Gotûbêja kategoriyê:Komunên Avaironê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav MikaelF. Ez vê helwesta te xelet dibînim. Bêyî şêwirîna bi hevalê ku li ser van gotaran dixebite, tu navên rûpelan diguherînî. Ev helwesta te dê gelek tevlihevî çêkin. Herwiha kî dibêje navê oksîtanî ji ya fermî çêtir e? Çi têkiliya kurdan û oksîtanan heye ku em navê bajarên wan bi oksîtanî binivîsin? Qet nebe te berê çavkaniyê dinivîsand, mirov fêm dikir ku ew navê oksîtanî ye. Niha te dev jê jî berda, dê çawa çêbe? Balyozxane (gotûbêj) 00:05, 19 tebax 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Penaber49, û Ghybu: @Gomada, Mohajeer, Jiju, û Pispor: @Xwedêda û Avestaboy:

Silav Balyozxane Ma çima xelet e? Erê, ez dibêjim navên oksîtanî, baskî, korsî, ketelanî û hwd ji navên çêkirî û fermî yên bi fransî çêtir û dirusttir in û sereke ne. Tu dipirsî, çi têkiliya kurd û oksîtanan heye, Wîkîpediya kurdî dikare cihekî mildar û azad di nav xelkên bindest û zimanên me de be, wekî Wîkîpediyên baskî û ketelanî. Heke heta îro ti têkiliya bi oksîtanan re nekiribin xeyf e, Oksîtanya wekî Kurdistanê welatek e, bila ji niha ve em ji bo kurdên ciwan ziman û çanda Oksîtanya, Welatê Bask, Ketelonya, Bretanya, Korsîka û hwd bidin naskirin. Heke bi dîtina te ne wisa be, ne dirust be, ma bo çi tu devernavên kurdî yên cografya Kurdistanê bi kurdî dipejirînî? Bi nihêrîna min, tiştê bingehî ew e divê Wîkîpediya kurdî ensîklopediyeke azad be di nav Wîkîpediyên zimanên bindest de û divê di navbera me de hestên mildar de hebe. Di warê Oksîtanya de, cihê Langue d'Oc, ma em çima têkiliyên li gel Wîkîpediya oksîtanî (Occitan) nakin? Em çima plataformeke Wîkîpediyên bi zimanên nefermî/biçûkkirî nakin? Karê wîkîpedyane ne mekanîk e, em mirov in, zimanên xwe diparêzin, em dixwazin Wîkîpediya kurdî bikalîte û astbilind çêkin, ne wilo? Karê Penaber49 BÊHEMPA ye lê, herêma Gironda li kû derê ye berê ne dizanî, ku parçeyeke Oksîtanya ye. Ez difikrim ku nuha divê em vê parçeya Fransayê (û yên din ên herêma Occitaine) bi serhev de bînin, navên sereke yên bi oksîtanî binivîsin û gotaran hindik berfireh bikin. Ne ti tevliheviyek nîne, karekî balkêş û bikalîte ye. Eve hizrên min di vê mijarê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:50, 19 tebax 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav MikaelF, çiqas agahiyên cûda li gotaran bên zêdekirin baş e ne xirab e lê dema ku mirov ji bo gotaran, ji şablonan bigire heta navên kategoriyan mînakek standart nivîsî û pîştre bi taybetî ku navê kategorîyê hate guhertin ew dem tevlîhevî çêdibe. Bila agahî li gotaran bên zêdekirin, ziman anjî navên herêmî bêne nivîsandin ew tiştekî nabe lê geleke navên kategoriya di despêka nivîsandina gotaran bê guhertin ku mirov di destpêkê de mînakê têkuz bike û binivîse. Penaber49 (gotûbêj) 08:23, 19 tebax 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49 Bi botê tê guhartin [1] wextê xwe pê winda neke. Balyozxane (gotûbêj) 15:26, 19 tebax 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane temam bira Penaber49 (gotûbêj) 15:31, 19 tebax 2021 (UTC)[bersiv bide]