Gotûbêj:Honaka zanistî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Xeyalî zanistî hat beralîkirin)

Li ser navê vê gotarê[çavkaniyê biguhêre]

Ez qet li rastî têgiha Science-Fiction a bi Kurmancî ya bi tîpên latînî tê nivîsandin nehatim. Tenê du çavkanî heye ku ew jî "ferheng" in, ne gotarên qala mijar:

1. Büyük Türkçe Kürtçe Sözlük - Zana Farqînî : Wekî xeyalê zanistî hatiye wergerandin û li nav kevanekan de pênasa wê hatiye dayîn. Li gorî wê: Berhemên ku bi riya daneyên zanistî û xeyalî tên afirandin, mîna çîrok, roman û fîlm.

2. | tirşik.netê. Li vir jî tenê pêşniyaz henin û li gorî min pêşniyaza nehatiye dîtin a "honaka zanistî" ji "xeyalê zanistî" xweş e. lê ev ne karê min e.

Pirsgirêk ev bû: peyva xeyal/xiyal ne nêr e, mê ye. Yek ji rêzika berbelaviya kurmancî ev e: Peyvên ji zimanên din hatine histendin, her tim bi pêvekên mê tên bikaranîn. Ji bo zayenda wê hun dikarin di wîkîferhengê jî peyvê binerin. Ango rastnivîsa vê peyvê divê wanî bûya: xeyala zanistî. Lê belê bikaranîna vê qedînekê bo têgihek ne pratîk e. Lê nav ecibandin ne karê wîkîpedîstan e. Ji ber vê jî min hinekî din vekoland:

Ez li wîkîpediyaya soranî neriyam, li wir bi sernivîsa xeyalî zanistî hatiye nivîsandin. Piştî bi tîpên erebî vê têgihê geriyam û gelek encam derketin pêşî. Bi prensîbê ez dikarim bi dilrehetî bibêjim ku ne xeyala/ê zanistî ne xeyalî zanistî bo Science-Fictionê wergerên baş in. Honaka(Fiction) zanistî(Science) ji yên din pir baştir e. Him li kovar û gotarên qala rexneyên berhmên wêjeyê têgiha honak (fiction) tê bikaranîn. xiyal cem peyva honakê, têgihek gelek rûbarî ye.

Lê ji ber ku li înternetê encamên xeyalî zanistî hene (tîpe'erebî û soranîbûna encaman ne girîng e) min gotara bilim kurgu ya tirkî li gorî vê têgihê wergerand kurdî.

Lê hevalek rabûye sernivîs guherandiye xeyalên zanistî! Ev sernivîsa nû wateyek din dide mere: nivîskar bi hêviya dîtina zanist/teknolojiyên nû plan û nivîsan diberhînin û em jî ji wan nivîsan re dibêjin "xeyalên zanistî"! Na bira! Nivîskar ji bo çîrokên xwe vebêjin, bisêwirînin, hindik an jî pir, hêmanên zanistî bikartînin, hew!

Heger sernivîs ji ber pirbûna binecûrên "xeyalî zanistî" hatibe "xeyalên zanistî" kirin, ew bi serê xwe çewtiyek mezin e.Jiju (gotûbêj) 14:48, 25 rêbendan 2016 (UTC)

Birêz Jiju, ji bo ronîkirina vê mijarê gelek spas; li min bibore, ji xwe, ez xelet bûm! --MikaelF (gotûbêj) 15:51, 25 rêbendan 2016 (UTC)
Dîsa silav, min hindek pirs dikir û du mamosteyên min ên herêma Behdînan (herdu nivîskar in) bo "Science-Fiction" van peyvan bi kar tînin: xeyala zanistî (yan zanistê), aşopa zanistî yan endîşeya zanistî. Bi we çawa tên? --MikaelF (gotûbêj) 19:24, 25 rêbendan 2016 (UTC)
Silav û rêz hevalo, navê gotarê bi tev de pêşniyarên din ên bo têgiha Science-Fiction hatiya dan, qisma "Fiction"ê bi bêjeya "xeyal(=aşop)"ê wergerandine, lê her çiqas nêzîkî hev bin jî ev her du têgih, bi ya min, divê bo cihê hev du neyê bikaranîn. Helbet bê xeyal mere nikarin çîrokek binivîsînin. Lê belê di wêjeya hemdem de, bi gelemperî jî di Science-Fictionê de honandina(Fiction) mijarên çîrokê, piçekî din ji hêmanên din li pêşî ye. Heger bi destê min ba "honaka zanistî" wê baştir biba lê sedema hilbijartina min a têgiha "xeyalî zanistî " hebûna encamên wê ya lêgerîna înternetê ye. [1] Ji xwe di vê warê de nivîsek bi kurmancî-tîpelatînî tune ye, barî خەیاڵی زانستی a soranî û xeyalî zanistî ya kurmancî bira bibin yek. Lê tu jî bibêje erê ji serî de em ji SF re bibêjin honaka zanistî, ji navlêka çewtî baştir e? (endîşeya zanistî binecûrekî xeyalî zanistî ye ji xwe. ev nabe navê vê cûreyê.)Jiju (gotûbêj) 19:55, 25 rêbendan 2016 (UTC)

Silav hevalno ! Min gotarek derbarê Ursula K. Le Guin nivîsand yek dikare gotar serbest berde û wêneyek tomar ke ? Sipas dikim Avestaboy (gotûbêj) 20:02, 14 avrêl 2018 (UTC)

sîberpunk an jî sîberpank ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav bikarhênerên hêja ! Bi helwesta min sîberpank ji siberpunk çêtir e. Çinkî cyberpunk peyveke Îngilîzî ye û bi Kurdî normalî her tişt meriv çawa dipeyve ew paşê wisa tê nivîsandin. Mesela em ketchup bi Kurdî wek ketçap an jî Cyborg wekî sîborg dinivîsin. Bi zimanê Azerî mesela kiberpank tê nivîsandin. Slav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 19:23, 5 gelawêj 2019 (UTC)