Gotûbêja bikarhêner:Ehmedbeg

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Te du hesabên bikarîner çêkirin[çavkaniyê biguhêre]

Dembaş @Ehmedbeg, tu çawan î, baş î? Îro min dît ku li Wîkîpediya kurdî te du hesabên bikarîner ên Ahmetbeg û Ehmedbeg çêkiribûn. Li gorî rêbazên Wîkîpediyê divê te yek navê bikarîner hebe, heke tu navê Ehmedbeg çêtirî Ahmetbeg dibînî, bibêje û em ê navê te biguhêzin bo Ehmedbeg, baş e? MikaelF (gotûbêj) 13:12, 5 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF mamoste baş im. Inşallah tu jî baş î? Ez êdî tenê Ehmedbeg bi kar tînim. Ji ber vê yekê tu dikarî Ahmetbegê jê bibî? An jî herduyan bikî yek? Ehmedbeg (gotûbêj) 15:35, 8 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş @Ehmedbeg, gelek spas ez jî baş im :) @Ghybu zehmet nebe tu dikarî alîkariya Ehmedbeg bikî? Bimînin di xêr û xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 18:19, 8 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Nivîsandina gotaran[çavkaniyê biguhêre]

Silav Ehmedbeg ez te pîroz dikim ku demekî dirêj e ku li ser wîkîpediya kurdî bi taybetî di warê mîtolojiya yewnanî gotaran dinivîsî. Lê ez ji dixwazim ku asta baştir-nivîsandina gotaran bilind bikî.

Wek ku tu jî dizanî ji xeynî gotarên kurt gotar ji çend beş û naverokan pêk tê. Dema ku mirov gotarek dinivîsê zimanê gotarê çiqas herikbar û zelal bî ewqas asta kalîteya gotarê zêde dibe.

Destpêka gotaran wekê kurteya gotaran e. Despêka gotarê yan jî daxuyaniya gotarê çiqas zelal û bê fem kirin ewqasî baş e. Jiber ku tu bi gelemperî gotarên kesên mîtolojîk dinivîsî dixwazim li ser gotarên kesan mînak bidim.

Wek mînak te vê gotara dawî wiha nivîsandiye dotmîrek e di mîtolojiya yewnanî de. Ew keça Kadmos û Harmonîayê ye. Teogonîa-Hêsîodos Li gorî efsaneyan ew dotmîra Têbeyê xatûna en:BoeotiayêBoeotiayê bû. Çîrokên wê yên herî navdar, xweyîkirina Dionîsosê û trajediya dînbûna wê û mirina malbata wê ye. Heman demê de ew bûye alîkarê leheng Odîseusê.

Ku ez bûma minê wiha binivisiya dotmîreke mîtolojiya yewnanî ye ku keça Kadmos û Harmonîa ye. Li gorî efsaneyan ew dotmîra Têbeyê û xatûna Boeotiayê bû. Çîrokên wê yên herî navdar, xweyîkirina Dionîsos e û trajediya dînbûna wê û mirina malbata wê ye. Di heman demê de ew bûye alîkarê leheng Odîseusê.

Yanê naveroka gotarê çiqas herikbar û zelal bin ewqasî xebatên serkevtî derdikevin holê.

Serkevtin û qewet be. Penaber49 (gotûbêj) 21:02, 6 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49 dibe mamoste. Ez bi xwe axaftina xwe yên rojane de peyva "ku" yê zehf kar naynim. Ev nivîsên min de derdikeve holê mixabin:) Yên din jî divê ez li ser çêtir bixebitim Ehmedbeg (gotûbêj) 19:43, 7 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 tu kêfa xwe yî heger xeletiyên min bibînî ji kerema xwe rastiyên wan binivîse. an go tu çêtir bikarî binivîsî tu dikarî nivîsên min jê bibî û yên xwe binivîsî. Ehmedbeg (gotûbêj) 19:47, 7 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
xeletiyê te yên mezin tuneye lê hinek pêwîstiya herikbariya nivîsan heye.
Dibe ku tu di jiyana rojane de hinek peyvan bikar neînî lê peyva ku ji bo zimanê kurdî gelek girîng e. Ev peyv ji bo girêdana hevokan ravekirina tiştekî gelek girîng e. Penaber49 (gotûbêj) 20:12, 7 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Mafê telîfê[çavkaniyê biguhêre]

Te gotarek ji websîteya historic-uk.com tercime kiriye. Lê belê tercimekirina rasterast ji malpereke ku dibêje "Copyright ©" qedexe ye. Eger te rûpelên din jî bi vî awayî çêkiribe wana ji rûpelê derxe. Weqfa Wîkîpediyayê gelek ihtimam dide mafê telîfê. Ji ber wê dikarin wîkiyê jî bigirin eger gelek îxlalên mafê telîfê tê de hebin. Hay jê hebe. Not: Ji kerema xwe re gotarên ku bi google translate çêdikî baş sererast bike. Eger zêde sererast nakî, gelek xeletî tê de dimîne. Silav û rêz. --Balyozxane (gotûbêj). 19:28, 9 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane tenê sê bend bi awaya wergerandinê, min xiste nava wê. Yên min nivîsandî ji xwe esasê gotarê bû. Wikipedia dilê min şikand Ehmedbeg (gotûbêj) 20:53, 9 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Tenê qismê ku bi "Piştî çar rojan de hêzên Îngilîzî xwe gihand " dest pê dike di gotara historic-uk tine ye. Dawiya wê jî ji vê rûpelê hatiye girtin. Yên ku te nivîsandine dikarî ji dîroka rûpelê derxî û dîsa lê zêde bikî. --Balyozxane (gotûbêj). 21:11, 9 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane Ez ê wisa bikem Ehmedbeg (gotûbêj) 04:48, 10 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]