Gotûbêja bikarhêner:Ramazan YAMAN

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

--MikaelF (gotûbêj) 23:14, 21 reşemî 2016 (UTC)

Di Xezelên Mela Ehmedê Cizîrî de Unsurên Kozmogonî û Tebîetê[çavkaniyê biguhêre]

Di Xezelên Mela Ehmedê Cizîrî de Unsurên Kozmogonî û Tebîetê

• Omer YILDIRIM

Edebiyata klasik a Kurdî, Tirkî, ‘Erebî û Farisî straneke giranbiha bi hev re anîne ziman. Peyv û hest û serbûriyên ku ev wêjeya bibandor pêk anîne bi hev re ristine. Rast e ku awaza ‘Erebî, Farsî û Tirkî ya di vê koroyê de bêhtir bilind tê bihîstin. Lê ne ji ber ku cihê kurdî yê di vê koroyê de biçûktir e, ji ber ku zext û rêgirtinên li dijî Kurdî muhlet nedane ku awaza zelal û dilovan a kurdî bi layiqî were guhdarî kirin û bihîstin.

Ev nivîs ê ravekirina nimûneyekê ji edebiyata klasîk a kurdî ji xwe re bike armanc. Bi ve mebestê di nivîsê de elementên derbarê kozmoganî û tebîetê de yên ku di xezelên Mela Ehmedê Cizîrî de cih digirin wê werine ravekirin. Bi vî awayî biçekî jî be rengek ji rengên edebiyata klasîk a rojhilata navîn a ku heta niha hatiye îhmal kirin dê were pêşkêş kirin.

Kozmogonî, ji peyva cosmîca tê, peyveka Latînî ye ku wateya wê pergal, nîzam, gerdûn û sema ye. Lewre mirov dikare bêje ku her tiştên xwezayî yên asimanî di nava kozmogoniyê de cih digirin; roj, zuhre, sureya, hevy, stêrk, birc, ewr û h.w.d. Tebîet ango xweza jî tiştên li jêr in: dar, pêl, av, çem, heywan, bax, bostan, kulîlk, gul û h.w.d.

Meseleya me ya pêşîn dê analîzkirina bikaranîna van herdu ‘ilman a di edebiyata klasîk a rojhilata navîn de be. Yanî çawa dikevine nava edebiyatê û çawa dibin mezmûn. Vê gavê ravekirina peyva mezmûnê jî pêwîst dibe. Mezmûn gencîneyeke bikilîd e. Vekirina wê tenê bi zanabûnê mumkin e. Tê gotin ku: “ Wate di zikê helbestvan de ye.” Ji ber wê fêhm kirina helbestê bê zanabûn nabe. Eger ku mirov nizanibe ku wateya rojê ya di helbesta klasîk de çi ye, nikare helbesta klasîk fêm bike û jê zewqê bistîne.

Ji bo mînak ravekirina mezmûna felek û felekan:

Wateya felekê asîman e. Ji bilî vê, wateya wê ya bext û qeder jî heye. Dinya ji neh felekan hatiye çê kirin. Ev felek mîna zarên pîvazê li hev hatine pêçandin. Di rêza yekemîn de Qemer(Meh) heye û li piştî wê‘Utarîd(Merkur), Zuhre (Wenus), Şems(Roj), Merîh(Mars), Muşterî(Jupîter), Zuhal(Saturn) rêz dibin. Feleka heştemîn felekên birca û sekinî ne û ê ya nehemîn jî felekê azam, felek’ul-felek yan jî felekê atlas e.

Feleka rojê feleka mezintirîn û birqoktirîn e. Roj sultana felekan e. Ji ber wê di helbesta şa’îr de Canan tim û tim roj e. Ji ber ku Canan her dem delaltirîn, rindtirîn, mezintirîn, xweşiktirîn e. Piştî Rojê qemer tê, piştî wê jî Zuhre. Yanî di helbestê de bikaranîna felekan li gorî hîyerarşiyekî çê dibe. Mesela eger ku di helbestê de roj û qemer derbas bibin: Canan roj e. Ji ber ku roj ji qemerê mezintir e. Ji bilî hîyerarşiyê, taybetiyên felekan jî tên bikaranîn. Mesela qemer ronî û nûr, Zuhre bextewerî ye.

Mefhumên demê jî di behsa kozmogoniyê de ne. Lêbelê çêbûna demê bi hereketa felekan mumkin e. Ji helbestvan re “şev û roj” demên girîng in. Roj dema dîtina Cananê ye. Şev jî windabûna Cananê ye. Ji ber wê ye ku roj ji helbestvan re dema xweş û geş e. Şev jî jê re dema nexweşî û xemgîniyê ye.

