Here naverokê

Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
    Dîwan (tevlîhev)

    Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ji kerema xwe re ji bo parvekirinên xwe beşên têkilîdar bikarbîne!

    Nûçeyên Wîkîpediyayê biguhêre
    Daxwaz
    Daxwazên jêbirinê
    Kurtenav:
    WP:DTH
    Mijarekê lê zêde bike


    Arşîv
    Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3
    Arşîv 4 Arşîv 5
    Gotûbêjên ji 90 rojan kevintir ji aliyê Balyozbot ve dibe ku werin arşîvkirin.

    Gotûbêjkirin û lihevkirin[çavkaniyê biguhêre]

    Silav birêz @Gomada. Mala te ava hişyariya te ya "enerjiya xwe bo karên pêşxisitinê bi kar bînin". Em têra xwe li ser Wîkîpediyayê dixebitin û her tiştê ku hewce ye pêk tînin.

    Li vir eyb e ku meriv bêyî gotûbêjkirinê sernavê gotarê biguherîne. Ti xeletiya sernavên "Telebe" û "Roja telebeyan a navmiletî" tine ye. Em ti carî bêyî gotûbêjkirinê sernav naguherînin. Divê tu jî vê qaydeyê bisepînî.

    Di meseleya Telebe û xwendekar de êdî ji me re polîtîkayekê hewce ye. Bêyî polîtîkayeke giştî em ê her tim şer bikin ka sernav çi be. Eger tu dibêjî em li gorî hejmara bikaranînê herin vê demê gelek gotar hene ku ez ê navê wan bikim sernavên ku zêdetir tên bikaranîn. Loma min gotûbêjê li vir nivîsand. Ka fikrê te yê li ser vê meseleyê çi ye? Em çawa bikin? --Balyozxane (gotûbêj). 07:40, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Silav ji te re jî! Bi ya min gotûbêjeke dûvdirêj navê, jixwe yên wan peyvan bi kar tînin li ser Googleê xuya dikin. Zimanên nivîskî û devkî ne mecbûr in bibin yek. Peyvên hevwate dê hertim hebin û bila bên bikaranîn di nivîsaran de, lê heta niha di Wîkîya kurdî de ji bo sernavan her tim peyvên xwendekar û navneteweyî dihatin bikaranîn. Lewma em dişên dengdanê pêk bînin û anegorî wê sernavan biguherin.
    Hûn dixwazin kîjan peyv di sernavan de bên bikaranîn yan jî bibin peyvên sereke? Kerem bikin dengê xwe bidin: @MikaelF, Penaber49, Avestaboy, Ghybu, û Bikarhêner:@Biyolojiyabikurdi û Ferrus:@Bibliophile, Rewiye tine, Guherto, û Ahmetbeg: Eger min kesek ji bîr kiribe, bi xêra xwe nîşan bikin. Qewet be ji we re! —Gomadapeyam 14:14, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Gomadapeyam 14:14, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Dengdan[çavkaniyê biguhêre]

    Dengdan di 18ê sibatê 2024 de dest pê kir û di 25ê sibatê 2024 de bi dawî bû.
    Hat barkirin.   5 (%56)  4 (%44)  0 (%0)

    1a. navmiletî[çavkaniyê biguhêre]

    1b. navneteweyî[çavkaniyê biguhêre]

    2a. telebe[çavkaniyê biguhêre]

    2b. xwendekar[çavkaniyê biguhêre]

    Şîrove[çavkaniyê biguhêre]

