yekem ew gotar were çêkirin, di vir de lîsteyên hemî navçeyên Tirkiyeyê heye. Bi eynî rê jî, hemî gundan, eger ku gotar an kategoriyên ve hebin. Ji bikaranîna bot-an ez pir nizanim. Têmavo (gotûbêj) 17:12, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez Têmavo (gotûbêj) 17:12, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 jî wiha gotaran çêkirî da. Belkî ew baştir dizane. Têmavo (gotûbêj) 17:13, 2 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

Kelîmên kurdî ku tu bikar tînî

[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê birêz @Wikihez, ez bi mehan gotarên te dişopînim. Ji ziman ve, ji min re xuya dike ku ev zimanê ku her yek ji me kurdan fêm dike ye. Ji ber vê yekê min xwest bipirsim gelo mimkun e ku ez vê versiyona zimanê fêr bibim? Ferheng an malperekî? Kurê Acemî (gotûbêj) 22:46, 12 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

Na tine ye lê Podcasta Perxuderestpodcast a Ömer Faruk Baran û nivîskar Roşan Lezgîn dikarî teqip bikî, wana bi giştî kelîmeyên eseh bi kar tînin. Tu kurdî dûre hîn bû an jî ji dê û bavê xwe hîn bû? Ez dûre xwe bi xwe elîmim loma ji min re zor e ferq bikim kîjan kelîme sexte kîjan heqîqî ye, lê eger tu ji dê û bavê xwe elimî, hemû kelîmeyên ku bav û diya te bi kar tînin, helal in. Pêşî bifikire ew kîjan gotinê fêm dikin, dûre li înternetê bigere ka ev gotin di çavkaniyên kurdî de hatine bikaranîn an na. Eger tên bikaranîn, ferq nake tirkî, erebî, farisî an çînî be, ji me giyan re helal e. Wikihez (gotûbêj) 07:10, 13 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Silav @Kurê Acemî -tirîn di kurmancî de tine ye, kurmanc dibêjin herî /tewrî mezin.
Çend tiştên din:
bandor > tesîr
kesayet > şexsiyet
mijar > mesele, mewzû
giringî > ehemmiyet, muhîmî
berhem > eser
serdem > çax, dewr, Wikihez (gotûbêj) 13:12, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Silav @Wikihez, gelek sipas ji bo hişyarkirinê, min ve yekê guhart. Peyvên ku te li jêr nivîsand, ma ez karim niha peyvên wekên tesîr, şexsiyet an mesele bikar bînim an na? Kurê Acemî (gotûbêj) 13:17, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Çimgî jî ji bo pêşarojê min mesele daxwaz ku dev ji kelîma berhem berdim û bi eser berdewam bikim. Kurê Acemî (gotûbêj) 13:20, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Erê tu dikarî kelîmeyên xwe biguherînî, ne problem e. Wikihez (gotûbêj) 13:21, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Not: hin kes dibêjin "maf" ne "zimanê aqademîq maqademîq" e lê derew e ti kes fêm nake ji xeynî medyaya purîst. Loma heq herî baş e, li çar aliyên welêt dikarî bi kar bînî. Wikihez (gotûbêj) 13:23, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Te dev ji bandor bernadî? Pêkenok Li gorî Etîmolojiya Tsabolov, kelîmeyeke tirkî ye ji bandira çêbûye, lê ew ne problem e, problem zêde kes nizane çi ye, soran li şûna wê kelîmeyeke din çêkirine lê min ji bîr kir çi bû, karîger/kartêker tiştek wisa Wikihez (gotûbêj) 13:27, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas ji bo agahdariyê @Wikihez. Ji bîr nekin ku min niha agahî wergirt û biryarek da; di pêşerojê de, xebata min dê bêtir kelîmên ku ji bo her kesê li Bakur têgihîştî ne, bikar tînim. Ji ber ve yekê kelîmeyên wekê bandor hîn di gotarên min de ne. Lê yekem lazim e ku ez fêr bim kîjar kelîman jî derbasdar in di zimanê kurdî. Bi mesele, ez ne dixwazim binivîsim ku kesek yazilmîş dikî. Ez lîsteyeke çêdikim û zimanê ku ez li mala xwe fêr bûmê ji kelîmeyên tirkmançî paqij dikim. Kurê Acemî (gotûbêj) 13:32, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Not: Û têne kelîmeyên zêde dikim ku ji aliyê her kesî dikare were fêm kirin, nemaze ji kîjar kokê ew kelîmeyan ne. Kurê Acemî (gotûbêj) 13:34, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
parêzgeh > wîlayet
navçe > qeza
perwerde > tehsîl
dewlemend > zengîn
wêne > resm, foto, fotograf
wênesaz > resam