Behsa xwezayê jî bi şibandinê çê dibe. Bê şibandinê edebiyat ava nabe. Bikaranîna xwezayê jî mîna kozmogonîyê ye. Canan dişibe bostan û baẍê. Nergiz çav, nefel dev, gul gep û guh, serw bejn, rihan bêhna pora Canana ye. ji bilî bax û bostanê heywan û ax û ba jî di behsa xwezayê de ye. Her heywan bi taybetiyên xwe di helbestê de xwediyê ciyekî girîng e. Mar pora Cananê ye, şêr û piling bi bihêzbûna xwe, bilbil bi ‘eşqê gulê tê bikaranîn. Ax û newal û ba jî bi taybetiyên xwe tên bikaranîn. Mesela axa ber deriyê Cananê ji evîndaran re dibe kil. Dîsa ba bi taybetiyên xwe tên bikaranîn; bayê sebayê ji xeberanîn û xeberbirinê re dixebite. Ji hemû gotinan fêmkirina herî girîng ew e ku hemû taybetiyên mezmûnan ji helbestvanan re ‘eynî ne. Ji ber wê ye ku ji navê vê edebiyatê re dibêjin “edebiyata klasîk”.

Cudahiyên helbestvanan çi ne? Em niha li helbesta Cizîrî binihêrin ku wan cudahiyan bibînin û helbesta Cizîrî hêdî hêdî fêm bikin.

Pêşîn mînakek ji bikaranîna kozmogoniyê:

Şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim Horî û perî ya bi xwe Rûhilqudus î tu[75/6]

Ma tu roj î yan jî melek î canan? Ma yan jî hurî û perî yî bi xwe Rûhilqudus î tu canan?

Di beytê de mezmûna şemsê hatiye bikaranîn. Li gorî Cizîrî Canan, şems e. Ji ber ku beyt, li gorî hîyerarşiya ku li jor hate ravekirin hatiye ristin. Di nav felekan de jî feleka herî mezin, herî ronî şems e. Beyt li gorî hîyerarşiyê hatiye çêkirin ku behsa horî û perî, Cebraîl û melekan dike. Tê zanîn ku Cebraîl di nav çarmelekan de yê herî girîng e. Ji ber wê em ê bibêjin ku Cizîrî canana xwe şibandiye melekê girîngtirîn, rindtirîn û mezintirîn û ronî.

Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min Awurên heybetpelengê dil ji min bir dil ji min [66/1]

Di vê beytê de jî feleka zuhreyê hatiye bikaranîn. Elbet ku bikaranîna zuhreyê ne bêwate ye. Bikaranîna zuhreyê di helbesta klasîk de bi awayekî dîrokî xuya dike ku di derheqê çîroka stêrka Zuhreyê de ye

Çîroka çêbûna stêrka Zuhreyê tê telmîh kirin. Ew çîroka Harût û Marût e. Li gorî wê çîrokê, Xwedê ji mirovan re deftera gunehê derxistiye û ew li xweşiya melekan neçûye û zikên wan êşaye. Ji Xwedê re gotine ku ew ne tiştekî baş e û ji mirovan re rûmeta zêde ye. Ji ber vê helwesta melekan Xwedê şansek daye Harût û Marût û ew şandine dinyayê. Ew jî bûne evîndarên jineka dinyayî. Roj bi roj bûne evîndara Zuhreyê û ew bergeran ji Zuhre re jî gotine. Bila bi vî şartê zuhre daxwaziya wan qebûl kiriye. Zuhre xwestiye ku bi alîkariya wê bergeranê here semayê. Lêbelê li sema hatiye girtin û bûye stêrk. Ew stêrka Zuhre ye û Harût û Marût jî heta qiyametê li bîra Babîlê hatine daliqandin.


Cizîrî di vê beytê de mezmûna zuhreyê anîye ser ziman. Roj nehatiye hilbijartin ji ber ku beyt li gorî rindbûne hatiye çê kirin. Behsa beytê rindî ye, ji ber ku telmîha Zuhre hatiye bikaranîn. Di nav taybetiyên Cananê de rindtirînbûn, delaltirînbûn jî hebû. Ji ber wê Cizîrî Canana xwe şibandiye Zuhreyê. Yanî Canana Cizîrî jina herî delal e ku Canan tim û tim delaltirîn e. Dîsa hilbijartina lêkera beytê jî ne bi tesaduf e. Zuhre çawa eqlê Harût û Marût ji serê wan bir Canana (Zuhrerengê) Cizîrî jî dilê Cizîrî biriye. Dîsa taybetiya hîyerarşiyê jî bi mezmûna “peleng” hatiye bikaranîn. Peleng di nav heywanan de bihêztirîn û biheybettirîn e .

