Gotûbêj:Torî (devok)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Welatê lê tê axavtin Tirkiye û ala tirkan.. Çima nabêjin welat Kurdistan an "dewletên lê tê axavtin: Tirkiye"? Peyva welat ne tenê di wateya welatên serbixwe yan azad de ye. Welat bi tirkî yurt, vatan e. Em dibêjin welatê bav û kalan, ka bi navê "welatê bav û kalan" cihekê, dewletekê heye? Welatê frîşteyan, welatê cinan, welatê Serhedê, welatê Mervaniyan hwd. Welat Kurdistan e. Dewleta kurdan nîne, welat Tirkiye ye. Wîlo baştir nîn?—(Ev peyama bê îmze ya Bablekan (y)e • GotûbêjBeşdarî)

Rast e (min dêhna xwe nedabû wir, hewalê B.Ruciyar bi wî awayî nivîsandiye), divê weke Kurdistan were guhertin. Ji bo ku, jixwe li binxetê jî torî hene. Heke em weke dewlet binivîsin, Toriyê Fransa û Almanyayê jî divê werin lêzêdekirin. (: Pirsgirêkê me pirr in, hemû jî li ser înternetê bi gotûbêjê çareser nabin. Lewma pêwîst e, em kombûnekê çêkin. Xx—Gomadapeyam 11:13, 11 pûşper 2012 (UTC)
Silav ji we re hevalîno. Di shablonê de welat na, "dewlet" tê nishandin. Min ji ber we Tirkiye nivîsî. Yan bawer bin ez jî qet nebe qasê we dixwazim shûna Tirkiyê de "Kurdistan" binivîsim. Herwiha gava ku pêwist e hun dikarin biguherînin jî. Ez bawer im ji me re jixwe shabloneke nû û chend nexshe ji bo devok û jêzaravayan pêwist in, bihata chêkirin wê bash biba.--Baran Ruciyar (gotûbêj) 12:07, 11 pûşper 2012 (UTC)
Civîn pêwîst e, divê em kom bibin (: —Gomadapeyam 12:21, 11 pûşper 2012 (UTC)