Gotûbêja bikarhêner:Guherto

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

--MikaelF (gotûbêj) 06:37, 28 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Wîkîpediya Meha Asyayê/2020[çavkaniyê biguhêre]

Silav hêja Guherto,
Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên Asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:46, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Heval te go tirkê oxiz🤣🤣👏👏👏 Muş korkutt (gotûbêj) 12:42, 19 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Muş korkutt: Merheba, oxiz çi ye? -- Guherto (gotûbêj) 12:55, 19 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Guhertina peyvan[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Guherto: Tu dikarî guhertinên min li ser gotarên ku min nenivîsandiye betal bikî. Lê gotara Jules Verne dema ku ez nû di Wîkîpediya de bûm ji hêla min ve hat nivîsandin .Wekî gotara J.K.Rowling, navê min li wir nehatiye nivîsandin, lê her du gotar jî ji aliyê min ve hatine nivîsandin. Avestaboy (gotûbêj) 09:26, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Merḧeba @Avestaboy: Mi destê xwe nedaye nivîsarên ko te çêkiriye, li ya Arkadiy Gaydar min bêḧemdî kir lê mi guhertina xwe vegerand. Te nivîsara Jules Verne wextê ko tu ne têketî bûyî çêkiriye ji ber wê mi nizanîbû ma kê çêkiriye. Guherto (gotûbêj) 09:32, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto:Ew ne sûcê te ye e. Ma tu dizanî ez çawa dikarim navê xwe wekî rûpêlçekerê her du gotaran binivîsim? Ez ti pirsgirêk bi bikarhênerên din re naxwazim. Naxwazim ku bibêjin min gotara kesekî din guhertiye. Avestaboy (gotûbêj) 09:40, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Piştî ko te rûpelê çêkiriye tu nikarî wî tiştî biguherê. Ez ê li cem xwe nivîsênim deqena ez wan rûpelan neguherim. Guherto (gotûbêj) 09:55, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Jixwe ez neketime pey guhertina gotinan. Serê mi pê naêşê ma kesek gotiye edebiyat yan wêje. Tiştê ko ez diguherim ew in ko pêşîka digotin ji bo nimûne "edebiyat" û dûvre te guhertiye tiştekî dî. Guherto (gotûbêj) 10:04, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ez zimanê tûj hez nakim . Ji bo min ne tesaduf e. Tu tenê guhertinên min betal dikî. Gotara Misirnasî ji aliyê min ve hatiye nivîsandin. Hûn dikarin wê jî kontrol bikin. Pirsgirêka te tune ku gotarên ku min nivîsand ji hêla bikarhênerên din ve têne guhertin. Ez naxwazim şer bikim. Dest ji vê provokasyonê berde. Avestaboy (gotûbêj) 15:15, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Qerar heye ko gotina ol newê bikaranîn. Guherto (gotûbêj) 15:22, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Erê ez tenê guhertinên te betal dikim, ev gava pêşî ye. Te ẍeletî kiriye, te dijmintî li ser gotinên zimanê me kiriye û ez vê ẍeletiyê di'edilênim. Serê mi pê naêşê ma tu çi binivîsênê di nav nivîsaran de lê wextê ko tu nivîsên însanên dî diguherê ez nikarim wî tiştî qebûl bikim. Guherto (gotûbêj) 15:24, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Qerar a çi ? Peyva ol peyveke derbasdar e . Ez dikarim sed çavkanî bidim te . Te pir caran min ji bo guhertina peyvan rexne kir .Niha tu bi xwe dikî, ma ew ne durûtî ye? Avestaboy (gotûbêj) 15:27, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ez gotinan naguherim. Ez guhertinên te yî beredayî betal dikim. Ferqeke mezin heye di neqeba van meselan de. Guherto (gotûbêj) 15:29, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Tu dikarî guhertinên li ser gotarên din betal bikî. Lê dev ji guhertina gotarên min berde. Te bi xwe di 10ê nîsana 2022an de gotara pirtûk kir kitêb. Ji ber vê yekê li vir xwe wekî polîsê zimanê kurdî nîşan ne de. Ez ne li vir im ku bi yên din re şer bikim. Ger tu vê provokasyonê ber nedî ez ê astengkirina te pêşniyar bikim. Avestaboy (gotûbêj) 15:44, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Oho tu divegerê berî 1 salî. Mi carek yan di car wilo kir dûvre mi dev jê qera. Nizanim te wê ji kû derxist. Vaye gotûbêja li ser ko "ol" newê bikaranîn: https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Wîkîpediya:Dîwan_(pêşniyaz)#Forma_Gishti_ya_Wikipediya_Kurdi. Mi destê xwe neda nivîsarên ko te çêkiriye ji ẍeynî ên bi "ol". Guherto (gotûbêj) 15:59, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Pirsgirêka te bi peyvên wek kitêb û çax (Mongolî) re tune? Lê gelo peyva ol ji bo we pirsgirêkek e? Bêjenasiya peyva dîn jî bi tevahî ne diyar e, ji bo peyvê bêjenasiyên cuda hene. Ji ber wê jî dibe peyv ji zimanê erebî tê. Her wiha dîn jî bi kurdî tê wateya stupid. Ayin di heman demê de tê wateya rîtûel. Avestaboy (gotûbêj) 16:26, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Naxwazim bikevime mesela etîmolojiyê, û çi 'eleqe me'na dîn "stupid" jî heye, ev tiştekî gelekî normal e gelek gotin bi bêhtir ji 1 me'ne hene. Ez dixwazim guhertinên te yî pûç betal bikim. Ewqas. Mi gotiye ez ê rûpelên ko te çêkiriye weke xwe hêlim û heke tu bixwazê guhertinên ol ên li ser rûpelên ko te çêkiriye betal bikê, betal bike.
Tiştekî dî, li ser wîkiyê tiştekî weke "gotarên min" nîne. Nivîsar ên wîkiyê ne, di lîsansê de derbas dibê, tu ne xwediyê nivîsaran î. Dîse jî ez destê xwe nadime nivîsarên ko te çêkiriye. Guherto (gotûbêj) 16:34, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto:Bi gelemperî xwediyê gotaran tune. Pirsgirêk ew e ku ez tiştekî biguherim wê demê ez têm rexnekirin. Her kes xwedî nêrînek cuda ye. Ji ber vê yekê her tim nîqaş tê kirin. Mixabin, ne hemî bêalî ne. Hevalê @MikaelF: carekê pêşniyar kir ku nivîskarek dikare peyvekê hilbijêre. Ev jî ne bê problem e. Dibe ku ev tenê bi gotûbêjan çareser bibe. Avestaboy (gotûbêj) 16:50, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kurdiya Akademîk[çavkaniyê biguhêre]

Ev dema te xweş be birêz @Guherto: tu çawan î, baş î? Mamoste, gelo tu dikarî gotareke li ser Kurdiya Akademîk bi hin çavkaniyên pêbawer binivîsînî? Gelek spas, bimîne di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 18:22, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş hevalê @MikaelF: te girêdanên balkêş belav kir, yek ji malperan got: Kurdiya akademîk tune, tenê Kurdiya rast heye. Ez heman difikirim.Li Îrlendayê,zimanê îngilîzî ji zimanê îrlendî zêdetir tê axaftin. Gelo îrlendî dibêje ez îrlendiya akademîk nizanim? Tirkmancî ne pêşketineke normal e, encama dîktatoriya kemalîstî ye. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:50, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]