Gotûbêj:Roja Rojnamegeriya Kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotar bi kurtasî bi ser Roja Rojnamegeriya Kurdî de ye. Ji bo vê min ev parçe jê bir:

"Bedirxan, pêdiviya hebûna rojnameyek e bi kurdî wiha tîne ziman: ”ez dizanim ko kurd derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nînin. Ji ber vê sedemêye ko ezê ji vir şûnde behsa dîroka mezinên kurdan bikim. ” temenê mîthet Bedirxan heta hejmara pêncê têrê kir. Lê sedemê ko rojname ji welatê bav û kalan, Kurdistanê ewçend dûr, li misrê hatî ye derxistin ew e ko, dewleta Osmanî ji şiyarbûna kurdan, ji bilindibûna azadîxwazên miletê kurd ditirsiya û loma nedihîşt rewşenbîrên kurd bi serbesitî karê weşanê bikin. Piştî ko rojnamê li mîsirê dest bi weşanê kir, dewleta Osmanî zext li mîsirê jî kir ko wê qedexe bike. Li ser zext û zordesitiya dewleta Osmanî, rojnameya Kurdistan bi neçarî gelek cîhan hate veguhastin. Bedirxanan rojnameya “Kurdistan” derbasî ewropayê kirin. Û piştî koça dawî ya mîr mîqdad, Ebdulirrahman Bedirxan birayê wî ev berpirsiyariya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Jİ ber vê egerêye ko roja 22 ê avdarê di nav kurdan de wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin. Dîroka rojnamegeriya kurdî û dîroka têkoşîna azadyê ya kurdan mîna hevin, wekî zarokên cêwî ne. Qedexe, çewisandin, sirgûn û înkar çawa ko mora xwe li dîroka kurd daye herusa jî dîroka rojnamegeriya kurdî jî bi heman qederê re rû bi rû maye. Di sala 1898 de rojnameya Kurdistan ji bo rasteqîniya kurd derbasî dîrokê bike dest bi weşanê kir, lê mixabin temenê wê yê kurt di mişextî û sirgûnê de derbas bû û ji bo negihje destê gelê kurd çi pêwist bû hate kirin.

Deriketina dîrokî ya ko li qahireyê dest pê kir herusa li cinêvê, stenbol û li londinê berdewam kir û di bin zext û çewisandinan de neçar ma ko di sala 1902 de dawî li weşanê bîne. Li ser xeteke lîberal demokrat ji mijarên polîtîk bêtir li ser babetên dîrokî, wêyeyî û ziman sekinî ye. Lê belê xeta wê ya netewî têra derxistina fermana wê û ji holêrakirina wê kir. Ji bo ev rojname raweste hewildanên netewî û navnetewî hatine kirin. Piştî wê di sala 1908 de, li stenbolê ji Aliyê sureyiya Bedirxan ve îcar govarek e bi navê "Kurdistan "hate weşandin. Di sala 1919 de jî Muhemmed mihir hilav li stenbolê dîsa weşaneke bi navê "Kurdistan "derdixe. Roja 22 avdarê (nîsanê) ji ber ko cara yekemîn rojnameyek e bi kurdî hatî ye weşandin, wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.

Herwiha em dikarin bibêjin ko îro berdewama dîrokê ye. Eger dîrok nebûya îro jî dê sedî sed nebûya. Ji ber vê sedemêye ko rojnameya Kurdistan belgeyek e dîrokî ya mêjûya nivîskî ya gelê kurd e û herusa jî destpêkeke. Di dîrokê de tespît û çespandinekê ye.

Ev belge ji vejîna kurdîtyê û ji rojnamegeriya kurdî re bûye kan û çavkanîyek. Ev belge di her dema ko xwestine dîroka me bi me bidine jibîrikirin de deriketî ye holê. Gelê ko hebûna wî ya neteweyî hatî ye parçekirin û li her parçeyê jî bi wehşet, hovîtî û înkarê re rû bi rû maye, bi rêya vê rojnameyê gihiştî ye hev. Ev belge li her parçeyê rewşenbîr û kedikarên rojinageriya kurdî li ser heman daxwaz û mirazî anî ye cem hev û berdewamiya evîna dîrokî ya azadyê mayînde hiştî ye. Eger ko îro rojnamegeriya kurdî gihiştî ye vê ast û qonaxa bilind ko mirov hîç nikare bi demên kevin re rûberê hev bike, ev ji keda Bedirxaniyan tê. Rojnamegeriya kurdî ji Bedirxaniyan re deyndar e. Îro li beşên Kurdistanê yên bindestê dujmin de rojnamegeriya kurdî jî bi sirgûn, qedexe û cînayetan re rû bi rûye. Bi vê awayî dixwazin ko evîna azadyê ya gelê kurd derbasî nifşên nû nebe.

Ked û mîrateya ko Bedirxaniyan afirandî ye û derxisitî ye holê, îro bûye sedemê deriketina bi sedan rojname, radyo, tîvî, govar û navigînên cur bi cur ên ragihandinê. Bi kurtahî Bedirxanî bi ser ketin, kelepora wan dîroka çapemeniya kurd afirand û heta îro anî. Îro bersiva herî pîroz a vê ked û keleporê jî serkeftine. Li her parçeyên Kurdistanê kedikarên çapeniya kurd û rewşenbîr di wê ast û hêza pêkanîn û serkeftinê de ne û ev pêvajo dest pê kirî ye."

--MikaelF (gotûbêj) 10:16, 21 avrêl 2014 (UTC)