    •  Şirove guhertinên tundî dibe ku zirarê bide wîkîpediyayê. Ez wiha difikirim navê gotaran bi forma herî ku tê zanîn bisekine û bê nivîsandin êdî çêtir e. Navên din paşnê ku bikarhênerên ku dixwazin di daxuyaniya gotarê (despêka gotarê) de zêde bike bila bike. Bi vê awayê hem forma herî ku tê zanîn wek xwe dimîne û navên alternatîv jî di naveroka gotarê de cihê xwe digirin. Ev peyama bêîmze ya Penaber49 (gotûbêjbeşdarî) e.
    •  Şirove Li Wîkîpediya kurdî ti kes naxwaze zimanê kurdî bikuje, ensîklopediyeke azad e, her kes bi awayê xwe dixwaze pêşveçûna vê projeyê û zimanê kurdî. Dijminên zimên ne em in, em ne tawanbarên bo windakirina bêjeyan û asîmîlasyonê, @Balyozxane: êdî bes e! --MikaelF (gotûbêj) 18:08, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      Silav birêz @MikaelF min bibexşîne, nîyeta min ne sûcdarkirin bû. Ez dizanim her kesê ku li vir dixebite bi niyeteke pak karê xwe pêk tîne. Heyf ev e ku carinan meriv bi nîyeta pak jî xwe dixe xeletiyan. Berbelavbûna kelîmeya "ol" vî tiştî bi awayekî zelal nîşan dide. Mixabin zimanê me li bakur li ber sikrate ye. Wextê ez vî tiştî dibêjim hin kes dibêjin ew mibalexe dike lê belê bi rastî jî rewş gelek gelek xirab e. Xwendeyên me şûnda ku çareseriyeke ji bo vê rewşê bibînin, bi çêkirina kelîmeyan xwe mijûl dikin.
      Armanca vê gotûbêjê ev bû ku em riyeke baştir bibînin ji bo hilbijartina sernavên gotaran lê belê şûnda wê ev dengdan bi hinceta "zêdetir bikaranînê" hat lidarxistin. Ka em ê çawa riyeke baştir bibînin? --Balyozxane (gotûbêj). 18:25, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      @Balyozxane li min jî bibore, şiroveya ha ya peyvan bêhna min teng dibe. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:02, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      @MikaelF Mixabin ev ne di destê min de ye. Li ser sûcdarkirinê diviya min bi awayekî zelaltir xwe îzah bikira lê belê gotina min rast e. Bêhna min jî ji vê rewşê teng dibe. Ez kitêbêk didim hevalên xwe ji bo ku bixwînin lê jixwe ji ber kelîmeyên devokî zimanê me zor e îcar kelîmeyên sixte jî tevlê dibin loma dev ji xwendinê berdidin.
      Tiştê ez ji vê gotûbêjê fêm dikim ev e ku kelîmeyekê çiqas zêdetir were bikaranîn dê bibe sernavê gotar, ez ê jî dev ji çêkirina kelîmeyên wisa berdim. Ji bo ku nakokî di navbera me de çênebe. Lê belê di xebatên xwe de ez ê ti car neolojîzman neemilînim. --Balyozxane (gotûbêj). 20:22, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      Êvar baş hevalê @Balyozxane sernavên gotarên min bangeşe jî wek propaganda, ajoname jî wek ehliyet hwd. hatibûn guhertin. Sedema wan guhertinan jî hêjmara bikaranînê bûn. Min destûr da ku sernavê gotara Hilanok bibe asansor. Min aniha dev ji peyvên wek ramyar, wêneguhêz hwd. ber de. Ema peyvên wek netewe , dibistan , pirtûk hwd. berî zayina min hebûn . Heya ez dizanim peyva netewe peyveke normal e ku ji zaravayê soranî tê û ema bi kurmancî jî tê bi kar anîn. Kurdên me ji Bakurê Kurdistanê çewtî dikin û ji ber siyaseta asîmîlasyonê hemû peyvên ku nas nakin wek peyvên sexte bi nav dikin. Zimanên almanî , înglîzî , fransî hwd. jî xwedî peyvên herêmî ne . Ti amerîkan na bêje ku subway rast e û underground sexte ye . Peyvên netewe
      û milet li hemû çar parçeyên Kurdistanê têne bi kar anîn. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:56, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      Êvar baş @Avestaboy. Na na min behsa kelîmeyên ku ji soranî hatine deynkirin re negot sixte ne. Dema min got sixte, min behsa neolojîzman dikir. Em dikarin li ser normaliya "netewe" gotûbêjeke şexsî de xeber bidin. Ev der ne cihê rast e. --Balyozxane (gotûbêj). 