Gotûbêja şablonê:Agahîdank xwarin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêşniyar ji bo wergerê[çavkaniyê biguhêre]

Merheba @Balyozxane, Ghybu, Guherto, û Gomada: Pêşniyara min a ji bo parametreyan ev in. Ji bo "creator" li şûna "afirîner", "çêker"ê pêşniyar dikim. Li şûna "Sala afirandinê", "Sala îcadkirinê" pêşniyar dikim. Ji bo "mintime", "Heyama pêjanê" hatiye danîn, bi ya min ev xelet e, ji ber ku "heyam" zêdetir maneya ji bo wexteke dirêjtir ê mîna "demsal, serdem"ê tîne bîra mirov. Lewma neminasîbî wir dixuye ji bo min. Ji ber wê yekê "Wextê pêjanê" an "Wextê pijandinê" çêtir e. "Mintime": "Wextê pijandinê (Mînîmum)", "Wextê pijandinê (Maksîmum)". "Serving_size" = "Mezinahiya servîskirinê". "Calories" = "Kalorî". "Calories_ref" = "Referansên kaloriyê". "Protein" = "Proteîn". "Fat" = "Rûnê di servîsekî de" (an "Rûnê di porsiyonekî de"). "carbohydrate" = "Karbonhîdrat". "glycemic_index" = "Îndeksa glîsemîk". "similar_dish" = "Xwarinên mîna vê". "course": "dor" (an "Dora pêşkêşkirinê"). Ji bo peyva "variations" li şûna "guhartoyên_din", "guhertoyên din" pêşniyar dikim. "name_lang": "Navê zimanê". -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:52, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Ghybu, Gomada, û Bikarhêner: Hemû fikrên te baş in ji xeynî "Proteîn" û "guherto" (û ji xeynî va, ji ber ku em wilo dibêjin :), "weke" ji bonî "mîna"). Guhartin ya standard e baştir e û "eî" di kurdî de nîne, divê bibê "eyî" yanî "Proteyîn". -- Guherto (gotûbêj) 22:49, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Bikarhêner: navê_zimanê nabe ji ber ku ziman nêr e. navê_zimanî divê be lê ew jî şaş e name_lang li vir language of the name yan jî nav bi kîjan zimanî ye. Loma zimanê_nav çêtir e nav jî nêr e zimanê_navî jî dibe lê bi min ecêb tê loma min zimanê_nav nivîsandibû.--Balyozxane (gotûbêj) 22:56, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Bikarhêner: Min ya name_lang nexwendibû erê rast e nêr e ez dibêjim "navê_ziman" herî baş e, zimanê_nav ecêb çêdibê (zimanê di nava çi de? :)). -- Guherto (gotûbêj) 23:00, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Bikarhêner: Pîkî Pêkenok. Ji bo nutritional value, hûn dibêjine çi?--Balyozxane (gotûbêj) 23:05, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez tiştekî nabêjim Bişirîn Belkî Biyolojiyabikurdi dizanî?--Ghybu (gotûbêj) 23:11, 20 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Merheba. Di ferhenga "The Kurdish Dictionary" de ji bo peyva "nutritional" gotine "adanxurt", "Li gor qanuna dibistanê gere ji zarokan re xarineke adanxurt ji alîyê dibistanê ve were dayîn. Lê li gor xebera Dagens nyheter Lars Bylund şefê perwerdeyê li şaredarîya Borgholm ê dibêje ku penaber ji bo xwarina zarokan pera distinin. Lê belê ev dikare li gor qanûna dibistanê ne rast be û ji ber wî jî naha çavdêrîya dibistanê lêkolîn dike, ka neqanûnî hatîye kirin yan na. Stina Stjerner ji wan lêkolînvanan yek e." (Ji malpera Sverigesradio). -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:37, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Bikarhêner, û Guherto: Di kurmancî de navdêr nêr an mê ne. Loma divê ev taybetî bê nîşandan. Ziman gotineke nêr e, ji ber vê yekê navê zimên an jî navê zimanî rast in, lê navê ziman ne rast e. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 11:17, 25 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
