Gotûbêja kategoriyê:Kitêbxaneya Wîkîpediyayê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Guhertina Nav û kategoriyê[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF , @Balyozxane , @Penaber49 , @Ferrus , @Biyolojiyabikurdi , @KelêÛxelfetî , @Gomada , @Ghybu aniha sernavê Pirtûkxaneya Wîkîpediyayê ji aliyê hevalê @Bikarhêner bê sedem û agahdarkirina me hatiye guhertin . Ez naxwazim şer bikim . Bi dîtina min ev ema çewt e.

Avestaboy (gotûbêj) 13:25, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, her çiqas çewt be jî bila fikrên kesên din jî hebe. Hewcedariya şer û dilşikestinê tuneye. Ku mirov bihêle ku bikarhêner bixwe çewtiyên serrast bikin ew dem êdî her tişt bi awayekî serkevtî birêve diçe. Ku ji min bipirsin ez dibêjim peyva pertûk ji peyva pirtûk rasttir e, her tişt ji nişka ve nayên guhertin. Tu dikarî li ser proje û gotarên nû bixwebitî û enerjiya xwe di vî warî de xerc bikî. Penaber49 (gotûbêj) 13:52, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Guhertina hevalê @Bikarhêner ne guhertineke piçûk e ev guhertineke pir mezin e . Ew wisa Wîkîpediya xirab dike .Ger min bêyî destûr we navê Wîkîpediya Kurdî biguheranda Zanistnameya Azad, gelo ji bo we normal bûya? Min jî peyvan guherand û xeletî jî dikir. Lê Bikarhêner 100 salên dawî yên pêşketina zimanê kurdî paşguh dike. Baş e eger ew peyva kitêb ji bo hevokan bikar bîne. Lê ew li dijî peyva Pirtûkê têkoşîneke îdeolojîk dimeşîne . Berê jî carekî sernavê gotara Pirtûk kiribû kitêb Berê gelek rexne li min dikir, niha ji min zêdetir çewtî dike . Peyva Pirtûk bi salan e di medyayên kurdî de 24 saetan tê bikaranîn. Lê ji bo wî ferq nake û gotineke xeyalî ye. Avestaboy (gotûbêj) 14:19, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada , @Ghybu û @MikaelF hûn çi dibêjin ?:
Wîkîpediya:Kitêbxaneya Wîkîpediyayê Avestaboy (gotûbêj) 09:15, 7 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Avestaboy (gotûbêj) 17:52, 7 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Bi dîtina min, tu jî wêrek bî; heke sernavê berî wekî "Pirtûkxane" hatibe nivîsîn, tu jî dikarî sernav dîsa bikî Pirtûkxaneya Wîkîpedyayê. Piştre di rûpela gotûbêjê de egera guhertina xwe binivîse û heke hewce be, em dikarin deng bikin em ê kîjan sernav bi kar bînin. Bi ya min, pirtûkxane peyveke 100% normal e. Bimîne di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 10:50, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Roj baş hevalê @MikaelF Pirsgirêk ev e ku wî ne tenê nav lê logoya Pirtûkxaneya Wîkîpediyayê (The Wikipedia Library) jî guhertiye .Ez ditirsim ku ez ê tiştek çewt bikim ger ez guhertinên wî betal bikim. Ez naxwazim wekî wî mixabin Wîkîpediyaya kurdî xirab bikim https://ku.m.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:Kit%C3%AAbxaneya_W%C3%AEk%C3%AEpediyay%C3%AA
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 11:07, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş, heke tu guhertina a dawî betal bikî, versiyona Pirtûkxaneya Wîkîpediyayê û logoya wê jî dîsa dixuye. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 11:57, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF , @Gomada û @Ghybu Min ew kir. Lê bi ser neket. Min tiştek çewt kir . Gelo hûn dikadikarin ji kerema bikin. Avestaboy (gotûbêj) 13:28, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]