22:01, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      @Avestaboy Bi rastî jixwe gotûbêj li ser navneteweyî ye loma em dikarin li vir jî behsa netewe bikin. Ez nabêjim "netewe" xelet an sixte ye. Lê belê ti car nikare cihê "milet" bigire. Ez hertim dibêjim rewşa me û ya miletên din ne eynî ne. Ew dikarin gelek kelîmeyên nû çêkin û wan ji xelkê xwe re bidin fêrkirin. Lê belê mektebên kurdî tenê weqf û enstîtuyan in. Ew jî nikarin xwe ji hemû xelkê re bigihînin. Ji ber wê zimanê xelkê ji ya nivîsîne gelek cuda bûye. Êdî ewqas mezin bûye ku jê re xelk dibêje "zimanê akademîk". Entelektuelên me jî dibêjin "xelk cahil e, xwendin û nivîsînê nizane loma dibêjin akademîk" lê çavên xwe girtine ji rastiya miletê xwe. Bi qasî ku osmanî ji zimanê xelkê dûr bû, zimanê te jî ewqas ji ya xelkê dûr e. Gelek caran ez ji bo fêmkirina gotarên te ferhengê bi kar tînim. --Balyozxane (gotûbêj). 22:10, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      @BalyozxaneEm kurd li dewletên cuda û bi bandorên cuda dijîn . Parçebûna gelek her tim bandor li ser zimanekî dike. Mesela zagon mesela ji zimanê rûsî tê. Heya ez dizanim ew bi riya Kurdên Yekîtiya Sovyetî derbasê parçeyên Kurdistanê bûye . Tu behsa kurdiya akademîk dikî . Lê ji bo min kurdiya Celadet Alî Bedirxan ji kurdiya Ehmedê Xanî hêsantir tê fêmkirin. Peyvên wek qelem îro jî tên bikaranîn . Lê peyvên wek Ellah min bi kurdî qe ne bihîstiye . Hemû kurd Xweda , Xwedê hwd. dibêjin. Kurdnasê holendî birêz Michiel Leezenberg di hevpeyvînek de kurdiya Ehmedê Xanî wek Kurdiya medresî bi nav dike. Kurdiya nûjen wek hemû ziman xwedî peyvên nû ye . Lê ji aliyê rêzîmanê ve dîsa jî hê zimanekî îranî ye. Zimanê osmanî ema zimanekî dureh
      ( hybrid language) bû. Avestaboy (gotûbêj) 23:33, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    •  Şirove Ez li dijî wê me ku ev mesele cardin were nîqaşkirin. Me vî meseleyê di wexteke nêzîk de bi nîqaşeke din xeber dabû û me gihîştibû netîceyekê. Lê li vir cardin hatîye vekirin. Li jor esasgirtina statîstîkên emilandinê hatîye pêşnîyarkirin. Lê ma ji bo ziman statîstîkên emilandinê bi tena serê xwe krîtereke têr in? Helbet nîne.
    Ger di kurdî de kelîmeya "bîlgîsayar" ji "kombers"ê pirtir li kar be, ma hûn ê bêjin bila sernav bibe "bîlgîsayar"? Maqûl e ku ji peyvên kurdî yên hevmane kîjan were xwestin ew were emilandin. Bi rêya statîstîkên emilandinê be jî, sansûrkirin ne rast e. Jixwe hûn jî zanin ku di wê meseleyê de jî statîstîk ji praktîkê dûr ketine. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:32, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Kesin li vir hene dixwazin heta heta wê li ser vî tiştî wextê me xerç bikin. Guherto (gotûbêj) 14:44, 23 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    •  Şirove @Rewiye tine: Gelo tu çi difikirî li ser vê meseleyê? --Balyozxane (gotûbêj). 14:54, 23 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      Hevalên li gor statîstîka diçin, bila hejmara xwendina kîtêbên kurdî binêrin. Li derdora min kes naxwîne. Yên ku teza kurdî kirine tê de. Eger armanc zimanê be. Divê em îdeolojîk mesele nenêrin. Dibe ku hin hevalê me ji kelîmeyên erebî hez nekin. Erebî yek ji zimanê samîye. Gelek peyvan yunanî ketîye li zimanê samîyan ji wir derbasî Kurdî bûye. Ez ne pisporê etîmolojî me. Heya niha bingeha gelek kelîme min şaş kirîye. Di kelîmeyên wisa nîqaşkirî de divê em çev bidin gelê xwe. Rewşa niha de divê ziman nêzîkî gel bibe. Rewiye tine (gotûbêj) 18:44, 23 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
      Silav @Rewiye tine. Ez helwesta te qebûl dikim . Lê hêjmara peyvên navneteweyî û peyvên xwendekar ji peyvên navmiletî û telebe bêhtir in . Lewma çend sernavên gotarên min jî hatibûn guhertin. Ew ne biryara hin kesan e ku peyvên ku nas nakin an jî qebûl nakin wek peyvên sexte bi nav dikin . Avestaboy (gotûbêj) 20:57, 23 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Silav hevalno, di derbarê mijarê de ez mînakek bidim ka bila wîkîpediya îngilîzî û tirkî bila bêjin em termînolojiya zimanê berbelavî ya fermî na zimanê gundî bikaranîn ev yek çiqas bi mantiq be ev nîqaşa me yê ji bo mijarê ewqasî bi mantiq e. Heya niha ez dikarim bêjim min bi sed hezaran hevok werger zimanê kurdî kiriye. Îro ku kes an kesek di warê tiştek de hinek xwedî fikir bî divê mirov gotin û fikrê wan binirxîne. Ji medyayê bigire heya hemî nivîskaran tenê yek termînolojiyek bikar tînin em çima rabin termînolojiya zimanê gundî bikar bînin.