✓ Çêbû--Balyozxane (gotûbêj) 12:42, 25 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Zimên çi ye? Hûn çima tîpa tê de diguherin? -- Guherto (gotûbêj) 23:38, 25 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Reng û wêneya fr:Modèle:Infobox Mets#Exemple bi kar bînin?--Balyozxane (gotûbêj) 21:14, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu:?--Balyozxane (gotûbêj) 21:14, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: xwar û xwehr divê ji hev bên cudakirin. xwar (jêr) û xwehr (italic/eğik). Mixabin li hinek deveran ev cudahî winda bûye. Lê divê em li vir weke xwehr bi kar bînin.—Gomadapeyam 13:46, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Merheba Gomada. Hem Zana Farqînî hem jî Chyet van peyvan wek guhartoyên hev dibînin û guhartoya standard wek "xwar" nîşan didin. Loma bi min xwar bên nivîsin çêtir e.--Balyozxane (gotûbêj) 14:04, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Fêhm dikim û spas ji bo xebata wan camêran, lê ji ber ku wan wisa gotiye, nabe standard. Min girêdan nivîsîbû ku tu karibî di zimanê pehlewî de jî bibînî. Ji te re dîsa binivîsim: farisî x(w)ehl, pehlewî wehr, pehlewî xwehl, belûçî wehl, zazakî vêl. Ez bawer dikim, li devera we jî xwar e, loma bi xweşiya te diçe :), lê divê em hin caran ji bikaranînên nû re vekirî bin. Loma ji kerema xwe xwar biguhere û bike xwehr. Bila ev jî nebe çewtiya weke gotina hûn (ku guhertoyên mîna hun, hon win, wun hene) mixabin ti kes bi vî awayî nabêje, lê niha bûye standard. Spas û qewet be!—Gomadapeyam 14:50, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê xwar û xwehr ne eynî tişt e min di hin diverên MediaWikiyê de guhertibû û di wîkîferhengê de xwar guhertibû xwehr lê guhertina min hate vegerandin vêce eynî nivîs li xwehr û xwar heye. Bahwer im ê go ji xwar re dibêjin jêr hinek ji wan ji xwehr re dibêjin xwar. -- Guherto (gotûbêj) 15:28, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada: Devera min tune ye. Ez kurdî ji pirtûk û ferhengan hîn bûm. Kîjan peyv zêdetir tê bikaranîn ew di bîra min de dimîne. Loma ez baş dizanim xwar çi ye lê hew dizanim xwehr çi ye. Li aliyê din heke xwehr "bikaranîneke nû" be jixwe qet kêrî tiştekî nayê, peyveke berbelavbûyî ya mîna xwar hebe em çima peyveke pir nayê bikaranîn çêtir bigirin? Herwiha ez dijî standardkirina peyvan li gorî etîmolojî û nêzîkbûna zimanên din im. Yanî qebûl nakim ku em bi kurdiyeke etîmolojîk biaxivin, ya ku xelqê me dizane û bi kar tîne şaş be jî çêtir e.
Lê belê heke hevalên din jî bibêjin xwehr ji xwar çêtir e hingê ez ê bikim xwehr. Lê bi min divê xwar be. Silav @MikaelF, Bikarhêner, Guherto, û Ghybu: Hûn dixwazin xwar be yan xwehr?--Balyozxane (gotûbêj) 15:33, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xwehr ne gotineke nû ye û kî dibêje kêm tê bikaranîn? Te gotiye: "Yanî qebûl nakim ku em bi kurdiyeke etîmolojîk biaxivin, ya ku xelqê me dizane û bi kar tîne şaş be jî çêtir e." Em (Bikarhêner:Guherto jî gotiye) xelkê te ne û vê peyvê bi kar tînin :) Lê tu dibêjî, ez ji pirtûkan hîn bûme û ya gelê xwe qebûl nakî?:)—Gomadapeyam 15:55, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Gomada: Min ji bersiva te wisa fêm kiribû. Lê erê heke hevalên din bersiveke neyînî nedin hingê ez ê bikim xwehr (mixabin Pêkenok)Ev peyama bêîmze ya Balyozxane (gotûbêjbeşdarî) ye.

Erê Xwar = jêr ez jî witira dizanim. Dengên Xwar / Xwehr nêzik in, bi ya min ji ber vê yekê tên tevlî hev kirin wekî saet û sehet :)--Ghybu (gotûbêj) 16:18, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha di navên gundên Rojhilata Kurdistanê de şûnda jêr/jor peyvên xwar(û)/ser(û) tên bikaranîn, mk. Çîçî Xwar, ...--Ghybu (gotûbêj) 16:31, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada, Guherto, Balyozxane, û Ghybu: Navê xwehr, navê bi tîpên xwehr, navê bi îtalîk. Xar, xwar, xwehr. Bi ya min, xwehr jî baş e, wekî behr, behs û hwd. Lê min wisa bihîstiye: Pozê min xar e, pişta min xar bûye... Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 18:27, 21 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]