Gotûbêj:Stratovolkan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @Penaber49. Wergerandina gotarên zanistî bi riya Google Wergerê xeletiyeke mezin e. Ger bi rastî jî dixwazî li ser mijarên zanistî bixebitî, hingê pêwist e ku pêşî de li ser mijarê bi kurdî bixwînî, lêgerîneke mezin çêkî. Mixabin zimanê me di warê zanistê de pir qels e. Divê em hay jê hebin ku agahiyên xelet belav nekin. Bi ya min dewsa mijarên zanistî, li ser mijarên civakî bixebite ji ber ku dîtina termînolojiya wan hêsantir e. Silav û rêz. --Balyozxane (gotûbêj). 16:02, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane, silav bira ez hay jê heme lê wek ku tu jî dizanî çavkanî û jêderên bi kurdî tine yan jî gelek kêm in. Dema ku ez hevokek wergerê kurdî dikim bi caran kontirol dikim û heta ji destê min tê vedigerînim wateya herî rast. Dibe ku kêmasî hebin lê heta mirov bikaribe bi kêmasiyên kêm hewl bide jî ji bê xebatiyê çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 16:17, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Bira @Penaber49, ez te fêm dikim lê belê tu termînolojiya google wergerê rasterast li vir dinivîsî. Mînak te ji bo "effusive eruptions" teqînên bihejmar, bi temamî xelet e. Diviya tu biçûya rûpela en:Effusive eruption û li wir fêm bikira ka ew çi ye, ji çi re wisa tê gotin û dûre wergereke wê binivîsanda. Lê te rasterast wergera teqînên bihejmar bi kar aniye. Tiştên wisa pir girîng in, bi ya min dewsa xeletiyeke wisa, bila qet xebat tinebe baştir e. Mînakeke din wergera The magma forming this lava te wek "Magmaya ku ji vê lavê çêdibe", lê belê google werger dibêje "Magmaya ku vê lavayê çêdike", min wek "Magmaya ku vê lavê çêdike" bi kar anî. Ez çûm lê nêrî gelo magma çi ye lav çi ye û çi ji çi derdikeve û min wisa biryar daye. Înşela min xelet fêm nekî, armanca min ne reşkirin e lê belê pirsgirêkên wisa ji bo min pir muhîm in. Ger Wîkîpediya me ne pêbawer be, em çima wextê xwe xerc dikin? --Balyozxane (gotûbêj). 16:39, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane, na bira ez te fem dikim. Divê mirov zêdetir li ser bisekine. Penaber49 (gotûbêj) 17:08, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Ya din bira ev hevokên ku te sererast kirye, gelek peyv hebûn ku min sererast kiribûn wisa dixuyê ku hinek peyv ji ber çavan revîne. Penaber49 (gotûbêj) 17:17, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Ew normal e bira, dema tiştek wergerand, hinek bisekine heta ku nivîsa orîjînal te ji bîr kir, dûre dîsa vegere rûpelê û bixwîne tu çi fêm dikî û çi ecêb e. Bi vî awayî tu yê nivîseke orîjînal binivîsî. Ka sibê dîsa vê rûpelê bixwîne tu çi fêm dikî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:56, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Pîng @Penaber49 --Balyozxane (gotûbêj). 17:56, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane silav bira gotina raste. Bi rastî gelek caran ez jî ji hinek wergeran fem nakin yan jî hinek li ser difikirim ka çi dibêje. Xeynî ji wergerên çewt ez vî yekê bi nezenîna me yê bi kurdî re girê didim. Wek mînak carna heman hevokê wergerê zimanê tirkî dikim wergêr çiqas xirab be jî mirov dîsa bi awayekî baş jê fem dike. Di derbarê vî mijarê de ez dikarim li ser hinek lêkolîn û ceribandinan bixebitim ka em çawa dikarim baştir wergeran çêkin. Spas dikim bira şevbaş. Penaber49 (gotûbêj) 21:27, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49 Qewet be, bira. Pirseke te hebe ez tim li van dera me. Şevbaş --Balyozxane (gotûbêj). 21:51, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]