    Ev yek tenê di zimanê kurdî tuneye. Wek mînak Tirkên Anatoliya Navîn dema ku rewşa hev pirs dikim û dema ku dibêjin çawanî li cihê peyva "nasılsın" dibêjin "newiriyon" gelo Wikipedia tirkî rabin bêjin tirkê anatolya ji termînolojiya me fem nakin em li cihê peyva "nasılsın" peyva ne "newiriyon" bikar bînin?

    Pirsgirêk ne peyên tarîx, telebe mektepa, miletin, ez wiha bêjim ger ku em îro vê zimanê ji bandora asîmîlasyonê ne parêzin, peyvên tarîx telebe mekteb bixin nav ziman sibê nivşek din jî rabe bêje wilah gel ji van peyvan fem nake divê em ji vir pê de çalışmışbikin sürmişbikin jî binivîsin, gelo ev tiştek rast e?. Bi rastî ez matmayî mame ku em çawa dikevin van şaşiyan. Penaber49 (gotûbêj) 05:46, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Bira tu kîjan zimanî ji asîmîlasyonê diparêzî? Zimanê dê û bavê xwe (tarîx, telebe, mekteb) yan jî zimanê çêkirok (dîrok, xwendekar)? Bi xwedê berê min kurdî qet nizanibû, ji ber hestên miletperweriyê ez rabûm kurdî hîn bûm, heta hîn bûm jî gelek xebitîm. Lê dûre min dît ku min zimanekî ku xelkê xwe jê fêm nake hîn bûme. Dîsa dê û bavên min ji zimanê min fêm nekir.
    Miqayesekirina te ya "nasilsin" ne rast e, em li vir behsa ferqên devokî nakin wekî axaftin/axiftin. Rasterast zimanekî sunî çêbûye û em dibêjin ew zimanê sunî heta ku milet jê fêm neke nikare bibe sernavên gotaran ji ber ku tenê language-purists bi kar tînin. --Balyozxane (gotûbêj). 10:10, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Willah bira peyva dîrok ji peyva tarîx hezar car çêtir e. Kurdiya kurmancî piştî damezrandina komara tirk tenê bîst sal e ku bûye zimanê nivîskî. Di pêvajoya pêşxistina nivîskî de ku em rabin sîstemî biguherînin bawer bike em ji asîmîlasyonê zêdetir zirar li zimanê bidin. Ji xwe tirsa min jî ev e. Bêjin ciwanek kurd qirar da û got ez xwe fêrî ziman xwe bikim pêşî li medyayê nihêrî piştre çû çend pirtûkan xwend û got ka bise ezê herim li wîkîpediya zimanê binêrim û hate vir lê nihêrî û li vir meytep tarîx telebe dît, gelo ew ciwan bikeve hestek çawa. Dema ku ez behsa forma heyî dikim dixwazim vê yekê bînim zimên. Bêjim ez nûçegihanek televîzyoneke mezin ê kurdî me û dixwazim nûçeyên wîkîpediyayê çêkim gelo ez çawa ji xelkê re peyvên meytep tarîx û telebe rave bikim. Xelk ji min re nebêje tu bi zimnek din diaxivî wîkîpediya ku tu behs dikî bi zimanekî din diaxive. Penaber49 (gotûbêj) 10:56, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 Bikeve eynî hestên ku ez niha tê de me. Bira tarîx ji Ehmedê Xanî bigire heta îro gelek tê bikaranîn. Li çar aliyê welêt tê bikaranîn. Rûdaw kelîmeyên gelek sixte bi kar tîne loma medyaya kurdî ji me re alîkar nabe. Barhilgir çi ye tu dizanî? Rûdaw şûnda qemyon bi kar tîne. Dînîtiya ewqas jî zêde ye. Êdî bes e ji vî zimanê çêkirok û her kes ji ber xwe ve kelîmeyên nû çêdikin û dibêjin ew orîjînal in qemyon nebêje. --Balyozxane (gotûbêj). 