Gotûbêja bikarhêner:Serhat2022
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.443 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
—Penaber49 (gotûbêj) 17:14, 20 kanûna paşîn 2022 (UTC)
Şablona jêbirinê
[çavkaniyê biguhêre]Silav Serhat2022, ji kerema bê daxûyanî û sedem şablonên li ser gotaran hil nede. Wîkîpediya di derbarê kes an bûyerên ensîklopedîk de hesas e. Pêwiste em li gorî van rêbazan tevbigerin. Penaber49 (gotûbêj) 18:00, 20 kanûna paşîn 2022 (UTC)
- Silav birêz@Penaber49 min sedem wir nivîsî bû qey nehatî tomar kirên li sebeba rakirina şablonê ew bû kû di şablona cavkanî bigere de dema min "zekeriya husênî" kûta di gelik malperên bêalîde nawê wî derbast dibû û di malpera nivîskar da çirokê wî yê wergerandî jî berdest bû û jêbirîn min bê sebeb dît ji ber wê min şablon rakir Serhat2022 (gotûbêj) 23:39, 20 kanûna paşîn 2022 (UTC)
Silav Serhat2022, li gorî nirxê tomarkirina li wîkîpediyayê kes yan jî bûyerên ku li wîkîpediyayê bê nivîsandin divê dudu yan sê saziyên çapemeniyê bêalî behsa wî kesê yan jî buyerê bike. Tomarkirina li ser wîkîpediyayê nayê vî wateyê ku mirov here bi xwe li ser du sê malperan di sê nivîs binivîse û bê li vir gotara xwe binivîse. Wîkîpediya ensîklopediye ne cihê cvya kesane ye. Mixabin di wîkîpediya kurdî ez dikarim bêjim ku bi sedan gotarên bi vî awayî hene. Divê em destûrê nedin gotarên bi vî rengî. Mirov bi 9-10 helbestan ne dibî nivîskar ne jî dibî wêjevan. Penaber49 (gotûbêj) 03:55, 21 kanûna paşîn 2022 (UTC)
- Silaw @Penaber49 ew yeka raste lê ew nirîna jî bû civaka xweser û rizgare ne ji bû me kûrdane kû tû sazî tû îmkanên me ji bû berhev kirin û tomarkirina bê sînora wêjeya kû mafên meye tûneyê û nivîskar û rojnamevanê me di hepsanda dirizin û berhemên wan bê kû werên weşandin tin tûnekirin em li wirin kû bi her awayî dibe li nivîskar û rojnamevan û her kesê kû ser çanda kûrdî dixebitên her çend gelek bicûk be jî lê ji bo zimanê kûrdî bixebite xwidî derkevin nekû em jî weke dewletên dagirger bibin astenk .kekê min yê birûmet xwedî derkev ne bi ya wîkîpêdyayê bi ya kûrdadetî belkî heqê kesikî neyê sotin Serhat2022 (gotûbêj) 09:06, 21 kanûna paşîn 2022 (UTC)
Guhertina gotaran
[çavkaniyê biguhêre]Silav Serhat2022, awayî ku dixûyê kurdî ya ne rind e û li gorî devoka herêmî Peyvan diguherînî. Divê em livir kurdiyek standard bikar bînin. Penaber49 (gotûbêj) 10:42, 21 kanûna paşîn 2022 (UTC)
Mixabin guhertinên te bi temamî çewt in. Ji kerema heta ku te kêmasiyên têkuz kir guhertinên li ser gotarên heyî bide sekinandin. Penaber49 (gotûbêj) 10:47, 21 kanûna paşîn 2022 (UTC)