Gotûbêja bikarhêner:Heseni

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

--MikaelF (gotûbêj) 07:50, 4 berfanbar 2013 (UTC)

Tirs ji hestên me însanan yên girîngan yek e. Tirs her çiqas pir caran nebaş bê dîtin jî ji bona berdewamkirina jîyanê hesteyek zaf lazim/girîng e. Mirovekî qet nezane ku tirs çîye ji ber xwe re bînin; ew him ji bo derdora xwe, him jî bo nefsa xwe tehlûkeyek mezin e. Kesekî wusa nikare demek dirêj jîyana xwe bidomîne. Ew demek kin de belayekî bîne serê xwe. Lomaye mirov dikare bibêje ku tirs ji bo domandina jîyanê hevcîyek zaf girîng e, him jî mîna nan û av. Hesteya tirsê mirovan hember tehlûkeyan hişyar dike û ji bona xwe parastinê xeberdar dike. Dema mirov di warekî de an jî di deverekî de bê tecrûbe be hajîya wî ji tehlûkeyên wî warî, an jî wî halî tune ye. Wê demê mirov nikare mîna kesên bi tecrûbe hereket bike. Bixweze, nexweze jî bi tirs hereket dike, tedarîka xwe dibîne. Ew hal, mirovan ji tehlûkeyan diparêze, di pêvajoya tedarik dîtinê de dide hinkirin, dike xwedî tecrûbe. Tirs hesteyek wusaye ku bi xwestin û nexwestinê dernakeve ortê û wenda nabe. Ew bi xwe gor şert û şurtên mirov otomatik derdikeve holê, li ser mirov tesîr dike. Mirov tenê dikare li hember tirsê ji xwe re rîyekî bibîne û bikare hal û hereketên xwe kontrol bike. Mirovên tirsonek jî, mirovên netirsonek jî xwedî hesteyê tirsê ne. Mirovî tirsonek li hember tiştên an jî halên jê ditirse hinî xwe paraztinê nebûye, nizane çer hareket bike, xwe di emnîyetê de nabîne, ditirse. Mirovî natirse hinî xwe paraztinê bû ye, dizane çer hereket bike, xwe di emnîyetê de dibîne û natirse. Her çiqas ba me kurdan wusa nebe jî tirsonek bûn û netirnonek bûn bi serên xwe nikarin baş an jî nebaş bên dîtin û navkirin. Em kurd tirsonektîyê xisletekî pir nebaş, netirsonektî yê jî xisletekî pir baş dibînin û qebûl dikin. Hêvîdarim ku hûn jî di dawîya nivisê de pê bihesin ku va tim wusa nabe û nîne. Ger li vir netirsonektî û cesaret ne bi maneyekî bên fêmkirin. Herdu kelîme du kelîmeyên cuda ne û du rewşên cuda îfade dikin. Dema em bi kurdî dibêjin bê tirs, qest kesekî nizane tirs çîye nîne, ew kesa jî xwedî hesteyê tirsê ye. Yanê her kes xwedî hesteya tirsê ye. Dema mirov xwe di emnîyetê de hîs neke ditirse. Bi wê tirsê mirov an dest pê dike hinî hinek tiştan dibe, tecrûbe dike û xwe di emnîyetê de hîs dike, an jî ji wê tiştê ku jê ditirse dur dikeve, jê direve. Ji wan herdû îmkanan kîjan çareserîyek rast e, her carê gor tiştên ku jê tên tirsandin dikarên cure cur bên dîtin. Rev û dûrketin carna dibe ku çareserîya herî baş bibe, carna jî dikare çareserîya herî xirab bibe. Bi mînakan dixwezim wê mijarê hinekî îzah bikim. Mînak: Mirovek di dest de kêr dixweze ku we kêr bike. Hûn jî dest vala ne. Îmkana we tune ku hûn xwe tehlûkeya wî mirovî biparêzin. Dema hûn li ser navê netirsandinê nerevin û bên kêrkirin, va cesaret nine, axmaqbûn e. Yê rast ewe ku mirov vê demê li ber wî mirovî bi tehlûke bireve, dûr bikeve û xwe wê tehlûkê biparêze. Tehlûke dîtin û revandin saya hesteya me ya tirsê derdikeve ortê. Ji ber hestê tirsê tu mirov nikare were niqaşkirin û şermezarkirin. Niqaşkirin û şermezarkirina hesteyê tirsê neheqîyek li wî mirovî kirin e. Çimkî ji tiştekî an jî halekî tirsîn ne tiştekî di destên mirov da ye. Me jor jî da agahdankirin ku tirs hîssekê derî xwestin û ramanên mirov e. Tirs hesteyekê binêhêş e. Va mirovê mînakê dikare dû revandina xwe tiştekî têke dest xwe û bi wî tiştî xwe hember wî kesê bi tehlûke biparêze, wî kesî bixe halekî bê tehlûke. Pişt re jî jîyana xwe ya normal bidomîne. Va jî bi hinbûna xwe parastin û xwe bi şiklekî hember tiştên bi tehlûke paraztin mimkûn/gengaz e. Ew bûyera