11:02, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 Hadî ez bibêjim dîrok temam e lê belê bi eynî mantiqê bi hezaran kelîme tên bikaranîn. Em ê hemû zimanê xwe bikin zimanê çêkirok tenê ji ber ku medyaya me ji aliyê kesên ku language-purist in tên kontrolkirin? --Balyozxane (gotûbêj). 11:11, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Bira mirov nikare di vê mijarê de medyayê sûcdar bikim. Kurmancî niha bin polîtkaya asîmîlasyonek tund de ye. Heya ku zexta asîmîlasyonê li ser kurmancî hebe medya mecbûr e ku li cihê peyvên ku ji zimanî tirkî derbasî kurdî bûye ji xwe re kelîmeyên alternatîv bibîne. Televîzyona dewletê TRT Kurdî hinek caran hinek kesan dertîne televizyonê yek peyvek bi kurdî dibêje sê peyvan bi tirkî dibêje. Medya naxwazê bikeve vê rewşê. Penaber49 (gotûbêj) 11:26, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 Bira em behsa wan kelîmeyan nakin. Tarîx, milet, telebe ji tirkî neketine. Medya ne mecbûr e ewqas kelîmeyên çêkirî bi kar bînin. Ti eleqeya vî tiştî bi asîmîlasyonê tine. Tenê ji ber dijmintiya kelîmeyên xerîb dikin wisa dikin. TRT Kurdî rastiya xelkê me dixe ber çavên me. Xelkê me ewqas asîmîle bûne ku wekî tu dibêjî "peyvek bi kurdî dibêje sê peyvan bi tirkî dibêje". Tu nikarî vê problemê bi kelîmeyên çêkirî rast bikî. Jixwe em nabêjin şûnda kompîter bilgîsayar bibêjin. Em dibêjin li çar aliyê welat eger kelîmeyek hevpar hebe ev tê vê maneyê ku ev kelîme ji mêj ve ye di kurdî de tê bikaranîn loma şûnda vê kelîmeyê tiştekî nû çênekin. Bilgîsayar tenê kurmancên bakur dizanin loma ne hewce ye bibe sernavê gotarê herçiqas zêde were bikaranîn jî. Lê belê Tarîx, milet, telebe li çar aliyê welêt herkes dizane çi ye. --Balyozxane (gotûbêj). 11:35, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @MikaelF,@Penaber49
    @Penaber49@Balyozxane@Ghybu
    Weleh ez jî rastî bêjim ez aniha li ser bêalîbûna hin bikarhêneran guman dikim. Dema ku min hin gotar nivîsand hin sernav hatin guhertin. Argûmanek ew bû hemwateyên din bêhtir têne bi kar anîn. Aniha hevalê @Gomada bi gelek çavkaniyan nîşan da ku peyvên navneteweyî û xwendekar ji peyvên navmiletî û telebe bêhtir têne bi kar anîn. Aniha jî ew eynî kesan ku hêjmara gotaran wek çavkanî bi kar anî bûn hêjmara çavkaniyan paşguh dikin. Paşê hêcetan derdixin wek mînak ew peyv sexte ye an jî ev peyv tenê ji aliyê mirovên xwende tê fêmkirin hwd . An jî Ehmedê Xanî wek çavkanî tê bi kar anîn. We qet Mem û Zîn xwendiye  ? Di destpêka berhêmê de ev hatiye nivîsandin.
    Bê namê wî natemam e wellah