Sunbulan seywan li dêmê taze kir Avitab îro di burca sunbul e[68/4]

Sunbulan sî kir ji rûyê Cananê re Belê Roj îro di birca sunbulê de

Behsa kozmogoniyê ya din jî birc in. Di vê beytê de Mela li ser hereketên bircan sekiniye. Em dizanin ku carinan rûyê rojê tê girtin. Jê re dibêjin: girtina rojê. Wextê girtina rojê li mehan diyarî dibin. Nav wan mehan de meha bircê ya sunbulê jî heye. Yanî Cizîrî dibêje ku: “Canana min roj e. Kengî ku rûyê Canana min hate girtin ez dizanim ku ew bi hereketa bircan jî eleqedar e.”

Ji bilê birca sunbulê behsa kulîlka sunbulê jî girîng e. Em dizanin ku sunbul pora Cananê ye. ji ber wê por ji evîndar re tiştekî nexweş e. Ji ber ku ji dîtina rûyê Cananê re astengeke mezin e. Di helbesta klasîk de nexşkirina peyvan gelek girîng e. Di vê beytê de nexşkirina astengiyê hatiye bi kar anîn. Cudahiyên helbestvanan jî nexşkirina peyvan e.

Me behsa kozmogoniyê xelas kir û em ê nû derbasî behsa tebîetê bibin. Behsa tebîetê, li gora xwestina helbestvanan pêk tê. Canan car caran dibe çem, gol û behr car caran jî dibe gul, bax, bostan û nergîs.

Sorgulik min dî di gulzarê bi meş Lale û reyhan li ser têne sema [85/5]

Min sorgulek dît di bexçeyê gulan de Lale û reyhan têne li ser gulê reqs bikin

Di beyta jor de Cizîrî, Canana xwe şibandiye baxekî û dibêje “min sorgulek dît”. Ew sorgul gep, reyhan por û lale jî şanik e. Lale kulîlkeka zer yan jî sor e û di hundêrê wê de nuqteyeke reş heye. Di helbesta klasîk de nuqteya reş şanik e. Cizîrî li rûyê Cananê nihêriye û çi dîtîye bi alîkariya mezmûnên tebîetê anîye ser ziman. Cizirî lêkera “meşînê” hilbijartiye. Ji ber ku bi çavên mirovan ew menzere mîna meşîn e. Bikaranîna kulîlkên din jî bi vî awayî pêk hatine. Cizîrî jî ji wê ‘edetê derneketiye û li gora şartên helbesta klasîk helbesta xwe anîye ser ziman.

Ji axa asitanê mistekî bîn Li daxan da bibînim xweş seba tîz [33/4]

Çengek ax bîne ji komeleyê Li daxan da bibînim Ey Sebayê xweş!

Di Helbesta klasîk de bikaranîna ba li ser behsekê hatiye avakirin. Ew behs jî xeberanîn û xeberbirin e. Yanî ba ji evîndaran re dibe peyamber. Ew peyam car car dibe xwelî, car car dibe xeber, car car dibe daxwazî. Li beyta jor jî diyar e ku seba, ji evîndar re axa ber deriyê Cananê anîye. Di folklora gelan de ax, ji birînan re derman e. Ji ber wê ye ku Cizîrî, ji seba axa ber deriyê Cananê dixwaze ji bo ku birîna xwe pê derman bibe. Ji bilî dermankirinê, evîndar wê axê ji çavên xwe re dike kil. Lêbelê Cizîrî ew dahilê helbesta xwe nekiriye.

Ji bo em gotina xwe çêtir rave bikin em dikarin li helbestvanên klasîk ên Tirk jî binihêrin. Fuzulî hemsalê Cizîrî ye. Ew jî helbestvanekî gelek geş û coş e. Me beytek ji wî jî hilbijart.

Sabâ ağyârdan pinhân gamın dildâra izhâr et Habersiz yârimi hâl-ı harâbımdan haber-dâr et[6/1]

	Ey Seba! Xemên min bi dizî ve ji canana re bêje!

Halê min ê xirap ji canana min a bêxeber re bêje!

