Guernica (tablo)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kopyeyeke tabloyê, bi fayansan li gorî mezinahiya orijînal hatiye lêkirin. Ev kopî li bajarê Gernikayê (Welatê Baskî) tê dîtin. "Guernica" Gernikara bi baskî ye, tê wateya "Guernica" (yanê, tablo) ji bo Gernikayê. Ew daxwaza baskan e, ku tabloya Picasso bo Gernikayê bînin û bila tablo li wir bimîne.

Guernica (bixwîne Gernîka), navê yek ji tabloyên herî nasyar ên Pablo Picasso ye. Tablo di çarçoveya Zervos IX 065 Picasso-Project 37-155 4 di hezîranê 1937an de bi rengên rûnî li ser tualê hatiye boyaxkirin. Mezinahiya tabloyê 349 cm × 777 cm e.

Wênekar Picasso vê tabloyê weke reaksiyon li dijî bombekirin û hilweşandina bajarê bask Gernika, ya ku di roja 26ê nîsana 1937an de çêbûbû, boyax kir. Balafirên elman û îtalyayî bi alîkariya hêzên nasyonalîst ên spanî ve bajar di Şerê navxwe yê Spanyayê de bombebaran kiriye, rûniştvanên sivîl kuştine û tunekirine. Herwiha, ev êrîş weke Legion Condor yê elmanan jî kete dîrokê.

Îro ev tablo digel koleksyona gelek pêşnumayan li Madridê di muzexaneya Reina Sofia de bidarxistî ye.