    Aniha em seva kurmanciya medresî Xweda wek Ellah biguherînin ? Ew yek ji gelek mînak e . Her wiha peyvên ku berî zayina dê û bavên min hatibûn bi kar anîn û îro jî 24 saet têne bi kar anîn wek peyvên sexte an jî çêkirî têne bi nav kirin. Ez ji guman dikim ku yek ji wan mirovên ku wisa dipeyvên 70 an jî 80 salî ne . Peyvên wek mualim berî peyva öğretmen û peyva Orthographie berî peyva Rechtschreibung hebûn . Dîsa jî ti tirk an jî alman nabêje ku peyva öğretmen an jî Rechtschreibung sexte ne . Ji ber ku ew peyv ne doh ve lê ji dehsal an jî sedsalan hatine çêkirin û wisa nûbûna xwe winda kirine . Her wiha balkêş e ku hemû kesên ku hin peyvan wek peyvên sexte bi nav dikin hemû ji Bakurê Kurdistanê ne . Rewşa zimanê kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û welatên Sowyetistana berê cuda ne . Lewma mirovên Bakurê Kurdistanê ne pîvan e ji bo hemû kurdan. Ew kesên ku hin peyvan wek peyvên sexte bi nav dikin difikirin ku ew ji bo zimanê kurdî re qencî dikin. Lê mixabin ew zirar dikin. Mirov di serdema teknolojiyê de pirtûk û rojname dixwînin an jî bernameyên Rûdaw , Zarok TV , Ronahî TV, YouTube hwd. temaşe dikin. Lê ew kesên ku min behs kir medyayan li gorî kêfa xwe re paşguh dikin û peyvên ku zêdetir têne bi kar anîn asteng dikin. Wisa mirovan lewma medyayên kurdî fêm nakin. Avestaboy (gotûbêj) 14:54, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Eger herkesê li vir soz bidin ku ew ê ji niha û pê ve hertim dengê xwe ji sernavê herî zêde tê bikaranîn re bidin, ez ê dengê xwe biguherînim û Mekteba şevînî bikim Dibistana şevînî. --Balyozxane (gotûbêj). 15:45, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Not: (li gorî çavkaniyan herî zêde) --Balyozxane (gotûbêj). 15:48, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane
    Ez nikarim ji bo hemû bikarhêneran bipeyvim . Min aniha dev ji peyvên wek ramyarî ber de û gotara Hilanok jî bû Asansor. Ema heke ez aniha soz bidim te paşê gotarên wek Esmanger werin guhertin. Bi zimanê almanî ez texmîn dikim ku peyva Astronaut ji peyva Raumfahrer bêtir tê bi kar anîn. Dîsa jî sernav Raumfahrer ye. Ji ber ku bi almanî peyva Kosmonaut jî heye . Ew jî ema tenê esmangerên Sowyetistana berê ne . Yanî astronot û kozmonot herdu esmanger in . Lê kozmonot ne astronot e. Lewma peyva esmanger wek sernav çêtir e . Her wiha pirsgirêkên rastnivîsê û yên din jî hene. Ji ber vê yekê ez nikarim sedî sed soz bidim te . Jixwe kes ji bo hevok û cimleyan naxwaze peyva mekteb qedexe bike . Mesela min jî deng ji bo peyva Hibir de . Hibir jî peyveke deynkirî ye. Ez fêm dikim ku peyvên wek demjimêr an jî bîrkarî
    têne rexne kirin. Ema ji bo Wîkîpediyayê zirar nabe ku sernavê gotara Mekteba şevînî
    bibe Dibistana şevînî. Jixwe em dikarin peyva Mekteba şevînî wek hemwate hildin. Mesela ku tu dengdanan binêrî her dem eynî kes peyvên berê /klasîk tercîh dikin . @MikaelF û @Penaber49 mesela wisa nînin . Ewna carinan peyvên xwemalî hin car jî peyvên deynkirî tercîh dikin. Avestaboy (gotûbêj) 16:37, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
    •  Şirove