wênegir/wênekêş > fotografgir
peykersaz > heykeltraş
nexşe > xerîte kelîmeyeke ewqas beredayî kirine bela serê me, nexş jî xerîte jî her du erebî ne û dibêjin nexşe kurdîtir e. Wikihez (gotûbêj) 13:37, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Min di heyata xwe de ti cara nexş ne bihîstiye, ji bilî di medyayên kurdî de. Lê tê bîra min wexte ku em biçûk bûn li gund, meelm bi me re jî kelîmeyên wekê xerîte, resm, qeza an wîlayet jî fêr kir. Ji dest medyayê an “kurdîkirina” kelîmeyên ku ne kurdî ne lê erebî an tirkî, ez di wexteke dirêj ne emîn bûme ku çi bikar anî bidim. Kurê Acemî (gotûbêj) 13:44, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Malxirabno zimanê me xistine halekî wisa ku êdî her kurd ji zimanê xwe şerm û fêdî dikin, dibêjin kurdiya me ne ya heqîqî ye, loma kurdî xeber nadin. Bi qasî tesîra asîmîlasyona tirkan, tesîra purîstan jî gelek zêde ye Wikihez (gotûbêj) 13:48, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Di kurdî de ti kelîmeya wekî helbest tine ye, bi sedan salan şairên kurd şi'r/şiîr nivisandine, ew tev gotine şi'r çi heqê wan xwînheraman hebû ku kelîmeyeke ewqas berbelav dane jibîrkirin û niha tenê dibêjin helbest ku Cara ewil bi şiklê helbeste di soranî de hatiye çêkirin lê dûre derket holê ku di devokên soranî de helbeste tê maneya iftira. Wikihez (gotûbêj) 16:35, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Rast e. Mîna şiîrên Şerefxanê Bidlîsî ji nivîsandin. Divê ku em wan kelîmeyan biparêzin li vir. Kurê Acemî (gotûbêj) 17:53, 14 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Bira kurmanc yekem duyem nabêjin yan dibêjin ya yekê ya duyê ya seyê, yan jî dibêjin ya yekê ya diduya(n) ya sisêyan... Hay jê hebe, malbata te kîjan şiklî bi kar tînin ? Wikihez (gotûbêj) 22:30, 15 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez em duyem bikar tînin, ez têne jî wekî wiha nas dikim û min gelek caran di xebatên din ên bikarhêneran li vir dîtiye. Muhkim e ku duyem an duyê ye, her du ne derbasdar ne? Kurê Acemî (gotûbêj) 05:28, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Welleh tu û kêfa xwe yî, min tenê fikrê xwe got. Derbasdarbûn qerara te ye. Wikihez (gotûbêj) 05:35, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Welleh heval di herêma me de duyem pir tê bikaranîn, bi almanî dibêjin ji bo duyem Zweiter û duyê zweit. Bi mînak zweit-rangig an Zweiter Platz. Kurê Acemî (gotûbêj) 06:11, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Bira şano tirkî ye wikt:şano#Tirkî tiyatro ji bo min çêtir e. Tenê tewsiye, ez li ser derbasdarbûnê tiştek nabêjim. Ji bo hemû kelîmeyan wisa ye. Wikihez (gotûbêj) 08:44, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Not: kurteya danasînê ya wîkîdatayê wekî "nivîskarê" binivîse ne "nivîskarekî" ew standarda wîkîdatayê ye. bi ingilizî û tirkî jî nabêjin a writer an bir yazar, tenê writer dinivîsin. Wikihez (gotûbêj) 08:46, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Min dît. Spas ji bo hişyarkirine. Kurê Acemî (gotûbêj) 08:46, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Kurê Acemî Çima şiîrnivîs û ne şair/şaîr? Wikihez (gotûbêj) 09:20, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez min ve kelîmeyê wekî wiha nas kir. Ez dikarim jî bi şair/şaîr bişoxlim. Kurê Acemî (gotûbêj) 09:23, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
lyricist dibe şiîrnivîs lê poet her daim şair/şaîr e. Kîjan rastnivîs tercîh dikî kêfa te yî. Wikihez (gotûbêj) 09:27, 16 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Hûn li Wanê dibêjin Behra Wanê an Deryaya Wanê? :) Wikihez (gotûbêj) 07:27, 17 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
Rojbaş @Wikihez, di gundên acemiyan de dibêjin Gola Wanê, lê hinek ji gundên kurdan jî dibêjin Behra Wanê. Deryaya Wanê ti kes bikar nake. Kurê Acemî (gotûbêj) 08:03, 17 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