ji wî mirovî re dibe tecrûbeyek xwe paraztinê. Bi tecrûbeyan mirov hinî hal û tiştên ji bo wan nenas dibe. Bi naskirina wan hal û tiştan mirov êdî xwe emnîyetê de dibîne, natirse. Çimkî êdî dizane ku çi li pêş wî ye û dikare bi çi şiklî xwe biparêze. Dibe ku ji ber tehlûkeya mirovî kêr di dest de xofekê mezin bikeve hundirê vî mirovî di mînakê de. Bi gotina me kurdî jehrîya wî biqete, rêvîyên wî biqurufe. Ew xwe bavêje mal û edî bi tirsa nekare derbikeve der. Her kesî bi şipheya kêrkirinê binêre û xwe qet di emnîyetê de hîs neke. Wê demê tirs êdî ne hesteyek mirov ji teklûkan diparêz e, tirs tengasîyek berdewama jîyanê ye. İanê tirs bûye xof. Ji bona kesên wusa êdî tirs bûye nexaşîyek psîkolojîk. Ger mina hemû nexweşîyan va nexweşîya jî bê tedavî kirin. Dema neyê tedavî kirin û ew kesa di wî halî de bimîne, jîyana wî yê sere erdê êdî ne jîyan e, tengasî ye, doje ye. Tirs mîna jenga hesin e. Wexta jeng hesin ket, ew jenga ger bê paqijkirin. Jenga nehat paqijkirin hêdî hêdî xwe ber dide hemû alîyên hesin û wî dixwe. Tirs jî ger pêşî lê bê girtin, pêşî lê nehat girtin ewê hedî hêdî wî mirovî dorpeç bike. Çer ku tu kes ji bo nexweşîyên xwe yên din nikarin werin niqaşkirin û şermezarkirin, ji bona nexweşîyên psikolojîk jî heqê tu kesî nîne ku kesekî ji ber nexweşîyên wî/wê yên psîkolojîk niqaş û şermezar bike. Tu tiştên şaş nikarin ji derd û kulên mirovan re bibin çareserî. Lomaye ku em ger her dem hal û hereketên xwe ji ber xwe re bînin û şaşitîyên xwe serrast bikin. Dîtina ez dibînim em kurd roja îroj di derheqê hesteyê tirsê de xwedî nêrînek şaş in. Ji ber vê şaştîyê em binêhiş pir kesên derdora xwe xirabîyê û neheqîyê dikin. Zarokên me, eqrebeyên me, nas û dostên me ji ber tirsa niqaskirin û şermezarkirina tirsonektîya xwe hesteyên xwe yên tirsê didin veşartin. Veşertina hesteyan mina kulek bê derman di hundurê wî/wê de hemû heste û ramanên wî/wê mina distar dihire û jîyanê wî/wê mirovî/ê diherimîne, jîyana dune ji wî/wê re dike cehennem/doje. Nexweşîyên psîkolojîk tenê li wir jî namînin, dibin sedemê hîn pir nexweşîyên bedenî û hîn sedemên pir têkilîyên nebaşên cîvakî. Dema pêşî li tirsa bê pîvan nehat girtin ewê bedenê mirov jî dike bin tesîra xwe. Mirovên bê sedem ditirsin û xwe di emnîyetê de hîs nakin, an jî her dem di bin bondora tirsê da ne xwedî pir gazî û gilîyên nexweşîyên bedenî ne jî. Mîna hiş çûyîn, lez lêxistina dil/qelb, tengasîya nefes girtinê, sistbûna masûlkeyan, tevizandin, girê di gewrî de, pir xwêdan dan, êş li ber pêtbûna masûlkeyan û hwd. Em kurd mina romannivisê kurd Helîm Yûsif jî di romana xwe ya “Tirsa Bê Diran” de dibêje bi sedema dewletên zordest di welatê tirsê de jîyane û dijin. Em roja ji dîya xwe bûne heyan îroj bi tirsê hatine kedî kirin. Her tiştên me bi tirs hatine kirin, her dema me bi benda tirsê re derbaz bûye. Em mecbûr mane carna mina dînan ji tirsê re ketina bezê, hember zilm û zorê derketine. Pir caran jî me tirsa xwe veşartîye, ji xwe re dizî birca tirsê ava kirîye. Ew tirsa veşartî psîkolojîya me serûbin kirîye, keseyeta/şexsîyeta me hêrifandîye, em kirine bela sere me. Em mirovên welatên tirsê, ji ber tirsa niqaşkirin û şermezarkirina tirsonektîyê, di bin barê veşartina tirsê de bûne serûbin. Bi wî serûbinê me çîn nemaye hanîye sere xwe, me çîn nemaye hanîye sere hevûdin. Lazim nine ku em li vir behsa tirsa ji dewletên zordest bikin. Kurtasî tirs hesteyek însanî ye. Bi înkarkirin û vêşartina tirsê tu car çareserî peyda nabe. Tenê bi îzahkirinek aşîkar û bi têkilîyek bi pîvan em dikarin tirsa xwe çareser bikin. Tirs parçeyek giringî jîyanê ye. Domandina jîyanê bê tirs nabe, lê ew tirsa ger tirsek bi pîvan be. Stuttgart, 06,07.2012, ênî.