    Silav gelî hevalan,

    ezê gotina xwe ya dawî di serî de bibêjim, werin em enerjiya xwe ji bo tiştên wisa xerc nekin. Di warê siberoja zimanê me de pirsgirekên giringtir hene. Her netewe hewl dide ko li dibistanên xwe de zimanek hevbeş û standart bi kar bîne. Ji bo wê jî girîngî didin zimanê perwerdeyê û pirtûkên perwerdeyê jî bi zimanek standart amade dikin. Ez bi qasî 30 salan wekî mamoste di dibistanên corbicor de xebitîm, di hin herêman de zimanê pirtûk û zaravayê gelê wê heremê ne yek bû, lê xwendewan û xwendekar ên wê heremê dîsa jî perwerdeya xwe li gor zaravayê stembolê digirtin. Demek şûnda êdî xwendewan jî li gel zaraveyê herêmî, zaraveyê stanbolê ya perwerdeyê jî fêr dibûn. Heman tiş ji bo zimanê televîzyon û radyoyan jî wisa bû. Aniha pirraniya gelê turkiyê zaravayê stenbolê wekî zaravayê standart dibîne.

    Êdî gelê kurd jî ber bi standartbûna kurdîyek hevpar kar dikin. Weşanên televîzyonên me, radyoyên me û pirtûkên me, ne li gor devokên herêmî, lê bi kurdiyek standart tên weşandin. Xwendevan,xwendekar, netewe, pirtûk, dibistan, pol,mamoste, çand, zanîngeh û hwd êdî di kurdiya rojane de tên bikaranîn. Di dibistanên devletê de ji bo waneya (ders) hilbijartî pirtûkên kurdî hatine amadekirin. Zarokên me ji wan pirtûkan sûd digirin. Pêşniyara min ji bo we, van pirtûkan bixwînin ka zarok çawa hînê xwendin û nivîsandina kurdiyê dibin.

    Min gotara bi navê “Roja Telebeyan a Navmiletî” xwend. Nivîsek gelek kurt e. Divê nivêsên wiha kurt ne li ser wikipediyayê, lê li ser wîkîferheng û wîkîdaneyê de werin weşandin. Min li çavkaniya nivîsê jî nêrî. Nivîsara resen ji 4-5 rûpelan pêk tê û bi 2278 peyvan hatiyê nivîsîn. Ji bo naveroka heman nivîsê di kurdî de tenê 69 peyv hatine bikaranîn. Divê em ji xwe re bipirsin ma zimanê kurdî têr nake ko mirov nivîsên dirêj û bi hûrgilî binivîse.

    Bikarhêner Balyozxane bixwe jî nivîsek bi navê “Neteweperwerî” çêkiriye û li wir li dewsa "milet", peyva netewe bi kar aniye. Lê îro rabûye divê netewe ne baş gelê kurd vê peyvê fahm nake.

    Bikarhêner balyozxane gotarek bi navê Neolîtîka berî Cervaniyê nivisiye. Gelo çend kurd ji vê nîvîsê fahm dike, li gundê xwe bi vê şêweyê dipeyve?

    ---”Neolîtîka berî Cervaniyê wek Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (10000 – 8800 bz) û Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (8800 – 6500 bz) tê dabeşkirin.Piştî Neolîtîka berî Cervaniyê heyama Neolîtîka Cervaniyê dest pê dike”--

    Bi kurtasî werin em enerjiya xwe ne li ser van tiştan lê ji bo avakirina wîkîpediyaya kurdî ya bi çavkaniyek pêbawer û dewlemend bi kar bînin. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 15:52, 24 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Ukraine's Cultural Diplomacy Month 2024: We are back![çavkaniyê biguhêre]

    Please help translate to your language

    Hello, dear Wikipedians!

    Wikimedia Ukraine, in cooperation with the MFA of Ukraine and Ukrainian Institute, has launched the forth edition of writing challenge "Ukraine's Cultural Diplomacy Month", which lasts from 1st until 31st March 2024. The campaign is dedicated to famous Ukrainian artists of cinema, music, literature, architecture, design and cultural phenomena of Ukraine that are now part of world heritage. We accept contribution in every language! The most active contesters will receive prizes.