Di beytê de diyar e ku karê sebayê dîsa anîn û birin e. Herdu zimanên helbestvanan çi qas ji hev cuda be jî bikaranîna bayê sebayê ‘eynî ye. Daxwazên herdu helbestvanan jî ‘eynî ne ku ji Cizîrî re ax, ji Fuzulî re jî xeber e. 

Behsa tebîetê ya din jî çem, gol û behr in. Bikaranîna hemû gol û çeman ne tesedufî ye. Ew behsa bi coxrafyaya helbestvan re girêdayî ye. Ji ber ku helbestvan pêşî derdora xwe daxilê helbesta xwe dike.

Feyza me şubhê Nîl e em Dicle û Furat in Ger şeyx û wer îmam e vê ra ye min keşakeş[37/12]

Feyza me mîna Nîl e Em Dicle û Firat in Ger îtîraziya şeyx û îmaman hene bila werin!

Di helbesta klasîk de gol, behr û çem ji coşbûna ‘eşqê re mazmûnên girîng in. Derdê helbestvan dîyarkirina evîna wî ye. Ji bo wê jî bi mezmûnan gotina xwe nexş dikin. Cizîrî helbestvanê Mezopotomyayê ye û Dicle, Firat û Nîlê nas dike. Ji herka wan çeman xeberdar e. Ji ber wê ye ku coşa ‘eşqê xwe şibandiye Dicle, Firat û Nîlê. Helbestvanên klasîk her behsê daxilê helbesta xwe nakin. Kîjan behsê baş dizanin wê behsê daxilê helbesta xwe dikin. Cizîrî jî coxrafyaya xwe baş dizane û ew bikaranîne. Heta ji helbesta xwe pirr emîn e ku îtirazan jî natirse û hemû îtîrazan dawetî şer dike.

Ji hemû gotinan me dît ku Cizîrî j rêya helbestvanên klasîk der neketiye. Cizîrî ji bilê van taybetan helbestvanekî sûfî ye. Ehlê tesewuf e. Di beyta jêrîn de Cizîrî, mezmûna durrê bi kar aniye. Durr, tişteke ronî, spî û birqok e. Ji ber wê jî mirov kengî li durrê dinihêre xwe dibîne. Yanî durr mîna neynikê ye. Cizîrî Canana xwe şibandiye durrê û ew behs di helbesta klasîk de bi navê tesewufê tê bikaranîn. Afirandina dinyayê li gora tesewufnasan bi tecelîyê hatiye îfade kirin. Li gora wan Xwedê, evîndarê şexsê xwe bû ji ber vê jî mirov afirandin. Her mirov teceliyeke Xwedê ya li dinyayê ye. Li dûv vê agahiyê em li beyta jêr binihêrin. Cizîrî ji Canana xwe re dibêje “durdane yî!”, “em ji te û tu ji me yî”. Telmîha teceliyê hatiye bikaranîn ku mirov kengî li neynikekê dinêre xwe dibîne. Xwedê jî kengî li dinyayê dinêre xwe dibîne.

Mirov jî kengî li çavên dergistiya xwe dinêre di çavên wê de bi rastî xwe dibîne. Ji ber ku çav bironî û ronak in. Çav mîna neynikekê ronak in, mîna fikra teceliyê ne. Gotina Cizîrî jî li ser vê behsê ye. Eger ku Canan durr e wê wextê kî li Canan binere ew bi heqîqet li xwe dinêre.

Gote me durdaneyî em ji te û tu ji me yî Lew bi heqîqet yek în mes’ele bê şubhe ma[2/7]

Ji me re got: durdane yî tu, em ji te û tu ji me yî Herdu jî yek in ku behs bêşubhe ma

Piştî hemû gotinan Cizîrî karê helbesta klasîk li dor çeperê dinyaya xwe bi layiqî kiriye. Cudahiya Cizîrî ya ji hemçaxên wî tenê ziman, coxrafya û uslûb e. Mezîyeta Cizîrî ya herî xuya bikaranîna pêwendiyên wî yên nav peyvan e. Ji mînaka jor jî diyar e ku Cizîrî kozmogonî û tebîetê li gorî şertên helbesta klasîk û li gorî uslûba xwe pêk anîye. Divê neyê famkirin ku Cizîrî hemçaxên xwe teqlîd û kopya kiriye, berevajiyî vê Cizîrî ji aliyekî ve hemû taybetmendiyên ku helbestvanekî klasîk û helbestvanekî mutesewif hene di hunera xwe de civandine û li wan reng û dengê xwe yê bêhempa yê ku hunera wî giranbuha dike zêde kiriye.