Here naverokê

Gotûbêja kategoriyê:Rêxistinên çandî li gorî welatan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rêxistinên an jî Saziyên çandî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @Balyozxane, @MikaelF, @Ghybu, @Gomada, @Penaber49 Hûn çawa nin ? Min aniha çend kategoriyan bi peyva rêxistin çêkir . Min aniha teze dît ku kategoriya Saziya çandî heye . Standartkirin pêwîst e ji ber ku serên bikarhêneran tevlihev nebe . Gelo kîjan peyv li gorî we çêtir e . Rêxistinên çandî an saziyên çandî ? Avestaboy (gotûbêj) 10:05, 21 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane , @Ghybu, @Gomada,@MikaelF, @Penaber49 ? Avestaboy (gotûbêj) 12:19, 22 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Cihê bikaranînên wan cuda ne. Rêxistin rasterast "örgüt" ya tirkî ye, sazî jî organization ya îngilîzî ye. Ez wisa fêm dikim. Lê wextê çêkirina kategoriyan de serê min jî tevlihev bûbû. Nizanim çawa divê bê rastkirin --Balyozxane (gotûbêj). 12:21, 22 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, @Balyozxane ez wek Balyozxane difikirim, maneya herdû peyvan cuda ye, ez ne çewt bim, rêxistin (yan rêkxistin, anku tiştekî ku ji aliyê kesan ve tê birêkxistin), bi inglîzî organization e, wek rêxistinên siyasî, rêxistinên çandî (bizavayên çandî), rêxistinên nehikumî, rêxistinên noşdarên sinornenas, rêxistinên mafên mirovî (ji aliyê kesan ve tên lidarxistin); rêxistinên terorîst, rêxistinên tiryakfiroş, hwd jî hene. Sazî jî, wek dezgeh in, bi inglîzî institution, tiştekî ku ji aliyê hikûmetekê/dewletekê ve, di plansaziya xwe de, tê danîn, bi awayekî fermî tê sazkirin. Lê maneya sazî hindek berfirehtir e, saziyên ramanî hene, saziyên ragihandinê... yên ku ne rêxistin in. MikaelF (gotûbêj) 09:41, 23 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]