Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane/Arşîv 2

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arşîv 1 Arşîv 2

Translation request

Hello.

Can you translate and upload the article en:1668 Shandong earthquake in Kurdish Wikipedia?

Yours sincerely, Multituberculata (gotûbêj) 23:50, 23 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Amûra daxwaza zêdekirina daxuyaniya kurt

Silav bira, bila haya te jê hebe ku ev girêdana ku te ji bo zêdekirina daxûyaniya kurt li gotaran zêdekiriye li guhertoya Mobilê ya Google chrome li malpera serekye li bin nivîsa "Bi xêr hatî" jî dertê. Penaber49 (gotûbêj) 15:59, 25 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

@Penaber49 Silav bira. Spas bo agahdarkirinê. Ez ê kodeke binivîsim da ku li wê rûpelê xuya neke. Herwiha dikarî li ser rûpela Taybet:Tercîh#mw-prefsection-gadgets dikarî "Shortdesc-Helper" neçalak bikî. --Balyozxane (gotûbêj). 16:15, 25 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Wêneyê Ayfer Düzdaş

Silav @Balyozxane Li ser malpera Dengê Amerîka bi logoya VOA wêneyê Ayfer Düzdaş he ye . Gelo ew wêne derbasdar e ?

https://www.dengeamerika.com/a/ayfer-duzdas/7385285.html Avestaboy (gotûbêj) 10:02, 15 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Silav @Avestaboy. Ev wêne mafê parastî ye. Hay jê hebe. --Balyozxane (gotûbêj). 15:06, 3 sibat 2024 (UTC)

Hilanok û asansor

Êvar baş @Balyozxane

Heke tu bixwazî em dikarin sernav biguherînin . Lê tenê hêrsa min te ku hemû peyvên ku nayên pejirandin an jî naskirin wek peyvên çêkirî bi nav dikin. Ew li ser Wîkîpediyaya kurdî bûye edet .Heya peyva pirtûk ji aliyên hin bikarhêneran wek peyveke çêkirî tê dîtin . Gelo weşanxaneya Makepirtûk aniha jî xeyal e ? Temam zimanê tirkî tenê peyva asansör nas dike . Ema zimanê kurdî peyvên asansor û hilanok jî nas dike .Peyva hilanok di helbesta Hamid Omerî bi sernavê Hêjîr tê bikaranîn. Li ser malpera Şaredariya Batmanê hwd. jî tê bikaranîn . Bi almanî jî peyvên Aufzug , Fahrstuhl und peyva inglîzî Lift tên bikaranîn. Peyva Lift kêmtir tê bikaranîn. Dîsa tu alman nabêje ku ew peyveke çêkirî ye .Yanî ez dixwazim bêjim ku peyvên asansör û hilanok herdu peyvên derbasdar in . Li gorî hejmar ez heq û maf didim te . Ema ji kerema xwe re derbasdariya peyveke ku ji aliyê kurdan tê pejirandin, red neke . Ez hevî dikim ku tu niyeta min fehm dikî Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:38, 12 kanûna paşîn 2024 (UTC)

Êvar baş @Avestaboy Bi xêr hatî rûpela gotûbêja min. Ev der cihê herî xweş e ji bo nîqaşên dûvdirêj. Wa ye em dest pê bikin.
  1. Kengî ez kelimeya "çêkirî" bi kar tînim, tu vê kelîmeyê wekî "xeyalî" fêm dikî. Ez dibêjim kelimeyeke nû (wikt:neolojîzm) ye, ji aliyê kesek an hin kesan ve hatiye çêkirin bi mantiqa bikaranîna kelîmeyên kurdî şûnda yên ji zimanekî din hatine deynkirin. Xêra xwe wisa neke. Ez ê jî şûnda çêkirî, neolojîzm bibêjim êdî. Belkî kêfa te zêdetir jê were.
  2. Ev neolojîzm çiqas zêde li ser medyayê were bikaranîn jî, em hemû dizanin ku di nav xelkê de nayê bikaranîn. Tu jî vî yekî dizanî. Ji ber ku piraniya kurdînûs bi mantiqa paqijiya ziman hereket dikin, çiqas kelîmeyên deynkirî hebin ji wan nefret dikin.
  3. Tu her tim bi kelîmeyên almanî re miqayese dikî lê ez almanî nizanim loma nimûneyên te fêm nakim. Va ye nimûneyeke ji tirkî. Gotara tr:Selfie (hîn) nekirine "Özçekim" her çiqas özçekim ji aliyê TDKê ve tê qebûl û pêşniyazkirin. Li Tirkiyeyê li kê pirs bikî, dizanin selfî çi ye lê belê gelek kêm kes özçekim dizane û bi kar tîne. Loma ne kelimeyeke hêjayî sernavê gotarê ye. Li vir jî heta midaxeleya min kelimeya xwêne dihat bikaranîn, ew qet nayê bikaranîn lê belê dîsa jî gotar bi sernavê xwêne hatibû çêkirin, dîsa bi mantiqa dîtina kelimeyeke kurdî.
  4. hilanok ne kelimeyeke derbasdar e lê belê ji ber ku li ser medyayê tê bikaranîn em mecbûr dimînin ku bibêjin derbasdar e. Dîsa jî ti car nikare cihê asansor bigire ji ber ku di nav xelkê de asansor li her derê tê bikaranîn.
--Balyozxane (gotûbêj). 22:29, 12 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Ez naxwazim derew bikim. Peyva asansor aniha ji peyva hilanok bêtir tê bi kar anîn . Li gorî hejmara çavkaniyan tu mafdarî . Lê dîsa ew peyv hemwateyeke derbasdar e . Ji ber ku ew di gelek ferhengên nûjen de heye , ji aliyê nivîskaran (Hamid Omerî) , şaredariya Batmanê û malperên din jî têne bi kar anîn . Yanî ew hemû krîter û pîvan bi dest xist ku wek peyveke derbasdar were pejirandin. Dema ku peyvek ji aliyê mirovan tê bi kar anîn û pejirandin ew ne peyveke çêkirî ye . Min zimanê almanî wek mînak hilda ji ber ku ew ziman xwedî gelek peyvên ku ji aliyên kesan hatine çêkirin û îro jî wek peyvên normal têne pejirandin. Peyv bi sedemên cuda têne çêkirin . Sedem ne tenê neteweperestî ye . Carinan hin peyvên xwemalî ji peyvên deynkirî hêsantir têne femkirin . Mesela peyva balindenasî ji bo zarokek kurd ji peyva ornîtolojî hêsantir tê fêmkirin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:45, 12 kanûna paşîn 2024 (UTC)
@Avestaboy Temam rast dibêjî li ser balindenasiyê. Niha tu qebûl dikî ku em sernavê hilanok bikin asansor? --Balyozxane (gotûbêj). 18:57, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Heke tu dixwazî tu dikarî sernavê gotarê wek asansor biguherînî . Hemwateyên din di gotarê de bihêl e paşê peyva asansor wek sernav ne problem e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 13:12, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
@Balyozxane Avestaboy (gotûbêj) 13:12, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
@Avestaboy Gelek spas. --Balyozxane (gotûbêj). 13:36, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)