    We invite you to take part and help us improve the coverage of Ukrainian culture on Wikipedia in your language! Also, we plan to set up a banner to notify users of the possibility to participate in such a challenge! ValentynNefedov (WMUA) (talk)

    Daxwazên nirxandinê[çavkaniyê biguhêre]

    Silav @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @Bibliophile, Rewiye tine, û Guherto:

    Min rûpela Daxwazên nirxandinê çêkir. Ez dibêjim em hemû nirxandinên gotaran li vir bikin çêtir e ji ber ku wekî din hewce dibe ku em yek bi yek rûpelên nû çêkirin ji bo her nirxandinê. Ew jî tiştekî pir zor e. Baştir e ku cihekî merkezî hebe em li vir bi awayekî sîstematîk bixebitin. Ji bo ku gotarek wekî Gotara baş, Gotara bijartî an jî Lîsteya bijartî were nîşandan, divê li vê rûpelê were nirxandin. --Balyozxane (gotûbêj). 22:58, 18 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Ji bo lîsteya gotarên baş dibe ku baştir bibe. Dibe bira çêke. Penaber49 (gotûbêj) 23:43, 18 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane, tu her hebî! MikaelF (gotûbêj) 08:30, 19 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Fikrekî baş e. Bi min jî divê lîsteya gotarên bijartî hebin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:03, 19 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Newroz pîroz be![çavkaniyê biguhêre]

    Bi hêviya pêşerojeke aram û bextewarî Newroza we pîroz be! @MikaelF, Balyozxane, Avestaboy, Ghybu, Gomada, Bikarhêner, û Guherto: Penaber49 (gotûbêj) 19:59, 20 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

    @Penaber49 Newroza te jî pîroz be birako! :) --Balyozxane (gotûbêj). 22:42, 20 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 Gelek spas, Newroza we jî pîroz be, dostê hêja! MikaelF (gotûbêj) 07:07, 21 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Silav hevalno @Balyozxane ,@MikaelF@Penaber49 Newroza we pîroz be . Dapîra min berî çend rojan wefat kir û ez lewma li memleketê me û nikarim zêde çalak bim. Avestaboy (gotûbêj) 20:40, 21 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Xwedê rehmê xwe lê bike, serê we sax be. --Balyozxane (gotûbêj). 20:44, 21 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy: Xwedê bi rehma xwe şa bike. Penaber49 (gotûbêj) 21:06, 21 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy, dostê hêja, serê we sax be, bila cihê wê bihuşta rengîn be. MikaelF (gotûbêj) 09:13, 22 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Roj baş @Balyozxane@MikaelF û @Penaber49 Gelek spas hevalên hêja ji bo hemxemiya we . Hûn çawanin ? Baş in ? Avestaboy (gotûbêj) 09:57, 29 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy, gelek spas ez baş im, tu çawan î? MikaelF (gotûbêj) 22:55, 29 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @MikaelF Êvar baş . Ez jî baş im . Ez ê du hefte jî li memleketê bimînim û paşê vegerim Almanyayê. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 22:20, 30 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy, zehmet nebe ji welêt gelek wêneyan bikişîne ji bo Wikipedia Commons (ji cihê xwe û taxên din, hwd...), piştre tu dikarî li ser Wîkîpediya kurdî gotarên balkêş bi wêne li ser herêma xwe binivîsî. Kevir li ber piyên te nekevin, silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:24, 31 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

    KelêûXelfetî[çavkaniyê biguhêre]

    Silav Penaber49 Min IPya vî kesî li meta wîkiyê şîkayet kir. meta:Special:PermanentLink/26546246#Global_block_for_213.142.97.230 Înşela li vir çareyekê bibînin. --Balyozxane (gotûbêj). 21:05, 4 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Hatiye blokkirin. Xwedê xêr bike! --Balyozxane (gotûbêj). 21:59, 4 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Silav bira te rind kir. Bi rastî ew kesekî bi problem e. Penaber49 (gotûbêj) 03:05, 5 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]