Gotûbêja şablonê:Wîkîpediya:Destpêka nû

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevalno, min destpêka serê Wîkîpediyaya kurdî ya nûjen bi armanca testkirinê afirand. Divê bê guman em dikarin Wîkîpediyaya xwe ya kurdî baştir çêbikin. Gelo hûn çêkirina min çawa dibînin?

@Ghybu:, @Balyozxane:, @MikaelF:, @Penaber49:, @Avestaboy:, @Bikarhêner: Sayit25 (gotûbêj) 19:32, 1 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Sayit25, bi rastî baş e li ji ber ku bikarhênerên Wîkîpediyayê kurdî stabîl e, ez texmîn nakim ku ev ji bo zêdebûna xebatan bi bandor be — Penaber49 (gotûbêj) 20:42, 1 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav! Rind e feqet wekî Wîkîpediyaya tirkî ye :) Bi min Destpêkeke cuda û nû pêwîst e, ne wekî Wîkîpediyayên din. Ghybu (gotûbêj) 20:54, 1 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Erê rast e, lê gotina min ew e, ku em nikarin wekî Wîkîpediyayên din xwe baştir bikin? Ma hema hema gelek destpêken Wîkîpediya yên din nû bûne. Mebesta min eve :) Sayit25 (gotûbêj) 05:24, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Sayit25 mînaka destpêka wîkîpediya azerî baş e. Ku hinek cudahî lê bêne zêdekirin û li gorî temaya wîkîpediya kurdî bê guhertin êdî baştir dibe —Penaber49 (gotûbêj) 06:13, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49: wekî destpêka Wîkîpediyaya azerî jî baş e. Lê xwediyên li Wîkîpediyaya kurdî hîn xebata xwe li ser destpêkê ne anîne.
Armanca min ev e, ku em xwe baştir bikin. Çawa ku em li Wîkî yên zimanên din dînêrin, ew jî Wîkî ya me dînêrin. Ma ne wisa ye? :)) Sayit25 (gotûbêj) 08:40, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Sayit25, bikarhênerên Wîkîpediyayê li hemî wîkîyên dinêrin. Bi rastî şablona wîkîya me yê rûpela destpêkê hem kevin e hemû jî ewqasî baş nîne. Min demekî li ser şablonên destpêkên wîkîyên din lêkolîn kir. Ez dibêjim êdî hemî şablonên rûpela despêkê ya wîkîpediya me bê guhertin û pêşniyara min li ser şablona rûpela destpêkê ya Endonezî ye. —Penaber49 (gotûbêj) 10:01, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49: Erê rast e, min Wîkîpediyaya Îndonezî nêrî û ew jî gelek baş e. Wekî fena ya azerî ye. Divê em jî Destpêka Wîkîpediyaya kurdî ji serî heta jêrê ji nûve bikin. Sayit25 (gotûbêj) 10:53, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 û Sayit25: Ji bo bersivan, hûn dikarin sîstema nişanên ":" (2 niqte) bi kar bînin (an jî amûra DiscussionTools): ji ber ku gotûbêja we pirr zor tê xwandin. Ghybu (gotûbêj) 11:17, 2 adar 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Sayit25, Penaber49, û Ghybu: @Balyozxane, MikaelF, û Avestaboy: Merheba. Ez dibêjim car caran em biguherînin wê baş be. Ne hewce ye ku tev eynî bimîne. Lê belê ger em şablona ku Sayit25 hazir kiriye bi kar bînin, divê em ji bo kategoriyên li şablona berdest, qismekî din jî tevlî destpêkê bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:10, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalno, ev şablon jibo wîkîpediya kurdî ne rind e. Şablona wîkîpediya tirkî ye jixwe diyar ku bikarhênerên Wîkîpediyayê tirkî hemî bi zimanê tirkî dizanin û wan ev şablon jibo kesên ku dixwazin tevlî wîkîpedîyayê bibin teşwîq bikin çêkirin e. Li wîkîpediya kurdî nabe jibo ku serê me jiber ku bikarhênerên ku bi kurdî nizanin û tên dixwazin gotaran binivîsîne di belayê de ye. Ev ne mirov dikare li ser mînakên cuda yan jî şablonek nû ya wîkîpediya kurdî bi temamî ji nûve çêke. —Penaber49 (gotûbêj) 10:19, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Bi dîtina min, bila rûpela Destpêka Wîkîpediya kurdî wekî ya bi zimanê inglîzî be, ji ber ku Wîkîpediya herî dînamîk û pêşketî ye di vê projeyê de. --MikaelF (gotûbêj) 14:11, 20 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]