Gotûbêj:Sema Yüce

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Sema Yüce (Serhildan) hat beralîkirin)

"Sema Yüce"—Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk· JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê

Gotarê ne-akademîk[çavkaniyê biguhêre]

@Luqman, MikaelF, Gomada, Ghybu, Mohajeer, Penaber49, û Xwedêda: Hevalino, ev gotar nebêalî û neakademîk e, divê were jêbirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:21, 24 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Min xwend; gotar bêalî û ansîklopedîk e, Rûpelek ne pêwîst jî nine. Li gorî min neyê jêbirin (neyê betalkirin). (Lê çavkanî çiqas rast-çewt e Ez nizanim) Xwedêda (gotûbêj) 17:23, 24 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Bêkarhêner, tu çer î? Em çawa dikarin gotarê biguherînin ji ber ku derbasdar be? Pêşniyaza te kîjan e? Dibe ku ez çewt bim, lê bi dîtina min, ev mijar navêt ne propaganda ne tabû be. Çend çavkaniyên bêalî jî behsa Sema Yüce dikin ev in:

Wekî din, gotarên wisa akademîk in?

--MikaelF (gotûbêj) 17:25, 24 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Spas dikim bo pirskirina te. Tu çawan î kekê hêja? Bi du aliyan cewab bidim. Ya 1em: Bi min jî gotarên ku te pirsiye (Alexis Texas, Alexis Ford, Aletta Ocean, Şêrzad Ehmed û Edo Makûyî) ne ensîklopedîk in. Û divê werin jêbirin, lê neensîklopedîkbûna wan gotaran vê gotarê nake ensîklopedîk.
Divê ev der
  • nebe wek "Kataloga Ponostêrkan" (ku tenê yek bikarhênerekî me li dijî vê fikrê bû û ew jî dev ji vir berda);
  • nebe cihê Reklamokên Beredayî (reklama şexsan, reklama tiştûmiştên firotanê, reklama şirketan, reklama tiştên din);
  • nebe cihê propogandaya partiyan, rêxistinan, cimaetan hwd;
  • nebe Kataloga Endamên PKKê.
Bi vê sedemê ji bo ku gotara endamek PKKê wek ensîklopedîk were qebûlkirin hin şertûmerc lazim in. 1 - Rêvebirên PKKê yên pêşderketî. 2 - Endamên PKKê yên pir dengvedayî. Bi awayê din nabe ku her endamek PKKê tevlî vir were kirin. Herwiha gotarên ser wan divê bêalî bêne nivîsandin da ku nebe propoganda. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:52, 24 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî:@Mohajeer, Penaber49, û Bibliophile: Gelek spas, ez jî baş im. Ez spasiya te dikim ji bo vê bersiva te ya baqil, ez bi te re me. Divê em dest bi hilbijartina gotarên derbasdar bikin û li gor rêbazên ensîklopedîk / wîkîpedîk biguherînin, nûjentir bikin û çendîn ji wan jî ji Wîkîpediya Kurdî bibin. Emê kengî dest bi vî karî bikin? Destxweş bî --MikaelF (gotûbêj) 08:33, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
 Erê ez li benda @Bikarhêner: im. Ew der ne cîhê propaganda ye polîtîkayên wîkîpediya kifş in. Divê gotarên bêalî, bê çavkanî û kemasîya vî zehf werin jêbirin.Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 09:04, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
Na! Tenê gotarên ku çavkanî nayên dîtin (ne ensîklopedîk) tên jêbirin. @Ezdînşêr Bêkendî û Bikarhêner: We gotaran sererast û bêalî kir û kesekî were tiştik got? Û kî propaganda dike? nav? Ji ber vê yekê bikaranîna peyva "propaganda" jî li vira ne rind e. Herwiha bnr. en:Wikipedia:Assume good faith.--Ghybu (gotûbêj) 17:37, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xwastina jêbirina gotarê: Gotûbêj:Sema Yüce/Jêbirin--Ghybu (gotûbêj) 17:42, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî:@Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Feqîyê Teyrann, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, Balyozxane, û Ahmed KANÎ: Pêşniyarekî meqbûl e. Jixwe vê gavê ji ber vîrusa koronayê kêm kes derdikevin derve lewma jî ji wextên din misaîdtir in. Lewma em karin demildest dest pê bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:21, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bi helwesta min jêbirkirina wan gotarên ne pewîste . Lê em geleka gotaran sererast bikin û biguherînin. Avestaboy (gotûbêj) 10:03, 25 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalno, jiyana Sema û peyamên di tekoşîna kurd de gelek cîhekî girîng girtî ye. Min hînek kêmasîyên goterê têkûzkir. Sema gelek mirove kî gring e ku niha bi milyonan kes jinaya û têkoşîna Sema dizanin. Penaber49 Penaber49 (gotûbêj) 15:13, 11 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ku niha bi milyonan kes jiyana wê û têkoşîna wî dizanin Penaber49 (gotûbêj) 15:14, 11 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]