Peyva fezager

[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Wikihez di kîjan ferheng de peyva fezager heye  ? Min çend ferheng, sepan û Wîkîferhengê kontrol kiribû û ji bilî çend malperên ne pêbawer min vê peyvê ne dît . Avestaboy (gotûbêj) 15:13, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Li ku derê dibêje gereg hemû kelîme di ferhengan de hebin? Eger qaîdeyeke wisa çêkî, gereg gelek kelîme ji wîkiyê derxî. Hebûna çend çavkaniyan ji bo wîkîpediyê bes e. Wikihez (gotûbêj) 15:19, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez, @MikaelF, @Ghybu, @Biyolojiyabikurdi, @Penaber49,
Çavkanî dikarin werin sexte kirin. https://en.wikipedia.org/wiki/Alan_MacMasters_hoax Avestaboy (gotûbêj) 15:54, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy superleheng li kîjan ferhengê derbas dibe? Ji xeynî Wîkîferhengê ku te li wir çêkir.. Wikihez (gotûbêj) 17:28, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
ez dîsa lê geriyam çavkaniya 3an min nedît, ev çend sal in ji xeynî du çavkaniyan hîn jî superleheng hema bêje qet nayê bikaranîn. Lê tu li vir vê kelîmeyê pêşkêş dikî. Ne tiştekî normal e.... Wikihez (gotûbêj) 17:37, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide
@Wikihez min peyva superleheng 2 car li ser kanala Zarok TV bihîst . Her wiha peyva superqehreman ku tu tercîh dikî jî di ferhengan de tune . Lewma me herdu peyv tomar kir. Ji bo pîşeya ku em behs dikin ne Yek ! Pênc peyv hene !!! Kêmasî tune . Peyva Pêjimêrk jî di O - ferhengê de heye . Lê dîsa gumanên te hebûn lewma me herdû got ku em sernav wek Makîneya hesabê biguhêrîn heta çavkaniyên din hebin. Belkî te gotûbêja me ji bîr kiriye. Avestaboy (gotûbêj) 17:51, 19 hezîran 2026 (UTC)Bersiv bide

Discord

[çavkaniyê biguhêre]

Hello @Wikihez,

hope you're doing well, do you remember me? if yes, i want to talk about Wiktionary and start where we left last time. 🌸 Sakura emad 💖 (gotûbêj) 00:23, 21 tîrmeh 2026 (UTC)Bersiv bide

Hi @Sakura emad yes, of course! Discord is not available in Bakur. Anywhere else? Wikihez (gotûbêj) 14:36, 21 tîrmeh 2026 (UTC)Bersiv bide
Facebook is another option for me. 🌸 Sakura emad 💖 (gotûbêj) 17:17, 21 tîrmeh 2026 (UTC)Bersiv bide

Nivîsara hefteyê

[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Wikihez di destpêka Wîkîpediyayê de di beşa Nivîsara hefteyê de Meksîk wek Meksîka tê nivîsandin . Ez dixwazim rastnivîsê standard bikim . Lê guhertin di nivîsara heftayê nayi dîtin  ? Çima wisa ye ?https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eablon:GH/2026/52

Avestaboy (gotûbêj) 11:38, 13 tebax 2026 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Merheba eger min kod rast fêm kiribe divê li vir Şablon:GH/2026/33 biguherînî. Qewet be! Wikihez (gotûbêj) 12:07, 13 tebax 2026 (UTC)Bersiv bide